Serleþkerê Tirk derewan nake!

Fuat Akpinar


Serleþkerê Tirk Hilmî Özkok di daxuyaniya xwe ya roja 05.03.2003’yan de ferman (emir) da ku bila tezkere vê carê ji parlemenê dekeve.

Serleþker Ozkok di axaftina xwe de gef û tehdîdan dike û nesîhetan li kurdan dike û wiha dibêje: “Yên ku þer derdixin û alan diþewitînin, encama vê yekê jî li ber çavan digirin û xwe li ber digirin. Em gelekî esîl û bi rûmet in û ew dewletên ku welatê me dagir kirine û dema ku me bi hev re ew têk birine jî me ala wan neþewitandiye. (Çatýþma çýkaran, bayrak yakan sonucuna katlanýr. Bizler ülkemizi iþkal eden devleti birlikte yendiðimiz zaman dahi onlarýn bayraðýný yakmamýþ asil bir milletiz).” Û di nava axaftina xwe de wiha dibêje: “Ez mafê me yê parastin ê reva bi bîra wan tînim. (Onlara meþru mudafaa hakkýmýzý hatýrlatýrým.)” Her wisa berdewam dike û dibêje: “Em mirov û ekrebayê hev in, em di rojên tengasiyê de li ba we bûn. Em hêsîr û dîlên wê erdnigariyê ne ku em li ser dijîn. Ne cihekî me heye ku em herin wir, ne jî dost û cîranekî me heye. Têkiliyên gelên me yên ekrebatî û mirovî hene. Di rojên herî teng û nexweþ de em li ba wan bûn. Me qet tu caran ew nexapandin. Me qet tu caran ji wan re derew nekirin. (Sizinile akrabayýz, zor günlerde yanýnýzda olduk. Bizler, içinde bulunduðumuz coðrafyanýn esirleriyiz. Ne gidecek baþka yerýmiz, ne edinecek baþka dostumuz ve komþumuz vardýr. Halklarýmýzýn akrabalýk baðlarý vardýr. Onlarýn en sýkýntýlý günlerinde bizler yanlarýnda olduk. Onlarý hiç yanlýtmadýk, onlara asla yalan soylemedýk.)”

Serleþkerê Tirk derewan nake!

Ê, baþ e!

1- Kî ev heþtê sal in siyaseta dijminatiyê, înkarkirinê, zordariyê, bindestiyê, asîmîlasyonê, nijadperestiyê û qirkirinê li dijî gelê kurd pêk aniye û hêjî pêk tîne?

2- Kî ev heþtê sal in siyaseta talankirinê, înkariya gelê kurd bi her awayî kiriye?

3- Kî piþtî Þerê Cîhanê yê Yekemîn di peymana Lozanê de bi hemû fen û fûtan gelê kurd înkar kir û bêmaf hiþt?

4- Kî piþtî peymana Lozanê gelê kurd û hemû gelên din bi awayekî fermî înkar kir û zimanê wan, çanda wan, kevneþopiya wan, navê wan, navê gund û bajarên wan û hebûna wan qedexe kir?

5- Kî di salên 1925’an de serhildana Þêx Seîd bi hestên nijadperestî pêþwazî kir û bi awayekî hovane gelê kurd qir kir?

6- Kî di serhildana Agirî û Geliyê Zîlan de li dijî gelê kurd di navbera salên 1927-30’yan de þerekî bi qirêj û bi înkarî domand?

7- Kî di sala 1937-38’an de li Dêrsismê komkujî û jenosîd li dijî gelê kurd pêk anî?

8- Kî ji sala 1938’an heta 1984’an li Kurdistanê siyaseta bêdengî, asîmelekirina kurdan, qirkir û kuþtina kurdan, girtin û îþkencekirina rewþenbîrên kurd pêk anî?

9- Kî ji sala 1984’an heta 2003’yan pênc hezar gundên kurdan wêran kirin û þewitandin?

10- Kî di vê demê de bi deh-hezaran ciwanên kurd bi þer, kuþtinên faîlên wan nediyar pêk anîn?

11- Kî di wê demê de kurd li dijî kurdan kirin dijmin?


Ev tiþtên ku li jorê hatin gotin ne cinan û ne jî periyan kir. Ev tiþtên li jorê hatin rêzkirin bi dest û bi planên serleþkeriyê û Dewleta Tirk hatine kirin. Ozkok di axaftina xwe de qala esaletê dike. Baþ e, ev esalet e? Serleþker Ozkok ev cara yekem e di dîroka Tirkiyeyê de îtîrafeke din dike û dibêje: “Têkiliyên gelên me yên ekrebatî û mirovî hene. (Halklarýmýzýn akrabalýk baðlarý vardýr.” Baþ e, kanê ew dewlet? Ev heþtê sal in ji xwe re dibêje ez dewleteke ‘Ünîter’ im. Yanî ez gelek im, zimanekî min heye, oleke min heye, aleke min heye û her tiþt ez im. Tu kesî nas nakin. Her kesî înkar dikin, zimanê wan qedexe dikin, navên wan qedexe dikin û hwd. hwd û hwd...

Niha ez dixwazim pirsek bikim, ev gotinên Ozkok ne nakokî ne? Dewleta Tirk û Serleþkeriya tirk heta niha çi maf daye kurdan û gelên din ku qala gelên me dike? Dewleta Tirk û serleþkeriya Tirkiyeyê heta niha çi maf daye kurdan û gelên din qala biratiyê dikin? Di cîhanê de qet tu birayekî bêmaf tuneye. Mirov nikare bêje tu birayê min î û ez mafên te nadim. Biratî wekhevî ye. Biratî, cînartî û dostanî dikare bi awayekî medenî, bi hurmet û bi rêz çêbibe. Birayekî bipar û birayekî bêpar tuneye.

Ma evqas derew ne bes in?

Ozkok li aliyekî nesîhetan dike û dibêje gelên me, em bira ne, em dost û cîran in û li aliyê din jî copên xwe nîþan dide, tehdîd dike û wiha dibêje: “Yên ku þer derdixin û alan diþewitînin, encama vê yekê jî li ber çavan digirin û xwe li ber digirin. (Çatýþma çýkaran, bayrak yakan sonucuna katlanýr.)”.

Ma biratî ev e? Dewleta devrûtan bi sedhezar leþkerên xwe çûye ser sînorên Iraqê (buþûrê Kurdistanê) û dibêjin, eger Kurdistaneke serbixwe çêbibe, em nahêlin ew serbikevin. Kî vî mafî dide wan, ew evqas cesaretê dibînin ku bi vî awayî tevdigerin? Biratî ev e? Dewleta Tirk û Serleþkeriya tirkan biratiyeke lal, bêziman, kole û xizmetkar ji xwe re dixwaze? Ma biratî ev e?

Bila Serleþkerî, fermandar Ozkok û Dewleta Tirk vî tiþtî ji xwe re bikin guhad û bixwin guhên xwe, gelê kurd tu car biratiya bêrûmetî qebûl nake. Em gelekî bi þan û þeref in. Hetanî ji bin destê koletiyê derkevin em bêrûmetiyê qebûl nakin. Eger fermandar Özkok, serleþkeriya tirkan û Dewleta Tirk dixwazin ji van xerabî û þaþiyan xelas bibin û postê xwe xelas bikin, bila derkevin meydanan, lêborîna xwe ji gelê kurd bixwazin, belkî wê çaxê gelê me wan efû bike. Wekî din dawiya siyaseta wan hatiye, dibe ku postê xwe jî êdî nikaribin xelas bikin...








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=55