FATÎH ALTAYLÎ NABE MIROV!

Fuat Akpinar

Fatîh Altaylî dîsa li ser kar e û li hemberî gelê kurd zimandirêjî û qancitiyê dike.

Fatîh Altaylî di nivîsa xwe ya roja (07.03.2003)yan a di bin sernavê ‘Wisa xuya dike ku dê bakurê Iraqê bibe pirsgirêk!” de dîsa çêran bi kurdan dike û wiha dibêje: “Wekî ku em dizanin DYA ev demeke dirêj e ku li aliyekî bi komikên kurd ên bakurê Iraqê û li aliyê din ji bi cudaxwazên li Tirkiyeyê re di nava têkilî û temasan de ye. Di bernameya PDK’ya Barzaniyê her ku diçe zimandirêj dibe û qancîtiyê dike de jî wiha dinvîse: “PDK ji her kesê ku li Kurdistanê dijî re serxwebûn, azadî û bidestxisitan ewlehiyê dixwaze.” Û wiha didomîne: “PDK hewildanên kurdên ku li Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê dijîn jî destek dike û piþtgîriyê dide wan, mafên wan diparêze û piþtgiriya wan dike ji bo bidestxistina çerenûsa xwe li hemberî dewletên ku lê dijîn.” (Bildiðimiz, ABD'nin uzunca zamandýr, bir yandan Kuzey Irak'taki Kürt gruplarla, bir yandan da Türkiye'deki ‘‘ayrýlýkçý’’ unsurlarla temas halinde olduðu. Giderek küstahlaþan Barzani'nin KDP'sinin programýnda ise þöyle yazýyor: ‘‘KDP, Kürdistan'da yaþayan herkesin özgürlük, baðýmsýzlýk ve güven kazanmasýný talep eder.’’ Ve devam ediyor:

‘‘KDP, Türkiye, Ýran, Suriye ve Rusya'da yaþayan Kürtlerin çabalarýný destekler, haklarýný savunur ve geleceklerini belirlemeleri için kendi baðlý bulunduklarý devlete karþý destek verir.)’’

Baþ e, zimandirêjên wekî Fatîh Altaylî hê nû bernameya Partiya Demokrat a Kurdistanê xwendiye? Ev gotinên ji bernameya PDK’ê hatine girtin, gotin û daxwaza gelê kurd e. Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mele Mistefa qehremanê mezin û Mesûd Barzanî her dem ji bo kurdan ev tiþt gotine. Ma Fatîh Altaylî û devrûtên Dewleta Tirk hê nû dizanin?

Ji van gotinên li jorê û ji wan daxwazan ji bo gelekî maqûltir tiþtek heye? Fatîh Altaylî û devrûtên wan çima ji van gotinan aciz dibin? Ev gotin ji bo gelê tirk bê xwestin, kî dikare jê re tiþtekî bibêje? Yan jî ev gotin ji bo tirkmenan bê xwestin gelo dê Fatîh Altaylî dîsa îtiraz bike? Lê armanca Fatîh Altaylî û dewleta devrûtan ev e ku gelê kurd û Kurdistanê ji holê rabike. Her roj telvîzyona Kanal D, di nûçeyên xwe de ji bo kurdan dibêjin: “Küstah wiha bû, küstah wiha çû û küstah wiha got!”. Fatîh Altaylî Gerînendeyê Navenda Nûçeyan ê Kanal D ye. Kî vî mafî dide Fatîh Altaylî ku ev qas ji gelê kurd re çêr û heqaretan bike?

Mafê tu kesî tuneye li gelê kurd vê heqaretê van çêran jê re bike. Gelê kurd tu demekê ev gotin heq nekiriye. Gelo Fatîh Altaylî û Dewleta devrût qet ji xwe napirsin, wê rojekê çawa van xerabiyên bi gelê kurd re dikin, tamîr bikin?

Ez dîsa bang li Fatîh Altaylî dikim û jê re dibêjim, bi edeb û medenî be. Eger hûn bi vî awayî berdewam bikin wê dinya li we di demeke pir kurt de teng bibe. Çawa hûn dixwazin ku ji we re rêz û hurmet bê girtin hûn jî ji gelên din û bi taybetî ji gelê kurd re rêz û hurmetê bigirin.

Ez hêvîdar im Fatîh Altaylî careke din jî min mecbûr nake li ser nivîsên wî bisekinim.






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=54