PEYMANA LOZANÊ Û HILBIJARTINÊN 22 Ê TÎRMEHÊ !



PEYMANA LOZANÊ Û HILBIJARTINÊN 22 Ê TÎRMEHÊ !

Kurdistanîyên hêja !

Divê Kurd ji her wextê bêhtir zîrek û çakbin, li ser xwe sekinîbin, serborînên xwe yê xirab-baþ di hema wextê de bi bîrbînin, karibin li gor nûbûna cihanê xwe bi gûherin û sîyaseta demê bi karbînin. Ev ji bo netewa Kurd, tevgera sîyaseta netewa Kurd dibê sênc û gelek êrîþên sîyaseta dagirkeran dikarê vale derxê. Ev nîþana civaka hiþyar a Kurdewar û Kurdistanî ye.

Heya niha di vî warî de gelek kêmasî hebûn, lê niha Kurd ne weke çend salên berê ji rojeva cihanê û bi taybet a Kurdistanê dûr û xerîbin. Nivîsadin, xwendina rojnama, internêt, temaþekirina Radyo û Televizyonan di nav gelê Kurd de baþ bi pêþde çûy e. Ev jî cihê dil xweþî û þehnazîyê ye.

Mebesta min a jibo vê nivîsê malwêrankirina gelê Kurd a salvegera “Peymana Lozan” ê û hilbijartinên 22 yê Tîrmehê 2007 ko ketine di eynî wextêde ye.

Partîyên dagirker bi mebesta hilbijartinan dijminatîyek gelek xirab li ser gelê Kurd di meþênin. Hemû partîyên bi yek dengî êrîþî ser gelê Kurd dikin û bi taybet ji bo herêma azad hilweþînin, bi deh hezaran leþker anîne ser sînorên Kurdistana azad.

84 sal berê di 24.07.1923 „Peymana Lozan „ hate imze kirin „Peymana Sewr“ê ji halê da rakirin. Pêwiste ko gelê Kurd baþ fêrî vê dîroka malwêrankirina gelê Kurd bibê û di 365-6 rojên salêde ticaran ji bîr nekin. Em bikin mamik, çîrok, serborîn, mejî hiþyar kirina zarokên xwe, zerer-zîyanên Kurda bi vê peymanê çi çêbûbin bidin zanîn. Ji bo kû zarokên me jî di herikandina dîrokê de newin xapandin, careke dî ti tofanên weke „Peymana Lozan“ bi serê gelê Kurd newin.

Bi vê mebestê Kurd di karin miha Tîrmihê bi giranî ji bo nerazîbûna „Peymana Lozan“ bi kar bînin, dîplomasîya xwe di ewrupa de xwirtir bikin, bi Tv, Radyo, Rojname, ........û konferans þîyartir bikin „Peymana Lozan û Sewr“ ê derxin rojevê û xwe di dîplomasîya Ewrupa û cîhanê de xwirttir bikin.

Peymana Lozan ko li bîra Kurdekî xwe nas tê pêta agir bi dil û mejîyê wî di kevê, dinya wî a xweþ diçê, ji xweþîyên xwe dûr di kevê bi xwîyalan di kevê pey rêça tolhildan a xwûna bav û kalên xwe. Ji ber ko di zanê netewe, welat, milk, ziman, çande, kultûr, heyîna xwe bi „Peymana Lozan“ê windakirin e û bêyî îrada merivan reaqsîyon çêdibê. Agirê ko ketîye dilê me divê em karibin ji derdorên xwe re û jî zarokên xwe re jî bibêjin.

Agirê ko kete mala gelê Kurd :

1 - Sala 1514 ko Padîþahê Osmanli Yavuz Siltan Selîm bi 40 hezar leþkerên xwe ve di ser þetê Maweraû Nehir(Kizil Irmak) re derbasî Kurdistanê bû, çobû ser Kiralê Persê þah Ismaîl. Ko Piþtî 125 sala bi levhatina „Qesra-þirîn“ di sala 1639 de cara yekemîn Kurdistan di nav Dewleta Pers û Dewleta Osmanlîyan de bi bû 2 perçe.

2 - Sala 1515 dîsa Yavuz Siltan selîm di ser heleb(Mercîdabik) û Cizîra Bota re kete nav axa Ereb. Di salekê de ji bilî rojhilatê Kurdistan, Kurdistan bi tevayî kete bin kontrola Osmanli de.

3 - Di sed sala 19 de kalikê mi Mîr Bedir-xan xaka Kurdistan bêhtirîn girtibû bin kontrola xwe. Sekehê pera, artêþ......û weqfên arîkarîyê çêkirin, govenda serxwebûn û azadîyê li dar xistibû. Lê di sala 1851 de bi taybet dawîya 1855 de çendî hatîye hilweþandin jî lê akama wê hêjî di domê.
Bilindbûna Netewa Kurd li ser wê bingehê hêjî berdewam e

4 - Piþtî peymana „Qesra þêrîn“ 284 sala roja 24.07.1923 kû Peymana Lozan`ê dibin çavdêrîya NY de, di gazîno a Lonbeno li Zanîngeha Lozan / swîstre hatî imzekirin e.

5 - Bi akama “Peymana Lozan” di sala 1926 de Dewleta Iraq û di sala 1948 de dewleta Surî ko di bin çavdêrîya NY de bi fermî hatîn naskirin û Kurdistan bûwî çar perçe ye
................................. ?

Peymana Lozan bi serokatîya Los Kursson, dibin çavdêrîya NY de bi xîyaneta Ismet Inönü û heyeta bi wî re bi gelek fen û fîtan berya 84 sala di 24 Tirmeh 1923 de hatîye imzekirin. Ev peyman ji kelha zilmê re bi fermî bûwe bingeh û rê li qetilkirin, penabirkirin, xirakirin û inkarkirina gelê Kurd û Kurdistan vekir ye.

Zerer Zîyanên Peymana Lozan :

1 - Peymana Lozan pejirandina fermana gelê Kurd e, qatilê gelê Kurd e, bûwe roja reþ girêdanê, roja qîr û hawara Kurd e.

2 - Ji di perçebûna Kurdistan, rê li çar perçebûn a Kurdistan vekirî ye.

3 - Ji bo dewleta Tirk bûwe belgeke navneteweyî, komara Tirk di pejirênê, sînorên mîssaqê millî nas dikê, Kurdistanê û gelê Kurdistan ji hev qet kirî ye.

4 - Heyîna gelê Kurd inkar dikê û coxrafya Kurdistanê nasnakê.

5 - Bi vê peymanê netewa Tirk û kêm neteweyên kû ne misilman tên pejirandin.

6 - Bi navê parastina dewleta Tirk, mîsakê-millî rê li kûþtina Kurda hatîye vekirin. Navê berxwedana gelê Kurd kirine „þakî, çete, asî, eþqîya û terorîst.„

............................................

Bi kûrtî inkara Kurd û Kurdistane.

Lê gelê Kurd bi hemû zehmetîyan jî ev peyman ticara ne pejirandîye û li dij sekinî ye. Ji roja peyman hatî pejirandin, heya niha gelê Kurd di nav xebatêde ye, ji bo vala derxistina peymanê bi deh hezaran þehîd dane, heroj nerazîbûn dijwartir dibê.

Hingî diçê pirsgirêka peymana Lozan û Sevr`ê di nav gelê Kurd û Komara Tirk de geþtir dibê.Tilîyên pênûsgirên dagirkeran di recifin, lingên wan erdê nagirin. Cîhana sîyasetmedarên Kemalîst teng bûwe. Artêþ kîye, sîyasetmedar kîne li nav hev ketîye, weke ketibin êþa harîy ( kudus )ê di zûrin û heroj xwe tavêjin saqa lingên kûrê Kurda.

Ji bo peymana Lozan ji destê Tirka ne derkevê, li Lozanê xwe pêþandanan çêdikin, dîplomasîyê pêþde dibin. Lê Tirk na fikirîn ko tiþtên ji bo 50 hezar Tirkên Qibrisê di xwazin, çima bêhtirî 30 milyon Kurd li Bakûrê Kurdistan, li ser xaka coxrafya Kurdistan mafê xweyê çarenûsî û dewletbûn ne xwazin?

Dagirker ji bo “Peymana Lozan” winda nekin, nê ne xerîbê ko îsal Erkanê Herb Yaþar Büyükanit, serokê CHP Deniz Baykal, serokê MHP Devlet Bahçeli û serok wezîr Recep Tayib Erdogan jî werin Lozan xwe pêþandana çêkin. Weke tê zanîn di sala bûrîde Rauf Denkta, Doðu Perînçek......bidehan hatibûn Lozan di qîrîyan

Lê êdî nikarin xwe gûherandina dîrokê û wextê cîhan têde bi gûherin, pêþîyê li gelê Kurd bigrin. Ji bo dagirkeran sewq û idarekirina Kurd-Kurdistan ne hêsanî ye û zehmet ketî ye.

Baþûrê Kurdistan ji bo tevayê Kurdistan bû mînak û bûwe alla serxwebûn ê. Dagirkerên Tirk, Faris û Ereb di tirsin û weke çûka ser hejik di hejin ko ji hev qet bibin,

Serokê PKK Abdullah Öcalan dibêjê „Peymana Lozan`ê çiqas a Tirkan bê hewqasî a gelê Kurde jî“ Ev Gotin ne rast`e. Peymana Lozan qetkirina Kurdistan û ji halê rakirina gelê Kurd e. Pêvajoya „Cumhurrîyeta Demoqratîk“ pejirandina dagirkerîyê ye, inkarkirina gelê Kurd e û entegrekirina dewleta Tirk e.

Hilbijartinên 22 ê Tîrmehê 2007 û sîyaseta propaxandeya li kûçên meydanan

Dewleta Tirk, li ser bingeha sîyaset û polîtîqa inkarê a “Peymana Lozan”ê hatîye avakirin. Siyaset û polîtîqa dewletê dagirkere û li ser inkar, tinebûna gelê Kurd û Kurdistan tê domandin. Li gor destûra esasî “Yek dewlet, yek Al, yek Artêþ, yek netew û yek ziman” e heye. Ev destûra esasî rewþa xwe û rengê xwe ji “Peymana Lozan” werdigrê.

Bi taybet di hilbijartinên giþtî de herkes mecbûre ko bi zimanê tirkî bi axivê û bi zimanê Tirkî propaxanda hilbijartinan bikin. Hemû tevgerên ko di nav sînorên mîsaqê millîde ko fermîne nikarin vê xeta inkarê red bikin. Divê hemû partîyên dewletê li gor destûra dewletê û zagonên dewletê tev bi gerin.

Jiber ko hemû zagonên dewletê gelê Kurd û Kurdistan nasnakê, taybetîya propaxanda ji bo hilbijartinan û kesayetîyên ko ji bo Parleman bêne hilbijartin divê li dij heyîna gelê Kurd û Kurdistan bê.

Hemû partî giranîya propaxandeya xwe di alîyê nîjadperestîya Tirk de digrin û bi hevre gelê Kurd dijmin nîþan didin û bi hevre êrîþî ser gelê Kurd dikin. Kurda weke “Terorîst” armanc nîþan didin. Hestên Tirkîtîyê li dij gelê Kurd sitûr dikin, kîn û bûxzê li dij gelê Kurd xwirttir dikin.

Hilbijartinên 22 Tîrmehê 2007 ji bo vê mînak e. Hemû partîyên dagirkeran bi yek qîr, bang, biryarê êrîþî hemû gelê Kurd dikin û ji bo bi kevin Kurdistana azad, bi yek dengî di qîrin. Armanc ewe ko Kurdistana azad hilweþînin.

Ji bo sîyasîyên dagirker hilbijartinên 22 Tîrmehê û lê rasthatina 24 Tîrmehê a salvegera “Peymana Lozan” ê ji bo li dij gelê Kurd þowenîzm û nîjadperestîya Tirk xwirt bikin bûwe firsetek baþ. Lê bi serketina inkar û tinekirina gelê Kurd heyhat e.

Li dij van êrîþên hovane dem dema biratî û yekîtîyê ye. Çi pirsgirêk hebin miho di karê bihêlê ji bo herikandina wextê, lê miho nikarê bimînê gûhdarîya ji holê rakirin, imhakirina gelê Kurd û hilweþandina Kurdistana azad. Kî bikevê van þaþîyan ew di xizmeta dijmin den e. 13.Tirmeh 2007


M.Þerîf Mûþtak
14. 07. 2007

Serif.muestak@gmx.de


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=514