BOYKOT BÝKÝN !

Yan Kurdistan ! Yan Neman !



BOYKOT BÝKÝN !

Kurdistaniyên hêja !

Dewleta Tirka dîsa wek her caran bi dek û dolaban li dijî vîn û îradeya gelê Kurd helwesta xwe ya dijminane eþkere kir. Ji ber ku benda 10 % an li Tirkiyê ji bo partiyan heye, loma partiya DTP ( Partiya Civaka Demokiratîk ) vê carê dixwest di 22ê meha heftan de bi namzetên serbixwe têkeve hilbijartinan. Partiya Erdogan AKP û partiyên din li ser hilbijartina serokkomarê Tirkiyê hevdu xwarin, lê di mijara guhertina pisûlan de hemû pirsgirêkên xwe dane aliyekî li dijî Kurdan bûne yek kulm û biryara destûra bingehîn bi 429 dengan ji parlamenê derxistin û serokkomarê wan Sezer jî îmza kir. Li gorî guhertina biryarê, dê navê hemû namzetên serbixwe û yê partiyan bi hev re di pisûlayekê de cîh bigire.

Kurd mecbûrin nîrê kolonyalîzma Tirkan biþkînin. Çimkî Kurd heta niha bi çi niyetê jî tevgeriyan ti encam jê nehat wergirtin. Ew qudret û ew cewhera ku Tirk pirsgirêka Kurdan çareser bikin tine. Çimkî Tirk bi çavê koledaran li Kurdan dinêrin.
Tirkan bi her awayî rê li ber vîn û îradeya gelê Kurd girtiye. Kurd ancax dikarin bi boykota hilbijarinê xwe biparêzin ku encameke siyasî jê werbigrin. Heger Kurd di rewþa îroyîn de têkevin parlamena Tirkan jî zêde qîmeta wê tine. Çimkî Tirk kîngê bixwezin pir bi hêsanî dikarin wek berê bi paskura Kurdan bigrin û wan ji parlamenê biavêjin zîndanê, bi dehan salan ceza li wan bibirin. Loma ti mana wê tine ku Kurd êdî têkevin parlamena Tirkan.
Bi raya min þerm û bê rûmetiya herî girane ku di rewþa îro de Kurd têkevin parlamena Tirkan û di destpêkê de destên xwe bidin ser destûra Tirkan û bi navê Tirkitiyê sond bixwin.
Ez bawerim bi vê helwesta Tirkan ya dawîn êdî ji Kurdan re di çerçova legalîtê de li Kurdistanê û li Tirkiyê ti rê nemane. Divêt Kurd ji xwe re li riyên din bigerin. Divêt Kurd êdî enerjiya xwe bi siyaseteke maqûl di qada navneteweyî de bimeþînin.
Niha ji Kurdan jî pir kes di wê baweriyê de ne û bi dengekî bilind dibêjin, divêt Kurd li hemberî Kemalîzimê di hilbijartinan de ji AKPê re alîkar bin, dengên xwe li bajarên Kurdistanê û li rojavayê Tirkiyê yên ku ne mimkûne DTP namzedê serbixwe derîne bide AKPê. Bê guman ez jî di pirsa li dijî Kemalîzimê de ligel wan kesa'me, lê divêt em Kurd ew qas jî famkor û xeyal perest nebin.
Erdogan çiqas jî bi awayeke veþartî li dijî Kemalîzmê be, jê bawerî nayê kirin. Jixwe guhertina biryara pisûleyan jî îspata wê ye.
Heger AKP û serokê wî Erdogan li Tirkiyê sedî sede bi desthilat bin jî dê dîsa mafê Kurdan yên rewa nede wan. Çimkî hingiya Erdogan li ser texte, ti carî bi siyaseteke nerm li hemberî Kurdan tevnegeriyaye. Bê guman ti kesî ji wî û partiya wî ne dixwest ku di demeke kin de wek Kurdan û an jî wek dostên Kurdan tevbigerin. Lê ji Erdogan dihat xwestin ku qet nebe siyaseteke bi pîvan û wezin li hemberî gelê Kurd bimeþîne. Lê mixabin Erdogan rasterast çewtiya wê kir. Loma bawerî ji Erdogan re jî tine ku heger ew di pê hilbijartinan de bi dengên Kurdan xurtir derê û dîsa li defika generalan bide, dê wê hingê ji Kurdan re diha girantir be. Ji bona ku Kurd ziyanê li xwe nekin, paþê li çokên xwe nexin û nebêjin “çêkiro xerab kiro, çi kiro bi xwe kiro” divêt ya herî rast ew be ku hilbijartinan boykot bikin.
Belkû pir kes pirs bikin û bibêjin dê boykot ji Kurdan re çi bîne? Bê guman ev pirs di cih de ye, lê heger Kurd dûrî siloganên bê bingeh û vala bimînin û bizanibin baþ rola xwe di nava gelê Kurd de yên ku hên jî partiyên Tirkan hildibijêrin û di qada navneteweyî de bilîzin, dê hilbijartinên Tirkiyê têxin rêyeke xeternak. Helwesta Kurdan ya ku hilbijartinan boykot bikin dê wek sîlek di qada navneteweyî de li rûyê Tirkan bikeve û Tirkan bilerizîne. Jixwe ji niha de bi muxtira generalan ve rewþa Tirkan di qada navneteweyî de, bi taybetî jî bi YE re xerab bûye. Bi hilbijartina serokkomarê nû li Firansayê her diçe xewna Tirkan ya endametiya Ewropa ditemire. Heger Kurd vê rewþa nû baþ jixwe re bi karbînin, dikarin roleke sereke bilîzin û jê sûdê werbigrin.
Almanya, 21. 05. 2007

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=510