KOMARA TELEVOLE!

FUAT AKPINAR

ALMANYA 13.03.2003




Zagona Komara Televole îro (13.03.2003) dîsa biryarek siyasî ji bo kurdan girt û HADEP qedexe kir. Li tu welatên cîhanê partiyeke 6.5 % bigire nikare bê qedexekirin. 6.5% du milyon û nîv ray in. Îro di cîhanê de welat hene hejmara wan ji çarsed hezarî derbas nabe ( Luksamburg ). Ancax bûyerên wiha li welatek wek Tirkiyê ji aliyê Komara Televole ve pêk tê. Wek tê zanîn HADEP di Tirkiyê de li gorî biryarên tirkan hatibû dameziradin.

Tiþtên ku HADEP û partiyên din li Tirkiyê ji hev cuda dike pirsa kurdî û mafên mirovan e. Dewleta Tirk û zagona wî vî carê jî rûreþiya xwe baþ rayê da ku gelê kurd û raya gelê kurd tu carî qebûl nake. Gelê kurd di dîrokê de hetanî îro bi niyeta xwe ya baþ û durust rayê daye ku ew tenê aþtî û azadî dixwaze. Lê belê dewleta devrût dîsa copê xwe rayê kurdan dide û dibêje; ez ne ji bo te aþtî didim û ne jî azadî didim.

Dewleta Tirk wek her demê tu sînoran nas nake, dixwaze wek her dem bi qedexebûnê û bi qirkirinê bersiv bide gelê kurd.

Tevgera gelê kurd ev çend sal e li bakurê Kurdistanê bi qîrîn û hawar e û þer rawestandiye, dibêje bila êdî xwîna kurdan û tirkan nerije. Ez bawer im ji van gotin û tevgeran maqûltir û durstir tu tiþt nîn e. Lê dewleta devrût ji bona ku pirsa gelê kurd çareser neke, jê re astengiyê derdixe. Ew ji gelê me radestiyê (teslîmiyet) dixwazin

Dewleta Televole pirsa gelê kurd nas nake û naxwaze jê re çareserkirineke siyasî çêbibe. Dewleta Televole di welatê xwe de hem gelê xwe, hem rewþenbîrên xwe û hem jî çapemeniya xwe bi siyasetek televoletî xapandiye, serê wan gêj kiriye û xistiye nav rewþeke pir xerab.

Dewleta Tirk û zagona wan a siyasî çiqas jî bixwazin, HEP, DEP û HADEP’ê qedexe bike, berpirsiyarên wan bi salan têke zindanê jî, nikarin ji vê pirsa gelê kurd xelas bibin. Ew bi vî siyaseta bi nakokî ancax dikarin hinekî dîsa emrê xwe dirêj bikin. Ez bawer im bi qedexebûna HADEP’ê dê ji her dem zêdetir serê wan bêþe. Ji ber ku HADEP êdî ne tenê partiyeke li Tirkiyê bi awayekî fermî hatibû damezirandin, HADEP endamê Sosyalist International e.

Eger vê carê HADEP rola xwe di raya giþtî de baþ bilîze û vê qedexebûnê li Ewropayê û di nav partiyên sosyalîst de bide naskirin, dibe ku dewleta tirk têkeve tengasiyek wisa ku ji destpêka komara xwe hetanî niha nedîtine.

Çend roj berê serokleþkerê tirkan Hilmi Özkök emir da ku tezkere vê carê di parlemenê de derbas bibe û qala biratî dikir û digot; me tu car ji gelên xwe re derew nekiriye. Baþ e Özkök madem ku derewan nake, bila keremke bersiva van tiþtan bide.

Eger armanca Komara Tirk û serleþker ew e ku gelê kurd teslîmiyetê qebûl bike, ez ji wan re dibêjim, ev xewn û xeyal e. Gelê kurd tu car teslîmiyetê qebûl nake. Hetanî welatê me rizgar bibe emê têkoþinek bêwestan bidin. Bila ew jî vî yekê baþ bizanibin.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=51