KENAN EVREN AGÝR Û ALAV XÝSTÝYE BÝN POTÊ TÝRKAN


KENAN EVREN AGÝR Û ALAV XÝSTÝYE BÝN POTÊ TÝRKAN

Kurdistaniyên hêja !

Dîktator, faþîst û mîmarê cûnta donzdehê Îlonê yê sala 1981an Kenan Evren jî êdî bi polîtîka û siyaseta Tirkan ya ne mirovane, ne hemdemî ne raziye; ew dengê xwe bilind dike û ji Tirkan re dibêje, xwe li gorî siyaseta cîhanê biguhirînin û bila Tirkiye bibe welateke bi 8 herêman ku bi Tirkî dibêjin “Bölge Valiligi”. Û herwiha Kenan Evren dibêje, ku divêt Tirk wê rastiya Kurdistanê jî fêhm bikin û li gorî wê siyaseta xwe kifþ bikin.

Kenan Evren bi van gotinan xezebeke wisa aniye serê Tirkan ku niha agir û alav ketiye bin pot û çengê Tirkan, ew li ser gotinên Kenan Evren, êriþî wî jî dikin û wî bi îxanetiya li dijî Tirkiyê îlan dikin. Li ser gotinên Kenan Evren sawciyên Tirkan ji niha de tehqîqat li dijî wî vekir. Kê bawer dikir ku faþît û celadekî wek Kenan Evren rojekê wiha bifikire?

Lê wisa tê xuya kirin ku Tirk êdî nikarin xwe ji prosesa guhertinê xelas bikin. Tirkan welatên xelkê bi destê zorê ji wan stendiye, welatekî li ser tirs, xof û derewan ava kirine û di ser de jî dixwezin dinya-alemê bikin þirîgên derewên xwe.

Dem û dewran niha li Tirkiyê paþopê bûye. Faþîstekî wek Kenan Evren dibêje, divêt Tirkiye bê guhertin û li aliyê din jî qaþo demokratekî wek Mehmet Alî Bîrand jî li ser gotinên serokê Kurdistanê di gel televîzyona Tirkan NTV de yawebêjiyê (safsata) dike û dibêje divêt Barzanî jî hestiyariyên 70 mîlyon Tirkî li ber çavan bigire. Mehmet Alî Bîrand bêedebiya herî mezin li hemberî gelê Kurd dike û hemû Kurdên Bakur wek Tirk dibîne.

Tirk wisa pijyayî ne ku naxwazin û nahêlin, mudaxelê xelkê dikin ku çima ew gotina Kurdistanê bi kar tînin. Li ser axaftina wezîra derve ya DYA Condoleezza Rice di komîta senatora Amerîka de, çima wê gotiye Kurdistan, niha Tirk qiyametê radikin ser piyan.

Tirk xwe ji depresyona li dijî Kurd û Kurdistanê xelas nakin û di ser de jî roj bi roj kîna xwe li dijî Kurdan vediriþînin. Ji me jî êdî gotin ji Tirkan re namîne ku bibêjin. Tenê dibêjim, Tirkino wisa berdewam bikin ku heta hûn mala xwe xerab bikin û dawiya xwe bînin.

Almanya, 07. 03. 2007 – 04. 04. 2007


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=503