MA PARTÎYA PEPÛK Û JARA KARÊ BI SER KEVÊ ?


MA PARTÎYA PEPÛK Û JARA KARÊ BI SER KEVÊ ?

Di tevgera cihanê a sîyasî de þert û mercên xebatê hatine serûbin kirin. Gelek sîstem, dewletên mezin hatin roxandin û bi dehan dewlet derketin holê. Rêberîya cîhanê kêm zêde yek alî bûwe. Dewletên cihanê êdî nikarin di hindirûwê xwe de, bi serê xwe rejîman li gor xwe ava bikin, zagonan çêbikin, desthilatdar bin û fermanan derxin.

Tevgerên li dij gûherînên cihanê dibin sersebeba roxandina dewlet ê. Nûbûna cihanê hemû rêxistinên sîyasî ko hatîne avakirin, ji nûve bêne damez randin jî eleqedar dikê û akama wê eþkere bûwe.

Tevgera gelê Kurd jî bê goman di nav gûherandina cîhanêdeye û bi serê xwe ne azad e. Bi taybet nûbûna cîhanê ji bo gelê Kurd firseteke dîrokî ye. Pêwiste hemû tevgerên Kurd û Kurdistan`a azad vê gûherandinê bi pejirênin, divê rêxistinên Kurd ji her wextî bêhtir þîyartirbin û li ser xwe sekinî bin.

Li baþûrê Kurdistan, xwe gûherandina tevgera sîyasî - netewî bi ser dikevê. Sîyaseta Kurdistanî, Kurdperwerî bi pêþ de diçê, mejîyê gel ronîtir dibê berjewendîyên gel û çêbûna dewletaserbixwe derdikevin pêþ. Berjewendîyên partîzanî û sîyasî ketine dibin nîrê xizmeta gel de.

Li rojhilat û baþûrêrojavayê Kurdistan jî gûherandin çêdibin. Lê li bakûr bi taybet PKK ( DTP ) di bêjê „Ko kiçik bê, mezin bê a meye, divê em bin, hemû tiþt emin, kesê dî nîn, berpirsîyarê Kurdistan emin û ji PKK tê pirskirin. Kurdistan tapowa PKK ye û PKK a Abdullah Öcalan e“.

Ji bo van þaþîya ko PKK tê rexnekirin dîktatorîya xwe dijwartir dikê. Wê dîsa got „Eve partî, enî, pere, çek û sileh heye. Werin nav PKK xebat bikin, lê ne xwe em heyîna hewe na pejirênin“. Lê ev sîyaset xetimî ye. PKK di xwazê bi sîyaseta dagirkeran re dîktatorîya xwe hêja berdewam bikê.

Bi kûrtayî miho di karê van xalan bercav bigrê.

1 - Girêdana Imralî
2 - Parastina Cumhurrîyeta Demoqratîk. ( Çima dev ji þerê çekdarî bernadin ? )
3 - Rewþa partîya legal
4 - Sîyaseta di herçar perçên Kurdistan de ko xwe jê berpirsîyar dibînê. þ

* * *

PKK bi van xalan ketîye dij gelê Kurd. Êdî rayagiþtî vê dibînê. Di nav kadir û dilxwazên PKK de jî nerazîbûn eþkere bûwe.Gelek kadir veqetehan, an ji alîyê PKK ve ji holê hatin rakirin. Rêvebirîn ketîye tengasîyê û di xwazê valeyîyên di nav rêxistinê de çêbûyîn ji nûve dagir ê.

Vêca niha PCD ( DTP ) kesên weke Av.Hasip KAPLAN û gelek kesên dî, ko ji alîyê PKK ve hatine qûnrimkirîn, qesta kûþtina wan kirin e, ji Kurdistan ê dane derxistin, çoyîn xwe bi Tirka girtî ne, di kiþînin navxwe. Lê bi taybet ewên wilo ji bo bibin Parlementer li dûv xwe nanêrin, dîsa hevalbendîya wan di pejirênin û di nav DTP de cih digrin.

Niha giranîya merkeza DTP yê ji wan kesayetîyên weke Av. Hasip KAPLAN`in, ticara nikarin bi bawerîyên xwe rabin sîyasetê bikin, tirsandîne, bûne pepûk û jar. Xwezî Av. Hasip KAPLAN ne keta vê rewþa xirab. Bi taybet Nuretin Yilmaz û hin kesayetîyên dî hene rewþa wan tarî ye.

Sala 14; 15. 01. 1989 Li gûndê Cinibrê qeza Cizîra Bota dibin serokatîya Mîralayî Cehfer Tayar Caglayan de pîsîyê insan bi devê insana ve anîbûn. Ji bo vê bûyerê ti nema bi serê me nehat. Bi taybet dewletê êrîþên xirab tanîn ser mi û di zanî akama mi li ser bûyerê pire. Me li berxwe da gazî hemû cîhanê kir. Piþtgirtinên baþ derketin holê. Di qada navneteweyî de ne razîbûnek baþ derket.

Av. Hasip KAPLAN yek ji wayên piþtgir bû. Lê Nurettin Yilmaz hevalê dewleta dagirkerbû, piþtgirê Mîralay Cehfer Tayar Caglayan bû, bi Debabe û Cemsên leþkerî, di nav Cizîra Bota re li dij berxwedana me derdiket. Wê wextê Parlamenter bû, ew bi xwe jî ji Cizîra Bota ye.

Mi çend cara gazî Nurettin Yilmaz kir, lê pere nekir. Piþtre gelê Cizîra Bota ket pey Nurrettin YILMAZ cam û dergehên mala wî bi serê wîde roxandin û ji Cizîrê bazda.

Wê wextê ez dibin çav de bûm. Di hema wextêde polîsên sîyasî ez derxistim ba Dozgerê Mêrdîn. Nurettin Yilmaz ji bo rewþa mi xirab bikê hatibû ba Dozger. Wexta ko mi ew dît, film bi tevayî di serê mi re derbasbû. Di Salona Dozger de, di nav destên Polîsên sîyasî de, mi hemû tiþt girt ber çavên xwe û mi êrîþ berda yê. Valîyê Merdîn jî di eynî qesrê de bi tebeqekî li jor di rûniþt. Gengeþek mezin çêbibû. Nurettin YILMAZ bazda xwe avêt oda Dadgerê Eslîyê. M. Ali Yilmaz pismamê Nurettin Yilmaz zilamekê paqije xwe avêt pêþya min, Polîsên sîyasî bi mire heyîrî mabûn. Hemû wîlayet li navhev ket .........

Nurttin Yilmaz paþê herêm terk kir vegereha Ankara û êdî nehate Kurdistan ê. Vêca niha di rêvebirina PCD ( DTP ) de cih girtîye û giranî ji van kesayetîya. Pesindarên Mehmet AGAR`in. Mehmet AGAR niha çîrokek ji xwere der xistîye, di bêjê herêma baþûrê Kurdistan ( Kerkuk, Musul ) jî axa dewleta Tirko ye.... Gelo di piþt perdê de eleqatên van kesa û Mehmet AGAR çawa ye?

Ji bo ko Av. Hasip KAPLAN nebê palementer, PKK ew bi kûþtinê tehdît kir û ji tirsa PKK Hezex, malbata xwe, cihûwarên bavûkalên xwe, Kurdistan terk kir koçî Istanbolê kir û xwe bi xezûrê xweyê Tirk girt.

Hay hooo û hay hooo rewþabakûr û partîya rebenûjara. Ma hûnê heya kengî dîktatorî yê, leyîstokan li gelê Kurd bikinli û nav hev bixin ?

Ez jî ji PCD ( PKK ) di pirsim :
1 - Gelo bi vê sîyaseta zitî gûherandinên cihanê û Kurdistanê berê te bi kûve ye ?
2 - Kesên hewe dûhî kiribûn mît, ît, ajan û hevalê Deniz Baykal, îro hûn çima li wan vedigerîn ?
3 - Ma ko PKK sîyaseta xwe Kurdistanî, Kurdewarî û Kurdperwer bi gûherê zerer-zîyan çîye ?
4 - Gelo dijmintî û li navhev xistina gelê Kurd ko hûn berdewam dikin berjewendîyên hewe çine ?


05. 12. 2006
M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de


M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=488