DAWETEKE BÝ KELEÞKOV LÝ PRAGA PAYTEXT


DAWETEKE BÝ KELEÞKOV LÝ PRAGA PAYTEXT

Hun miraddar û dilþad bin .. !

Neviyê lehengê Kurd Dr. Abdurrahman Qasimloyê nemir Robert Norlin di êvara 21.08.2006an de li Praga paytext di baxçê mala birêz Dr. Yekta Geylanî ( Dr. Yekta Uzunoglu ) de bi keçikeke Çek bi navê Barbora ku gellek bedew û xweþik e re zewicî.

Beriya ku dawet dest pê bike bûk û zava bi kincên Kurdan yên gelêrî, herwiha bi þal û þapikên pêþmergeyên qehreman rawestiyan pêþiyan kamerayan.



  • Ji alîyê çepê va, zava Robert Norlin û bûka me Barbora Xan.

    Di pê kiþandina wêneyan re maliya birêz Dr. Yekta Monîka Xan derket ser Xanî û dest bi teqîna gulan kir. Mirov digot qey ev der ne Prag e, Kurdistan e. Paþê bi xwarin û vexwarinê dest bi þahiya dawetê hate kirin. Îhsan û Metîn bi stran û awazên kurdî beþdarvan heta nîvê þevê bi kêfxweþî coþ kirin. Beþdarvanên dawetê jî li Praga paytekt li serê çiya li mala birêz Dr. Yekta di nava daristaneke gur de bi lîstikên kurdî rengekî Kurdistanî dane dawetê. Dawetê bi patpatokên hewayî berdewam kir û di dawî de di atmosfereke pir xweþ de dest bi mijûlî û sohbetên þêrîn hate kirin.

    Bê guman dil pir dixwest ku di rojeke wiha xweþ de Dr. Abdurrahman Qasimloyê nemir jî di nav me de ba, tama kaliktiyê derxista û bi daweta neviyê xwe þabiba. Lê mixabin dijmin tirsonek, newêrek û xayîn e ku ew roja xweþ layiqî lehengê Kurd û Kurdistan nedît. Lê çiqas jî þehîdê Kurd Qasimlo di nav me de nebû jî, dilê me bi wî re bû û me ew bi dilgermî bi bîr anî. Mala camêr birêz Dr. Yekta ava be ku ewî bi layiq berpirsiyariya xwe li hemberî lehengê Kurd Qasimlo bi cih anî. Ez ji dil û can spasiya wî, camêrî û mazûwaniya wî dikim ku wî dilsoziya xwe li hemberî Qasimloyê nemir da xuyakirin. Mirov di nûra rûyê birêz Dr. Yekta de didît ku ji kêfa wî re qet gotin tinebû. Çimkî mînanî ku ew di þahiya daweta kurê xwe de bû.



  • Ji alîyê çepê va, Fûad Sîpan, keçika Qasimlo û diya zava Mîna Xan, zava Robert dest bi keleþkov, bûk Barbora Xan, maliya lehengê Kurd Qasimlo Pervîn Xan û birêz Dr. Yekta.

    Li ser pirsa min ji neviyê Qasimlo û zavayê teze Robert Norlin wî wiha bersiva min da û got, ku ew bi kalikê xwe Dr. Abdurrahman Qasimlo pir serbilinde û kalikê wî heta roja qetilkirinê ji bo ku çareseriyeke aþtiyane li Kurdistanê çêbibe xebitî.



  • Ji alîyê çepê va, birêz Dr. Yekta, hozanê gelê Kurd Îhsan û mûzîkvan Metîn

    Hêjayî gotinê ye ku dawet bi taybetî ji kesên malbatî û pir hindik dostên malbata bûk û zavê pêk hatibû. Ji beþdarvanan yên navdar ji komara çek nivîskarê jînenîgariyê ( Bîogirafiyê ) yê herî navdar Xanima Jana Klusakova û kurê xwe Vit Klusak beþdar bûn. Xanima Jana Klusakova li ser jînenîgariya serokkomarê Çek Prof. Vaslav Klaus jî pirtûk nivîsiye. Wê herwiha li ser jînenîgariya birêz Dr. Yekta jî pirtûkek amade kiriye û niha di çapxanê de ye. Kurê wê jî Fîlimçêkerê komara Çek yê herî navdar e. Ji Almanya jî pismamê Dr. Aburrahman Qasimlo birêz Abdullah Îzeptûr, siyasetmedarê Kurd birêz Siracettin Ogûz, hozanê Kurd Îhsan û mûzîkvan Metîn di dawetê de beþdar bûn.



    Almanya, 02. 09. 2006

    FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

    fuadsipan@yahoo.de

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=478