TEROR KÎMYASALA DAGIRKERA YE!


TEROR KÎMYASALA DAGIRKERA YE!


Teror, cek û sileha desthilatdarîya dewletên dagirker e. Dewletên ko serî li dagirkerîyê didin, bi xwe re teror û teror kirinê jî di bin wî welatê ko dagir dikin. Ji ber ko Mêhtingehkar û dagirker di welatê ko dagir kirin de, ji gelê wî welatî bê hêvî ne. Ji ber vê sedemê cek û sileha desthilatdarîya dagirkeran a herî mezîn dibê zor, zilim, talan kirin, wêran kirin, kû§tin û girtin. Piþta xwe didin dîwarê “Teror û Teror Kirin” ê. Ji mêhtingehkaran re dibê cek û sileha “Kimyasal” û þûrê tehdîdê li ser serê gel.

Civaka gel û dagirkeran hev nasnakin, gel piþtgirîya dagirkerîyê nakê. Kultur, cande, irf, edet, civaka gel, civaka dagirkeran - mêhtingehkaran ji hev xerîbin û gelek cida ne. Dagirkerî dibê asteng ko gel ne karibê li xwe bi xwedî derkevê, hemû jîyan bi dagirkeran ve tê girêdan û jîyan tê kelemce kirin.

Dagirker di xwazin hemû rastîya bidin gûhertin. Gel ji nav rehnî û ronahîyê di kevê qebreka re§ûtarî û zêndan ê.

Rewþa dagirkeran û gelê hatî dagirkirin di þibê weke rewþa Þal - Þapikê sipî ko bi pînê reþ hatibê pîne kirin. Di nav gel û dagirkeran de her wextê dibê xire cir, qerqeþûn, Þer, qîr, hewar, berxwedan û xwe parastin dest pêdikê.

Mêhtingehkar ji bo talan kirinê berdewam bikin, teror - terorkirin dibê sileha hemû desthilat darîya wan a herî mezin, weke sileha kîmyasal e. Gelê hatî dagirkirin di kevin bin tehdîda teror - teror kirinê de. Teror di destê dewleta dagirker de dibê Þûrê qetlê li ser serê gel tê hejandin. Bi zimanê dijmin navê §ûrê qetlê dibê demoqrasî.

Teror - Terorkirin ne ti§tek nûwe û ne kar - barê grupekê an karê dewletekê bi tenê ye. Teror zilim, zor, tirs û cefa dan kiþandin e. Ko insanîyetê ciqasî xwestibê xwe bi pêþdetir bi bê, dagirker, mêhtingehkar û dîktatoran ji bo feydên xwe zilm, zor, cefa, teror û terorkirin bi pêþdetir birin e. Ji bo zaliman buwe ceka kîmyasal a herî mezin.

Ji xwe ko di destên dagirkeran de planên teror û terorkirinê nebin, nikarin bi ti awayî di welatên ko dagirkirî de li ser lingan bi sekinin. Bi vê egerê ji bo terorê berdewam bikin, yasayên xwe bi rengûmeng dikin, qilif dikin û parastina xwe pê meþrû dikin.

Lê terora li dijî gelê Kurd tiþtekê cidatir, taybettir e, ji terora di cîhanê de tê kirin jîya wê dûr û dirêjtir e. Hemû bi insîyatîf, bi rêxistin û girêdayî bi sîstema dewletên dagirker veye. Di Kurdistanê de binegiha “Teror - Terorkirin” ê sîyaseta “Dagirker”îye. Sîyaset di bin destê desthilatdarîya “Dewleta kûrd”e ye. Dewleta kûr dewleta kicik”e, di nav dewleta mezin de veþartî ye. Dewleta veþartî biryara sîyasetê di dê. Biryara karên reþ, tarî û terorkirin di destan deye

Di rojhilata navîn de teror bi dîroka dagirkerîyê derketîye holê. Ko ciqas dagirker hatine rojhilata navîn dîsa bazdane an bar kirin e. Lê dagirkerên Kurdistanê xweþ, nexweþ ticara ne xwestine ji Kurdistanê bar bikin û xwe xwedîyê Kurdistan dîtine. Heyîna Netewa gelê Kurd bi fermî inkar kirin e. Ji bo gelê Kurd - Kurdistan azad - serbixwe ne bê, xwîna xwe û xwûna gelê Kurdistan li ser xaka Kurdistan dane rêjan.

Qet kirina Kurdistan bi þerê ko di sala 1514 de di nav dewleta Firsê û dewleta Elî Osman de cêbûwî destpê kirîye. Piþtî 125 sala bi peymana Qesra - Þîrîn di sala 1639 de fermî bûwe. Ji roja “peymana Qesra - Þêrîn” sala 1639 heya niha Kurdistan qet kirîye, dagirkirîye, bi her awayî “Teror - Terorkirin” a dagirkerên Kurdistanê, li ser gelê Kurd, xaka Kurdistanê bê navbir, bi sîstematîk, bi dan standinên dagirkerî, dîplomatîk berdewam e û di Kurdistan de qilifekê fermî li kelha zilmê hatîye kirin.

Sala 1926 dewleta Iraq, 1948 bi cêbûna dewleta Surî, Kurdistan bûwe çar parce. Ango “Teror-Terorkirin”a li dijî gelê Kurdistan car qet zêdetir bûwe, bûwe îdarekirina Kurd û Kurdistan. Gelê Kurd ev rewþ li ser xwe ticara ne pejirandîye, di cihanê de jî ne meþrûwe lê e§rû jî tê dîtin.

Hemû gelên di cihanê de dijîn, kengî bi xwazin di karin “Qedera xwe di destên xwe de bigrin”. Ev di qada navnetewî de fermîye u mafê gelê Kurd`e jî.

Lê hatina DEY li Iraq meþrûîyeta “Teror-Terorkirin“, zilm zor, talana li ser gelê Kurd, Kurdistan hate qedexe kirin û di qada navneteweyî de gav bi gav bû fermî fermî dibê.

Baþûrê Kurdistan îro azade, bi hemû alîyê jîyanê xwedî sewq û îdare ye. Li ser xaka coxrafya Kurdistan xwedî rejim û federasyon e. Sîyaseta “Teror - Terorkirin” ê êdî ni karê li ser xaka Kurdistan`a azad bijî. Sîyaseta dagirker hate hilweþandin û fetisî.

Vekirin û berdewamîya vebûna balyozxaneyên dewletên cîhanê li ser xaka axa Kurdistana azad û pê§wazî kirina serokê Kurdistana azad Meshod Barzanî li DEY, Alamanya, Avusturya,........ Û deverên dî nî§ana bûyera fermî û rastîya ye!

Bi kûrtayî rêberên dagirkerîyê bingeha terorê û teror kirinê ne. Jîyana dagirkeran bi “Teror û Terorkirin”ê ye. Lê nexwe nikarin bijîn, sîyaseta xweya genî bi domênin. Ji ber ko dagirker li dijî gel qatile, sûcdare, dize û talanker e. Zilim, teror, terorkirin cek û sileha dagirkera ye xwe pê di parêzê. Lê aqîbeta dagirkeran a talî bi ser nivzî ji nav gelê Kurd û nav xaka Kurdistan ê bazdan e û serþorî ye. Aqîbeta Sedah Hisên e.

Almanya : Bajarê Biremen, 08. 06. 2006

M. Þerîf Mûþtak

Serif.muestak@gmx.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=463