HEVDÎTÝNA NÝVÎSKARÊN KURD Û ÇEK



HEVDÎTÝNA NÝVÎSKARÊN KURD Û ÇEK

Almanya, 02. 05. 2006 — Li paytaxta komara Çek li Pragê di 27. û 28.04.2006an de di navbera nivîskarên endamên Navenda PENa Kurd û nivîskarên endamên Navenda PENa Çek de hevdîtineke dîrokî pêk hat. Hêjayî gotinêye ku ev hevdîtina bi piþtgirî û alîkariya Komela Kurd li Pragê hatibû organîze kirin. Ji çapemeniya Kurdistanê jî birêz Alî Þokre ji Kurdistan TV du rojan bi me re bû û li ser vê hevdîtinê bi gelek beþdarvanan re hevpeyvîn çê kir.

Di êvara roja yekem de bi silavnama birêz Necîb Balayî organîzetor û moderatorê vê hevdîtinê, bi pêþwaziya serokê Komela Kurd birêz Ahmed Îsmaîl, bi axaftina serokê Navenda PENa Kurd birêz Dr. Zerdeþt Haco û bi axaftina cihgirê serokê PENa Çek birêz Vaclav Danyk wek destpêka dan û standina dostaniyê di navbera endamên herdu PENan de dest pêkir. Hevdîtina me di eynî êvarê de di pê axaftinan re bi xwarin, vexwarin, bi mijûlî, sohbet, henek û pêkenokan heta nîvê þevê berdewam kir. Herwiha birêz Dr. Yekta Gaylanî û birêz Reþîd ji Komela Kurd ji destpêka êvara roja yekem heta roja dawîn him wergerî ji me re kir û him jî bi mêvanan re eleqeder bûn.

Di roja dudiyan de bername bi axaftina serokê PENa Çek birêz Ivan Klima li ser wêjeya dîroka gelê Çek destpê kir. Di pê axaftina birêz Ivan Klima cihgirê serokê Navenda PENa Kurd birêz Mistefa Reþîd awirek li ser dîroka wêjeya Kurdî pêþkêþ kir û bi helbesta Mellayê Cizirî ”Þox û þengê” rengekî xweþ da civînê. Beþek ji vê helbesta delal li jêrê ye.

Þox û þengê, zuhrerengê
Dil ji min bir, dil ji min
Awirên heybetpilingê
Dil ji min bir, dil ji min

Wê þepalê, miskexalê
Dîmdurê, gerden þemalê
Cebheta biskan sema lê
Dil ji min bir, dil ji min

Paþê serokê Navenda PENa Kurd birêz Dr. Zerdeþt Haco ji bo bîranîna Hermann Hesse axaftineke wêjeyî kir.

Mijara axaftina min jî li ser pirsgirêka karîkatûrên li ser Pêximber Mihemed bû.

Birêz Dr. Yekta Geylanî (Dr. Yekta Uzunoglu) êvara roja dudiyan em hemû kesên di vê hevdîtinê de baþdar bûbûn dawetî mala xwe kirin. Camêro ji bo me re zîyafetek gellek xweþ amade kiribû. Di pê xwarinê re her yekî ji me çi bi zimanê Çek, çi bi zimanê Kurdî stran û pêkenok gotin. Bi taybetî mamoste Mistefa Reþîd di vê êvara rengîn de dîsa bi kilam û stranên xwe yên xweþik em mest kirin.

Ez bawer im di cih de ye mirov bêje nêrînên hemû beþdarvanan di encama vê hevdîtinê de hate tespît kirin ku qedera gelê Çek û gelê Kurd pir nêzîkî hev e. Çimkî gelê Çek jî wek gelê Kurd ji destê dagirker û koledaran ve pir kiþandiye. Nivîskarên di vê hevdîtinê de amade bûbûn piraniya wan jiyana xwe ji ber siyaseta dijî koledaran di zîndanan de derbas kirine. Loma ewan hest û hisên me baþ fahm dikirin û di nûra rûyên wan de jî dihate xuyakirin, ku ew ji doza gelê Kurd re pir rêzdar in û me Kurdan ji her gel û neteweyiyên din li Ewropa baþtir fêhm dikin. Hêjayî gotinê ye min berê jî ji mamoste Mistefa Reþîd bihîstibû, ku gelên Yugoslaviya berê ji destê zulimkariya Osmaniyan-Tirkan, ku heta dawiya sedsala 18an berdewam kir, pir hatine êþandin. Loma ew heta niha jî ji Tirkan ne razî ne, hez nakin. Mamoste Mistefa Reþîd her wiha ji min re gotibû, ku mixabin rêxistinên Kurdan ji vê rewþa Tirkan li cem gelên Slav ji bo tevgera gelê Kurd baþ îstîfade ne kirine. Mamoste Mistefa Reþîd berê li wan welatan maye û zimanê wan jî baþ dizane.

Pêwîste li ser birêz Dr. Yekta Geylanî çend gotina bibêjim. Ji vir demek berê di çapemeniya Kurd de jî hate ragihandin ku komîsyona xelata Karl li komara Çek îsal birêz Dr. Yekta Geylanî layîqî xelata Karl dîtiye. Birêz Dr. Yekta Geylanî dê xelata xwe di 01.06.2006an de li Pragê bi aheng bistîne. Ev cara yekem e di dîroka komara Çek de ku beyaniyek vê xelatê distîne. Hêjayî gitinê ye min Dr. Yekta Geylanî di salên 80î de li Bonnê nas kir. Ew demekê li Almanya ma û gellek xizmetên delal yên dîplomatî ku ti rêxistinek Kurd nikarîbû bikira ji Kurdan re kir. Bi saya karên wî wê demê Enstîtûta Kurd di bin serokatiya wî de li Bonnê hate damezirandin. Mixabin Kurd ji hevdu re gurêx in. Ew karên ku bi destê wî hatin çê kirin rêxistinên Kurdên Bakur xerab kirin.

Kesên ji PENa Çek ji bilî birêz Ivan Klima di civînê de beþdar bûn ev in. Birêz Stransky serokê kevin yê PENa Çek xanima helbestvan Jana Stroblova, helbestvan Vaclav Danyk berpirsê ji bo endam û berpirsê têkiliyên bi UNSCO re nivîskar Dana Mojzisova berpirsa Komita Niviskarên di Zîndanan de Libosê Ludvikova berpirsa têkiliyan û berdevka PENa Çek û herwiha xanima Prof. Ph Dr. RN Dr. Helena Haškovcová û mêrê xwe ji Zanîngeha-Zankoya Prag di civînê de beþdar bûn.

Ji baþûrê Kurdistanê nûnerê PENa Kurd birêz Abdulrehman Neqþebendî, nivîskar, helbestvan û lêkolîner birêzan Ehmed Balayi, Fehmî Balayî, Edîb Çelkî, Selwa Gulî û herwiha nivîskarên Alman birêz Dieter Stork û Christian Schneider jî di vê hevdîtinê de beþtar bûn. Ji Bakurê Kurdistanê jî nivîskar û helbestvanên Kurd birêz Nazîf Telek, M. Salih Alptekîn û Mirwet Cacim di civînê de amade bûn.

Almanya, 02. 05. 2006

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=457