RADIYOYA TEHRANÊ DÎSA BI MIN RE HEYPEYWÎN ÇÊKIR

FUAT AKPINAR

Email: akpinar@t-online.de

ALMANYA 28.04.2003



Radiyoya Tehranê ya dewleta Îranê beþa kurdî dîsa bi min ra di roja 26.04.2003 da heypeyvînek çêkir û dê ev heypeyvîn di radiyoyê da bi kurdî û farisî bê weþandin. Pirsa radiyoyê vê carê ji bo gotinên Serokê Zagona Bingehîn a Tirk Mustafa Bumin bû, ji ber ku Bumin di roja 25.04.2003 da li ser salvegera 41 saliya Zagona Bingehîn a Tirk dibêje ku “Eger pirs çareser nebin, bawerî bi edaletê namîne dê mafya bikeve dewrê.” Bumin, balê dikiþîne ser Þûrya Bilin a Leþkerîyê (YAÞ) û ser Sazûmana Bilind a Dadger (hakim) û Dozgeran (sawcî) (HSYK) û dibêje bila biryar bê girtin ku ev her du rêxistin bikevin bin kontrola dadigehê û Zagona sala 1982’yan bê guhertin:

1. Hûn gotinên Serokê Zagona Bingehîn a Tirkan Mustafa Bumin çawa dinirxînin?

Min wiha got:
Ev pirsên ku Serokê Zangona Bingehîn a Tirkiyê Mustafa Bumin qal dike û dibêje bila di warê hiqûqê da guhertin çêbibe û her tiþt têkeve bin kontrola hiqûqê, gotinên demokratîk û maqûlin. Mustafa Bumin bi van gotinana balê dikiþîne û dixwaze hikûmetê hiþyar bike da ku li Tirkiyê Zagona Bingehîn bê guhertin û her tiþt li Tirkiyê bi awayê demokratîk pêk bê. Lê belê ez bawerim heta li Tirkiyê pergala (sîstem) kemalîzmê neyê guhertin, tu tiþtek nayê guhertin û bi awayê demokrasiyê nameþe, ji ber ku kemalîzim pêþiya her tiþtî girtiye. Jixwe van rojana endamê parlemena Ewropa parlementer Arie Oostlander Endamê Koma Xiristiyanên Demokrat ê Holandî jî raporek li ser Tirkiyê ji bo parlemena Ewropayê amade kiribû û ew jî di wê raporê da balê dikiþîne ser sîstema îdeolojiya kemalîzmê. Yane bi kurtahî heta li Tirkiyê sîstema îdeolojiya kemalîzmê neyê guhertin tu tiþt nayê guhertin. Divê li Tirikyê berî her tiþtî li ser kemalîzmê bi firehî bê minaqiþe kirin û ji her warî da guhertin çêbibe. Heta elîtên tirkan hazir nebin ku li ser kemalîzmê minaqiþe bê çêkirin û sîstemeke nû ava nebe Tirkiye ji tengasiyan xelas nabe.

Kemalîzim wisa teng difikire ku elît û brokratên tirkan kiriye rewþeke pir xerab. Ka binêrin li Tirkiyê hê mirov bi awayek fermî nikare qala kurd û Kurdistanê bike. Ji ber ku hebûna gelê kurd înkar dikin hê di tu biryar û qanûnek tirkan da gotinek qala kurda nehatiye kirin. Ez dikarim mînakê bidim dema li Tirkiyê an jî li bakurê Kurdistanê kurdek derê pêþiya dadgehê (Mahkemê) û bi kurdî biaxive, dozger û dadgerên tirkan di raporan da dibêjin ew kes bi zimanekî ku nayê famkirin diaxive (qise dike). Ev tenê baþ nîþan dide ku dewleta tirk û dadgehên wan di pirsa kurdan da çi qas bi siyasetek þowenîst û nijadperestî diþopînin û bi vî awayî bi milyonan kudan înkar dikin. Mesela ez baþ dizanim li Îranê, Tehranê cadeyeke mezin navê wî Kurdistane, li ser riya wê cada Kurdistanê jî Enstîtuya Kurdistan heye û di Radyoya Tehranê da beþa kurdî heye û ji herêma kurdan ra bi awayek fermî dibêjin Kurdistan. Evan gotinana li Tirkiyê hê tabûne. Dewleta Tirk hê li pê turbanê ketiye û realîta welatê xwe înkardike û dibêje bila di brokrasiyê da turban tunebe. Dewletek siyasetek wisa bidomîne û rewþa welatê xwe nazneke, ew dewlet nikare pêþda here, ew dewlet mecbûre di pêþerojê da mehkûm bibe.
Dawiyê da radyoya Tehranê ji bo nêrînên min sipasiya xwe kir û min jî sipasiya wan kir ku ev îmkan da min ku ji kurdên li Îranê dijîn nêrîn û ramanê xwe bi dengê radyoya wan bigihîjînim gelê Kurdistan û Faris.

Ev heypeyvîn 8 deqe kudand.







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=45