K U R D I S T A N

FUAT AKPINAR

ALMANYA 06.05.2003




Birîna deman û zeman
Daxwaza pir dewlet û miletan

Ji bo dewlemendiya te, her dem û zeman
Serê me kete derd û kul û xeman

Em xelas nebûn ji van cinawiran
Cinawirên çol û çiyan

Kes nizane ew ji kuderê ne
Ew rawilên der û beran

Ne dizanin însanetî û cînartî
Ne jî mirovatî û wekhevtî

Me înkar dikin li ser axa me
Ew yobazên bê bawer û bêseriyan

Cinawirek ji holê rabû
Navê wî jî Sedamê tolê tolan

Mane sisê li vî dewran
Ew jî wek sêfîl û sêwiyan

Tenê ji zorê dizanin van belangazan
Zorbetî bûye pîþeya wan tazî û birçiyan

Kurdistan tu pir xweþî, gula geþî
Bi gazî û hawar î, tu pir bi êþ î
Sebra te nema, bi keser tu dikalî
Bi nalîn û zar î, te em kirin vî karî
Kurdistan bo kesî nabî welat
Bilî kurdan ji kesî ra nabî xelat

Waye destpêkirin lawên te
Tu loman neke, dê sivik bikin barên te

Perçek rizgar û azad kirin xwediyên te
Dê derman bikin birîna te







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=44