Mizgîn ji Kurdan re !



Mizgîn ji Kurdan re !

Serokê Belediyeya Diyarbekirê ya mezin qurs'a zimanê tirkî vekir.

Kurdistan, 14. 01. 2006 — Gotineke pêþyan heye ku dibêje ”Her ku serî mezin dibe q..n, ecêban dibîne”. Em bi gotineke qerejdaxiyan jî vê gotinê qewîntir bikin ku dihat gotin, ”Ji mala Osoyî sê ( 3 ) bira hebûn û jinên hersê birayan bi himil bûn. Gava zarokên wan çêdibûn, xulamê mala Osoyî ji xelkê re digot, ''Mizginî, mizginî zarokê mala Osoyî çêdibe.” Lê dema zarokên wan him,ne'r,him me'( NE'R - ME' ) bûn. Lê xulamê mala axê deng dida gundû û cîranan ku sebiyê mala axê ( oso ) bê hemd hatiye, bila gazinca kesî tune be.


Ez jî dibêjim :
Gelî kurdino, cînarno û malbatno û ew kesê we bihîstibin an ne bihîstibin; ji we hemûyan re mizgînî! Serokê þehriyarê Amedê qursa zimanê tirkî vekirî ye. Yanî merîv ecêbmayî dimîne bê ev çiye ? Hemû proplemên kurdan nema, her der gul û gulistanî ye, bes kêmasiya me kurdan zanabûna tirkî maye. Bi qasî ku me bihîstîye ev qurs weha ne ku qursên tiroviro ne. Ev qurs weha ku, hemû kesên beþdar dibin zimanê tirkî li gora lugatê û bi nazîkî bila bi axifin, hem jî binivîsînin.

Merîv kane bêje ku xwedê arîkariya beþdaran bike. Dîsa bi qasî ku me bihîtisiye ew kesên ku beþdarî qursa tirkî dibin gelek ji wan emrên wan mezin in. Xwede carna du taliya emrê merîvî de wî ezîz dike, carna jî rezîl dike. Gelek caran kurd jiyana xwe bi qedera xwe ve ( di metafizikê de ) girê dide. Yanî, dibêjin ku xêr û þer ji terefê Xwedayî ve ye. Heger ne qeder û þans bûya, ma kurd dê beþdarî qursa tirkî bibûna ? Wan dê ji serokê belediyeyê re negotaya ku heyran ma wa ye, li ber me - nêzime li BAÞUR dewlêta me çedibê ( çêbuye ) ji vê seette þunde - paþê, ma ji me rê çi pewist e kü em bi zimane tirkî baþ fêm bibin? Yanî armanc pir garîb e !.

Wekî hûn zanin li eskeriyê ji terefê çawîþê tirkan ve ji bo xortê kurdan bi navê ''Eli Oqûlû'' qursan vêdikin. Ji bo van qursan xortên kurd kotekan ( sîle û piînan ) dixwin. Xortên kurdan yên reben ji tirsa nikanin tiþtekî ji çawiþê tirkan re bêjên. Lê malûm e ku ew kesên beþdarî qursê dibin nikanin ji amîrên xwe re tiþtekî bibêjin. Yanî, bi kurtasî him PKK û him jî hevalbendiyên wan dev ji doza kurdî berda ne. Heger we taqîb kiribe ev çend sal in PKK û serokê wê, partiyê wan û þaredarên wan, ji çend mehan carekê plan - projeyan derdixin. Ev proje jî hemû li dijî mafê kurdan in.

Heger we xwendibe, min di tarîxa 03.11. 2005an de, di www.netkurd.comê de di nivisa xwe de gotibû ku'' tercuman di navbera kuradn de'', ev proja tirkî çend sal in di mejiyê PKKyê û HADEPê û þaredariyên wan de hebû. Yanî, heta niha me ev sosreta þaredariya Amedê karîkatorîze kir, lê ji vê seetê þûn de, em ji hev re rast bêjin ku ev projeya ya þeþaredariya Amedê gelekî þerm e û ji bo me telûkeyeke mezin e. Divê herkes vê meseleyê bîne zimên.

14. 01. 2006

Alî Bûran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=437