Ey Reqîb Li Kurdistana Rojava



Ey Reqîb Li Kurdistana Rojava

Almanya, 25. 10. 2005 — Wê nêzikde Ey Reqîb li Kurdistana Rojava yê were xwendine, û hin gelek ji partiyên Kurdistana Rojava yê, Sîrûda “Ey Reqîb ” ezber nekirine. Cîhan tevda dizane, û dibîne ku rijîma Suriyê ya Beeasîyan rijîmeke diktatore, xwîn rij û xwîn vexware. Lê hin ew partiyana naxwazin bibînin. Desthilata Amarika û bi tevî Eoripayê dibêjin dema rijîmên diktatorî li rojhilata navîn dawiya xwe hat. Û hin ew partiyê me li Kurdistana Rojava yê ji tirsanra bawenakin, an naxwazin bawerbikin. Îsrail hindik maye ku werê Suriyê ü ew pilanên xwe yê ji demeke dirêjva pêkbîne. Û hîn ew partiyana nikarin mafê Kurd li Kurdistana Rojava yê wiha zelal bi darxin.

Ey gelê Kurd yên tirsonek, heger ku milet we biborîne, lê dîrok, we naborîne û navê we di lista reþda binivîsîne.

Gelo heger ku serokên rijîma Suriyê bi xwe bi hevdû ketine û her yek rûyê yê din reþdike çima ew partiyê.

Kurd hin bi rijîmê diktator bawerdikin. Gelo kengê wê ew partiyana serî hildine û bêjim bimre rijîma Suriyê û her bijî fedraliya li Suriyê, anjî bêjin bijî Kurdistanek serbixwa. An wê bi tirsa xweva bimrine ?


25. 10. 2005


Hêjarê Kurd







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=421