Þofîniya Süriyê



Þofîniya Süriyê

Zimanê kurdî li New York di ser çavê Erebanda lêket. Ji vê demê ü virda zimanê kurdî wê bibe Taca serê dijminane. Ne Ereb ü ne Faris ü ne Tirk îdî dikarin Zimanê kurdî qedexebin. Ji ber ku kurdî di nav sed ü pênce desthilatên cihanêda hate bilindkirin. Bi taybetî þofîniya süriyê îdî nikare bi carde kurditana Süriyê înkarbike. Îroj kî bi desthilata Süriyêra bisekine. Ew Alîkarîya çênekirina kurdistanê li Sürê dike. Ji ber hinek Partiyên kurdî li hindir Süriyê dibêjin Sürî welatê meye ü ji ber wê em bi Sürêra li dijî êrîþên ku ji derva werine Sürê disekinin. Li vir ez dixwzim ji wan kesan bipirsim, bira kî dijminê meye, sürî an Amerîka ? Ev bü bêhtirî çil salî ev rijîma sürê me dixe zindanan ü mafê kurdî diþewîtîne. Ev rijîm ; wê çawa bibe dostê me kurdane .

Ta îro zimanê kurdî li hindir kurdistana Sürê qedexeye. Lo gelo ev kesana ta îroj dost ü dijminê xwe ji hevdü dernakin. Ger ev rêberê me kurdanbin, divê em her kesek herin ji bo xwe kefenikî bikirin ü xwe têxin nav Axa giran. Bira ew rijîma ku zimanê me qedexedike, Ev rijîm ticarî nabê dostê me kurdan. Di bîr ü baweriya minda ew kesên ku îroj bi þofîniya Sürêra disekinin, Ew dijminê kurd ü kurditanêne .

16. 09. 05


Hêjarê Kurd






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=420