HOVÎTIYA SADAM



HOVÎTÝYA SADAM

Almanya, 18. 10. 2005 — Televîziyona Alman, kanala dudiyan ZDF di êvara 16.10.2005an de di saet 23:30î de bernameyeke taybet li ser hovîtiya Sadam Huseyîn weþand. Navê bernamê wihabû ”Saddams Verbrechen“ ( Tawanbariyên Sadam ). Bername ji aliyê rojnamegerê televîziyonê yê Alman birêz Gwynne Roberts ve hatibû amadekirin. Mijara vê bernameyê li ser 8000 Kurdên enfalkirî ji malbata Barzaniyan bû, ku di sala 1983an de ji aliyê rejima Sadam ve bi hovîtî ji cîh û warê wan bi destê zorê hatibûn revandin û li çola Ereban hatibîn qetilkirin.

Rojnameger birêz Gwynne Roberts wiha diaxivî ”heta ji vir demek berê jî þopa wan nehatibû dîtin. Bi salan li her derê ew li welatên xwe wek “miriyên dijîn” dihatin bibîranîn. Ti kesî ne dixwest û ne jî bawer dikir, ku ew mirine.”

Bernameyê bi hevpeyvîneke kurt bi serokê Kurdistanê birêz Mesûd barzanî re destpêdike. Birêz Barzanî di bernameyê de hovîtî û neheqiya ku li Kurdan ji aliyê rejimên herêmê ve hatiye kirin anî ziman. Paþê rojnameger Gwynne Roberts bi rojan bi wezîrê kar û barê mafê mirovan birêz Dr. Mohammed Ihsan re ji Hewlêrê heta nêzîkî bajarê Baasrayê li ser þopa qetilkirina Kurdên Barzanî digerin. Mîsiyona birêz Dr. Mohammed Ihsan ew bû, ku him belge û dokûmentan li ser Sadamê xînxwar berhev bike û him jî þehîdên Kurdan derîne holê, ku li kûderê hatine binaxkirin. Rêwîtiya ekîba wezîrê birêz Dr. Mohammed Ihsan ji Hewlêrê destpê dike heta çola Ereban û li nêzîkî Baasrayê berdewam dike.

Birêz Dr. Mohammed Ihsan li ser rêya xwe nêzîkî Bexdayê hin dokûmentên di dema Sadam de, ku ji aliyên hin kesan ve hatine veþartin jî bi peran dikire, ku wan belgeyan di dadigeha Sadam de wek delîl û îspat rayê bide. Di encama lêkolînê de birêz Dr. Mohammed Ihsan xwe digihîne bajarê Dîwaniyê û li wê derê bi gundiyên Besiyan an jî Bûsiyan re li ser qetliyama Sadam bi gundiyan re diaxive û dibêje ”ez soz didim we, eger hûn alîkarî me bikin, ku em þehîdên xwe bibînin, ezê pir pere bidim we”. Di destpêkê de gundî hemû bi teredut li meselê dinêrin, lê di encamê de hin kes lê dixebitin, ku alîkariyê bikin. Ji wan mirovan yek bi navê Abû Naîf wê dema qetilkirina Kurdan þoforê seyarê bûye û cihekî rayê ekîba birêz Dr. Mohammed Ihsan dide. Ew dest bi kolandina erdê dikin, lê tiþtekî nabînin. Lê Muxtarê gund heta 10 rojan qet dengê xwe nake. Birêz Dr. Mohammed Ihsan li ser bêdengiya Muxtar wiha dibêje”Muxtarê vî gundî ji sala 1965an vir ve Muxtar e. Ne mimkûn e, ku haya wî ji vê qetliyamê nîne û ne mimkun e, ku ew nizanibe þehîdên me di kûderê de hatine veþartin”. Bi rastî ez heyrana cesareta wî wezîrê hêja mam, ku ewî bi cesaret, înad û sebir di dawiya dawî de xwe gihand termên wan þehîdan. Lê hêjayî gotinê ye, ku birêz Gwynne Roberts jî di vir de bi cesareteke pir mezin ev karê hanê pîroz ji bo Kurdan bi kamara xwe kiþand.

Dema birêz Dr. Mohammed Ihsan bi dozerê cihek da kolandin, di binê erdê de termên wan þehîdan derket. Îspata her mezin jî ew bû, ku hemû þehîdên Kurdan bi kincên wan hatibûn binaxkirin. Birêz Dr. Mohammed Ihsan kincên wan þehîdan rayê dida û digot ”binêrin ev þal û þepik e, tenê li herêma Barzan tê lixwekirin û îro jî li herêmê mêr van kincan li xwe dikin”.

Ez naxwazim hemû Ereban tawanbar bikim. Lê ewên ev hovîtî û barabarî li ser Kurdan kirin, hemû Ereb in. Ereban birînên pir kûr li ser gelê me hîþtin. Ew ewqas hov in û dûrî hemû pîvanên mirovatiyê ne, ku him li ser Kurdan qetliyam bi kar anîn û him jî cihê þehîdên me bi peran firotin. Ev jî tê wê wateyê ku pere, mal û milkê dinyayê ji van hovana re her tiþt e. Dînê wan jî, îmana wan jî, namûs û þerefa wan jî pere ye. Bila êdî ti kes ji Kurdan gazinan neke. Kurd nabin birê hovan. Ew hovên bi pera termê þehîdên me bidin, ew ne mirov in, ew hirç û hov in.

Dijminên Kurdan ewqas bi hovîtî êriþî malbata Barzan kirin, ji malbata Barzan ditirsiyan û ditirsin, ji ber ku malbata Barzan hîmê tevgera Kurd û Kurdistanê ye, loma. Ji ber ku malbata Barzan malbateke bi pirensîp e û ji ber ku îro li herçar perçên Kurdistan ti çiya û kolan nîne, ku wan ji bo tevgera Kurd û Kurdistanê þehîd nedabin. Loma navê Barzan ji bo her Kurdekê û Kurdekî bûye sembola azadî û serxwebûna Kurdistanê. Malbata Barzan malbateke bi þan, bi þeref û serbilindiya hemû Kurdan e. Bi saya tevgera malbata Barzan, bi saya serê Melle Mistefa Barzaniyê mezin mîlada Kurdî dest pêkiriye. Loma Barzanîzim ji bo Kurdan îdeolojî ye.

Ew Kurdên ku vê realîtê nizanibin û nas nekin, ew kor in, ew kher in, ew lal in.


Almanya, 18. 10. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=418