DU TOFANÊN MEZÝN - BEXDA Û LOUÝSÝANA



DU TOFANÊN MEZÝN - BEXDA Û LOUÝSÝANA


ÝRAQ - BEXDA, 31. 08. 2005

ALMANYA, 01. 09. 2005 — Bi deh hezaran Erebên Þiî doh ( 31. 08. 2005 ) bi merasimeke olî xwestin li Bexdayê herin mizgefta Qadmiya. Beriya ku ew xwe bigihînin mizgeftê li ser pirê panîk çêbû, ku goya hatibû gotin, yek an jî hin kes wê bi bombeyan xwe li ser pirê biteqînin. Li ser vê bûyerê bi hezaran kes xwestin jiyana xwe bi lez û bez xelas bikin, lê mixabin, ku bi sedan kes xwe ji ser pirê de avêtin nav çemê Dîcle û bi pelixandinan di vê tofana bi tirajedîk de heta niha ji hezar mirovî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dane.

TERORÎZMA LÝ ÝRAQÊ SEDEMA VÊ TÝRAJEDÝYÊ YE

Roxandina rêjîma Sadam Huseyîn li Kurdistanê û Iraqê bi hesabên pir dewlet û kesan nehat. Ji wan dewletana yên ku ne dixwestin Uris, Fransa, pir dewletên Ereb û bi taybetî jî yên ne dixwestin ku Sadam ji holê rabe Almanya û Tirkiyê bûn. Çapemeniya Alman û Tirkan ji terorîstên Bees re, ku li Iraqê û Kurdistanê mirovan dikujin, xelkê ditirsînin û ji holê ra dikin re wiha dibêjin “Insurgenten”, “Rebellen”, “Aufständischen” û “isyancýlar” û hwd. wergera van gotinên Almanî û Tirkî hemû wiha ye, yanê “îsyankar” Tirk û Alman ji destpêka þerê dijî rejima Sadam heta niha ji terorîstan re îsyankar dibêjin. Ev çewtiyeke pir mezin e. Kesên ji terorîstan re bêjin îsyankar di wijdan û moralên wan de þupheyên pir mezin hene. Bi rastî bûyera li Bexdayê ji sînorê sebra mirovatiyê derbas dibe.

DYA-LOUÝSÝAN

Bager û bahoza ku bi coþ û hêz dizivire û çi li pêþiyê be xerab dike, ku jê re li Amerîka “HURRIKAN” dibêjin, li herêma Lousiana û Mississippi nêzîkî 2 mîlyon însan bê mal û xanî hîþt. Heta niha bi sedan mirov mirine û têye gotin, ku dê hejmara kesên jiyana xwe wenda kirine ji hezarî zêdetir be. 5 mîlyon însan bê ceyran ( kerebe ) û av mane. Herêma Louisiana sedî heyþtê di bin avê de maye. Bajar, gund û kolan hemû 7 metre di binê avê de ne. Bajarên li herêma Louisiana yên mezin, ku di binê avê de man e, bajarên wek New Orleans, Mississippi û Alabama ne. Serokê DYA George W. Bush herêma Louisiana wek warê tofaneke mezin îlan kir û daxuyanî da, ku him bi alîkariya leþkeran û him jî ji aliyên sivîlan ve alîkarî bêye kirin. Tirsa herî mezin jî ew e, ku ji ber pîsî û qirêjiyê nexweþiyên tîfo û kolera peyda bibin. Çimkî av pîs e, rawil, mar û miþk di nava avê de ne, mirov bê ava paqij in û nikarin tiþtekî bikin. Amerîka bi hemû derfetên xwe lê dixebite, ku kesên bê mal û xanî mane barbike û bibe herêmeke din. Yanê bi kurtahî tofaneke mezin hatiye serê mirovên ku li herêma Louisiana û derên din dijîn.

HURRÝKEN

Koka gotina Hurrikan ji zimanê Hindî tê û mana wê “bayê Xwedê” ye. Lê êdî di zimanê Îngilizî de cih girtiye û tê wateya bager û bahoza bi hêz û coþ, ya ku li ser behrê çêdibe û dizivire. Hurrikan li Atlantîk û Pasîfîk cihên bi tiropîkal di navbera meha 5an û ya 12an de çêdibe. Di salê de kêm zêde 15 caran tofana Hurriken pêk tê. Hêza bagera Hurriken ji 118 km zêdetir e û hin caran jî hêza wê heta 300 km berjor diçe. Sedemên vê bagerê ew in, ku dema germa ava behra Atlantîk û Pasîfîk ji 27-30 dercan berjor dibe. Ji ber ku atmosfera me her diçe germ dibe, loma germa avê jî zêde dibe û hêza tofanê jî di pey re zêde dike.

Belê mirov nikare li pêþiya tofanên suriþtî wek Hurrikan, Tsunami, Erdhej û Volkanan bisekine. Jixwe tofana ku hê mirovatiyê nedîtiye kevirê Astroid e, ku dê rojekê were li zemîna me bixe û belkû mirovatiyê bi carekê ve ji holê rabike. Mirovatî li hemberî tofanên suriþtî belengaz e, bê çare ye û nikare li dijî çênebûna wan tiþtekî jî bike. Ev dinya ku ti kes naxwaze parve bike, dê rojekî nebe milkê ti kesî jî.

Çavkanî :
http://de.wikipedia.org/wiki/Hurrikan

http://www.wissen.de/xt/default.do?MENUNAME=Suche&SEARCHTYPE=topic&query=hurrikan

ALMANYA, 01. 09. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=402