KAMPANYA NAVENDA PENA KURD JÝ BO DR. ROYA TÝLOOÎ LÝ ROJHÝLATÊ KURDÝSTAN ....


KAMPANYA NAVENDA PENA KURD JÝ BO SERBESTBERDANA XANÝM DR. ROYA TÝLOOÎ LÝ ROJHÝLATÊ KURDÝSTAN JÝ ALÝYÊ REJÝMA ÎRANÊ VE BERDEWAM E

Almanya, 27. 08. 2005 — Min di çerçova kampanya Navenda PENa Kurd de ji bo girtina xanima Dr. Roya Tilooî ku li Rojhilatê Kurdistan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye zîndankirin, îro ( 27.08.2005 ) li Almanya li bajarê Bielefeld bi alîkariya Dr. Michael Vesper wezîrê çandî ( Kultûrî ) yê kevin li herêma Nordrhein-Westfalen û mepûsê niha yê parlemena herêmê yê ji partiya keskan nameyek da wezîrê Almanya yê derve Jischka Fischer . Min kopiyek nameyê jî da Dr. Michael Vesper. Hêjayî gotinê ye, ku jina Dr. Michael Vesper û hevala wezîr Joschka Fischer herdu jî bi eslên xwe ji Îranê ne.

Min di nameyê de bi taybetî ji wezîr Fischer tika kir, ku ji bo xanima Dr. Roya Tilooî sefaret-balyozxana Almanya li Tehranê têxe dewrê, ku ew di dermafê wê de agahiyan derînin meydanê, ku rewþa wê di çi gihanekê de ye û ew bi têkiliyên xwe ve bi rejima Îranê re lê bixebite, ku xanima Dr. Roya Tilooî ji zîndanên rejîmê bêye berdan.

Wek tê zanîn, di pê kuþtina welatparêzekî Kurd li Mihabadê, gelê me li gellek bajaran çalakî çêkirin û rejîm protesto kir. Li ser van bûyeran heta niha bi dehan welatparêzên Kurd hatine qetilkirin. Rejîma Îranê ya çavsor çalakiyên Kurdan li Rojhilat di çapemeniya xwe de wek ”Hooligans” û ”Anarþîts” dide rayêdan.

Ezê di pê bersiva nameyê ji wezareta derve ya Almanya li ser mijarê dîsa bisekinim.

Almanya, 27. 08. 2005

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=400