SÝYASETA ÇÝRTO Û VÝRTO LÝ TÝRKÝYÊ BERDEWAM E



SÝYASETA ÇÝRTO Û VÝRTO LÝ TÝRKÝYÊ BERDEWAM E


Almanya, 12. 08. 2005 — Beriya ku Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan di 12.08.2005an de here Amedê, wî di 10.08.2005an de di wezareta xwe de bi qaþo hinek rewþenbîrên Tirk re civiya û di pê re daxuyaniyek da û wiha got, “Evet bir Kürt sorunumuz var” ( Erê pirsgirêkeke me ya Kurdî heye ). Recep Tayyip Erdoðan li Amedê jî gotinên xwe dubare kirin û wiha got, ”Kürt sorunu benim sorunum” ( Pirsgirêka Kurdî pirsgirêka min e )

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@nvid~616646,00.asp

Ka em guh bidin nîniyên Recep Tayyip Erdoðan yên berê ku min di gotarên xwe yên berê de nivîsîbûn û ezê paþê dîsa vegerim ser mijara jor :

URIS - Moskow dem 24. 12. 2002

Pir zêde zeman derbas nebû di roja 24.12.2002 Erdogan li Moskovayê bi karkerê Kurd Zülikar Boran re, yê ku ji Qersê ye, li ser kêþeya Kurd kete nava nîqaþan û got: "Ez dibêjim kêþeyake wiha tune ye." Gerînendeyê Giþtî yê Weþanê yê Hürriyetê ( Genel Yayin Yönetmeni ) Ertugrul ÖZKÖK di nivîsa xwe ya roja 26.12.2002'yan de der heqê Erdogan de wiha dinivîsîne: Erdogan'ýn "yakýn çevresinden" bir kiþi þunu söylemiþ: "Genelkurmay ne derse hükümet olarak biz ona uyarýz, onun ötesinde bir davranýþ tarzýmýz ve sözümüz olmaz. "Kesekî ji derdora" Erdogan ku zêde nêzîkî wî ye wiha gotiye : "Serleþker çi bibêje em wekî hikûmet pêk tînin. Ji bilî wê, em nikarin bi awayekî din tevbigerin û em tiþtekî jî nabêjin." Belê eger Erdogan ji niha ve, vê yekê bike, ewê di demeke pir kurt de felaketeke mezin bîne serê xwe û serê partiya xwe. Gotineke Tirkan heye, dibêjin: "Herkes gider Mersine, bizimki gider tersine." Niha jî tifaqa Erdogan û hikûmeta wî ye, herkes dihere Mersînê, Erdogan û hikûmeta wî jî diherin tersînê. Dewlet û hikûmet ji bo ku ji gelê xwe re xizmetên baþ bikin li ser îktidarê ( desthilatdariyê ) ne. Dema þaþiyan û nebaþiyan bikin, dibe ku ji îktidarê bikevin û kesên diha baþ siyasetê dikin werin ser îktidarê. Dewlet bi çirtotî û virtotî her dem nameþe. Di dîrokê de gelek dewletên li gelê xwe û gelên din neheqî, xirabî, nebaþî û înkarî kirine, ji holê rabûn; çûn ketin çopa dîrokê.
  • http://www.pen-kurd.org

    BEYRÛT-ROJNAMA HAVADIS meha yek 2004

    Ka binêrin qubedeyî ( kabadayý ) yê Kasim Paþa Recep Tayip Erdoðan ji vir demek berê di der mafên Kurdan de di rojnameya ereban de, ya bi navê ”Havadîs”, ku li Beyrûtê têye weþandin, di meha yekem a sala 2004an de çi? Dibêje, ew derbarê mafên Kurdan de wiha dibêje, “Eger li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê li dijî wê jî þer bikin”.
  • http://www.pen-kurd.org

    NORVEÇ - Oslo dem 11. 04. 2005

    Recep Tayyip Erdoðan di serdaneke xwe de li baytextê Norveç, li Oslo, di pirsa Kurdî de wiha dibêje:

    Kürt azýnlýðý kavramý yok ( têgehek hindikahî bi navê Kurdî tine ye )

    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2005-04-11-m@nvid~561948,00.asp

    Sedemên guhertinê çi ne ?

    1 - Amerîka zorê li Tirkan dike, ku Tirk di siyaseta xwe de di pirsa gelê Kurd de guhertinan çê bikin.
    2 - Ji ber ku dema muzakerê bi Yekîtiya Erwopa re hindik maye, Tirk dixwezin bi van daxwiyaniyan devê Ewropiyan di pirsa Kurdî de bigirin.

    Ji ber ku serleþkeriyê ji Recep Tayyip Erdoðan re gotiye erê, loma hukumeta Tirk ji bo van sedemên li jor dixwaze çavên xelkê di pirsa Kurdî de bigire. Jixwe hên ne belû ye, ku Tirk di 03.10.2005an de dest bi muzakerê bikin yan na. Ji dewletên Ewropa, bi taybetî Firansa, ji niha ve bi dîplomasiya xwe dest pê kiriye, ew li dijî muzakera di meha dehan de bi Tirkan re dertê û Firansa ji 25 dewletên YE re name bi rê kiriye, ku li dijî dan û standina Tirkan bi YE re derkevin.

    Niha çi bû, ku Serokwezîrê Tirkan Recep Tayyip Erdoðan helwesta xwe guherand.

    Jixwe di gotara Gerînendeyê Giþtî yê Weþanê yê Hürriyetê Ertugrul ÖZKÖK de baþ tê xuyakirin, ku Recep Tayyip Erdoðan bê destûra serleþkeriyê nikare ti tiþtekî jî bibêje. Çimkî Recep Tayyip Erdoðan bi daxwaza serleþkeriya Tirkan hate ser text, ger wisa nebûya, wî serokwezîrtî di xewna xwe de jî nedidît.

    Ev gotinên Recep Tayyip Erdoðan, ku ew pirsgirêka Kurdî dipejirînin qet ti tiþtekî jî îfade nake, heta dewleta Tirk bê sînor mafê gelê Kurd qebûl neke, binê van gotinan hemû jî vala ye, tenê ji bo demê ji bilî çivanokiyê ji ti tiþtekî re jî nabe û ti kes jî li ser van gotinan nayê xapandin. Serokwezîrê Tirkan yê kevin Sulêyman Demirel jî di sala 1991an de li Amedê got, ku goya ew realîta Kurdî nasdikin. Di dema Demirel de ji bo Kurdan çi hatibe guhertin, wê di dema Recep Tayyip Erdoðan de jî ew bêne kirin. Belkî di vê demê de tiþtên diha talûke li dijî Kurdan li Bakur bêne ceribandin. Lê ji ber ku dewlet ne durist e û di tengasiyeke pir mezin de maye, loma ew her carê ceribandineke nû dikin. Nasredîn Xoce rojekê dihere ber golê, hinek mast wek havên davêje nava golê, ku bimeyîne. Mirovek jê dipirse, dibêje Xoce ! Tu çi dikî ? Ew dibêje, ez golê dimeyînim. Ew mirova jî jêre dibêje, Xoce ev gol dê çawa bi vî mastî bimeye ?. Xoce jî dibêje, lê belkî meyî !. Niha tifaqa Tirkan û Pirsa Kurdî ye. Tirk dê her carê tiþtekî biceribûnin.

    Almanya, 12. 08. 2005

    FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

    fuadsipan@yahoo.de






  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=397