ÞEHÎDÊN HEWLÊR ALA SERXWEBÛN Û AZADÎYÊ NE !

M. Þerif MÜÞTAK


ÞEHÎDÊN HEWLÊR ALA SERXWEBÛN Û AZADÎYÊ NE !

4 ê miha Gûlanê li Hewlêr paytexta herêma Kurdistan li ber baregeha navxwe yî ji bo ser lêdana polêstîyê ko gelek xort kom bîbûn teqandina xwe kûjî çêbû. 46 Kurd þehîd û 71 Kurd birindar bûn e. Li gor agahîyan çalekî di þibê a 1 ê Sibatê 2004 li Hewlêr Samî Abdurrahman jî têde gelek kesên bi rûmet þehîd ketibûn. Ji bo malbatên þehîda û gelê Kurdistan dilêþ mezine. Þehîd, û birîndar bedelê serxwebûn û azadîyê ne. Gelê Kurd kelha zilmê roxand. Rehma xûda li gora þehîdan, þefa ji bo birîndaran, sersaxî ji bo hemû malbat û bi taybet serokê PDK-I Meshod Berzanî re.

2 ê gûlanê di rûpelên internetan de sernivîsek a mi hebû „Eve dijmin, ma wextê fen û xapa ye?“ Bi rastî di Kurdistanî û Kurdewarîyê de fen û xap firseta didin dijmin, rêya neyaran rehnî dikê. Mam Celal bi Kurdistanî û Kurdewarîya Meshod Berzanî, bi peymana nav xweyî bû serokê Iraq. Fen û xap ne ji bo berjewendîyên gelê Kurdin. Kurd di bînin, bûyeran jî baþ di þopênin. Pêwiste Mam Celal arîkarê Kurdistanî, Kurdewarî, Perlemana Kurd bi yekkirin, ji dil û can piþtgirîya serokatîya M. Berzanî a herêma Kurdistan bê. Qoordînasyon û hevpeymana Kurd Mam Celal rûnandî ye ser kursîyê qesabê gelê Kurdistan. Mam li kursîyê bexda germnebe, bila ala behs li Kurda newê pêçan, al ala partîya behse ne ala gelên Iraqe. Ber bi jor hildana ala behs li Silêmanîyê gelê Kurd serbilind nakê, tevgera Kurd pê xwirt nabê, sîyaseta fiftî fiftî jî xirab e. Îrada gel ji her tiþtî giringtir e, binzikê erda Kurdistan ji Kurda tijî þehîdin û çavên wa li dengê perleman e.

Hêzên li piþt va êriþan dagirkerên Kurdistan`in, armanc domandina þerê qirêj e. Bûyeran bi misilmanetîyê navdikin, çiqilên hêzên sîxurî ê qolonyalîstin. Ma Kurd bê olin? Ji tekoþîna Kurdistanê, Kurdên Baþur û guhartinên herêmê ditirsin. Ji berxwedana Kurdistanîbûn û Kudewarî ditirsin. Ser leþkerê hêza erdê Yaþar Büyük anit di axiftina xwede di got „ Mafê meyê mudaxelê û gotinê li ser Iraq nîn, teror ji salê 1999 pêþdetir e û em mane li paþ teror ê“ Ma ev çalekî nîþan a Artêþa Roma reþ e ? Ma YNK û Mam Celal nabînin, ji nûve ala Beehs li ser tirbên Sehîda di hejênin, bila ji rexna jî hêrs nebin.

Bi gelenperî ez di her nivîsên xwe de di bêjim, divê karê hemu Kurdên li cîhanê parastin, pêþve birina destxistîyên baþur bin, baþûr serkeftina gelê Kurd û Kurdistan e. Giring e Kurd têkelîyên nav xweyî xurt bikin, bibin hêzek xurt û neteweyî. Ji bo piþtgirî a baþûr pêwistî bi hêzek e Kurdistanî, Kurdewarî heye û rola wê giringe. Hêzên Kurdistanî, kesayetîyên serbixwe û ronakbir bila vekirî rexna li YNK bikin, ko li dijî Kurdistanîbûnê û Kurdewarî yê bes sîyaseta partîzanî yê bikê.

Gelek Kurd ji jana dil, hêrsa Kurdistanî, Kurdewarî ya xwe li ser asayîþ û tedbîran gazinda dikin. Hin kes ji ber ko dijminin, an ji ber ko ne dilxwazin li ser asayîþ û tedbîrên li Kurdistan bi þêweyekî cida sansasyonan û dilsarîyan derdixin. Bila hemû dil bi êþ, Kurdistanî û Kurdewar dilên wan di cihde bê ko careke dî dijmin nagihê armancên xwe. Xwedîyên sansasyon û dilsarîyan jî bi egerên xwe þa nabin. Pêþîyan gotî ye „ Dizî ji dêr û mizgevtan jî dibê“ Li baþûr moralê gelê Kurd têk naçê. Di Kurdistan de tedbîrên ayîþê pir bi organîzasyon û disiplînin. Cîhan vê baþ di zanê, moralê gel bilind e. Lê ko tedbîr çiqas hebin hewqas baþti re. Kurd xwe asayîþa Kurdistana xwe di bînin. Fedekarî ya neteweyî gihaye nûqta herî li jor. Kurdên ji bo Kurdistana xwe, serxwebûn û azadîya xwe bi parêzin bûne bi milyonan, çavê tirsê nemaye û pêwiste ko nemînê.

Bila dayîk zarokên xwe bi lorînkirina cenga þerê dijminê xwe mezinkin. Çalekîyên li dijî gelê Kurd di Kurdistan de bûne nefret, nerazîbûn zêdetir dikê, bûwe sedema ko dilopên xwûnê ji devê gelê Kurd bi barê, hestê Kurdistanîbûnê û Kurdewarîyê zêdetirkir. Xwûna li Hewlêr paytexta herêma Kurdistan hat rijandin, xwûna Hemû Kurdên li dîyaspora, Anatolya, metropolên dagirkeran û her çar perçên Kurdên Kurdistanê ye, bi taybet xwûna gelê Kurd û Kurdistan e. Mejîyê Kurdistanî û Kurdewarî wê heyfa xwe vekê.

Wexta ko dagirker di sîyaseta dagirkerî de di xetimin, dest bi teroristîyê dikin. Di xwazin kîtla sifîl çav tirsandî bikin. Lê ev jî heyhate, bayê azadîyê sênc û sûrhên ko dijmin li dora gelê Kurd pêçabûn dane qetandin û di hilweþin. Weke zûrçikê di heyva adarê de, li Kurdistanê ji bin axa zêrîn derkevê, hewqas Kurdên serxwebûn û azadî xwaz derketine halê. Referandûma li Kurdistan mînak e…

Birêz û têkoþerê gelê Kurd Meshod Berzanî 5 miha gûlanê li Hewlêr, li ser encama li Hewlêr qewimî daxwîyanîyek da, got „ Azadî û serxwebûn bê bedel çênabê, serxwebûn û azadî bedel di xwazê, ji vê bonetê azadîyê qîmetê xwe heye“. ji ber ko bi karê xwe ewleye, ew bi ewleyî taxivê, wexta bi van gotinan di axivî mi gûhdardikir. Þerê sala 1988 þerê xwarkûrk kete xîyala mi, ko Meshod Berzanî bi þal, kofîk, çekên Pêþmergên qehreman di berde, li destên wî têlsiz çeper li dûv çeperan di gûhestin, komên pêþmerge qontrol dikirin, sewq û îdare ya þer bi þexsê xwe ko weke bavê xwe Mistefa Berzanî di Meþand û îdare dikir hate ber çavên mi. Weke serokê PKK ne li Þamê li ber tela bekçî, muxbir, zabitekê dewlet a Surî an li Imralî ji zabitên Roma Reþ emir werdigirt.

Sêþem, 11 Gûlan 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=367