MESUD BERZANÎ, NEWROZ, REZALETA PKK Û ALA TÝRK !

M. Þerif MÜÞTAK


MESUD BERZANÎ, NEWROZ, REZALETA PKK Û ALA TÝRK !


M. Þerif MÜÞTAK 25.03.2005 - Li herçar perçen Kurdistanê û li dîasporayê gelê Kurdistan li ser lingabû, bi coþbû û di coþîya. Li Baþûrê Kurdistan gel mest bû, azad bû, serbixwebû. Meydan, kolan, berçem, zinar û hemu seyrangeh ji Kurdistanîyan tijî bibûn, di fûrîyan. Ala Kurdistan a kesk, sor, zer, li ser sipî û cehwer, bi hezaran li ezmana di hejin.

Keç, xort, kal bi hevra di meþîyan. Di gotin “Bijî Cejna Newroz,…û bijî serxwebûna gelê Kurd û Kurdistan.” tilîlî, saz, reqis û qîr a Sitranan. Lê a gelek balkêþ di hema wextê de berpirsîyarê PDK-I kak serok Meshud Berzanî ko bi balefirê hate Zaxo tevlî dêlindêz (merasim) a xwendevanên Aqademîya Leþkerî ko di qedandin bû.

Dêlindêz di rojek e dîrokî de bû, ew dêlindêz bi xwe dîrokek bû û bû dîrok.

Cuwanên ji Aqademîya Leþkerî ko destûryar bûn, bi hêz, bi coþ çawa li ber serokê xwe ling li Erd didan, Erd di hejandin, bi dengekê Kurdewar ji Kurdistan a xwe re di qîrîyan, diploma xwe di wergirtin, Ji xwe bawer bûn ko ew dibin bingeha paristin a dewleta Kurd û a gelê Kurdistan. Þehîdên Kurdistan di cebanê xwe de pir rihet bûn, di gotin “Îro dêlindêza leþkerî a Aqademî ya Kurdistan di qedênin, em ji bo gelê xwe bûn Kurdistan, jîya me êdî bê dawîye.” Li ber her kevirî, kendalî, berçemî, bêhna gulên di ber sere þehîda de li devrûwên qîz û xortan didê.

Kurdên li dîasporayê jî Newroza xwe pîrozkirin, bi gelenperî baþ bû. Lê li bajarê Hamburg ji derveyî PKK hin rêxistinên herçar perçên Kurdistanê bi hevre þahîya Newrozê çêkirin.

Bi arîkarîya kurdekê baþûr ko ez jî wî nasdikim, Balyozê (Elçî) EY vexwendî þahîyê bû, di þahîyê de Kurdistan Tv neqlen weþandikir, ev baþ bû. Wergervanê axiftina Balyoz M. Elî bû, M. Elî bi xwe bê qelebalix ji heyecanê nikarê di gotina bênê ba hev, bi bû wergervanê Balyoz.

M. Elî di wergerandinê de di recifî, diçû û di hat. Werger bêhtirê wê þaþ þîrovekir, di taliqî, wexta ko bi Balyoz re ne di giha ko werger a xwe bi domênê, ji dêla bi nazik Balyoz hiþyar bike heya ew wergera xwe xilaskê, M. Elî bi tilîya xwe a þehdê ber bi jor li Balyoz di hilda, rezalet bû û rezalet çêdikir. Sehne, salon li nav hev ketîbû, bê organîze, bi kûrtayî ekranên Kurdistan Tv jî li ber çavên temaþevanan perîþan kirin. Beþdarbûna Balyozê EY jî sih ket ser. Yekê ko ji karekî fêhm nekê, ma gelek pêwiste ko ew ji bo navê xwe derkevê pêþ ekrana, karê miho vale derxê û rewþa miho li nav hev bidê, xirab bi kê û firset ji mixalifên miho re çêbin? Dewleta Tirko ji Newrozê di pelikînê, di zanê Newroz rayê xûna Kurdewarî û Kurdistanî ye. Tevgera Kurdistan yek alîbê û ne yekalîbê, roja Cejna Newrozê di bê lihêma netewa gelê Kurd, gel bi yek alî herkes di hidama xwe de ji netewa xwe re, ji þehîdên xwe re bi rumete.

Bûyera Ala Tirko li Mêrsînê bi organîze hatekirin. Daxwaz a dewletê ko sihikê bêxin ser Newrozê. Li herçar perçên Kurdistan gelê Kurd li ser pîya bû, çapemenîya cîhanê bi cejna Newroza gelê Kurdistan hat mijûlkirin.

Yekemîn care ko serokê EY cejna gelê Kurd û gelên newrozê pîroz dikin, pîroz dikê.

Prowaqatorên dagirkera di xwestin li Dîyarbekir têkilhevîya çêkin, Îbrahîm Tatlises dan ber bera. Lê dewlet di vê wextê de ne amade bû ko li Dîyarbekir leyîstoka derxê, leyîstok bi þûnde stand. Armanc ew bû rêyekê bidê vekirin ko Newrozê piçûk bêxê. Serok Erkanê Herb û Erdogan bi hevre di xwazin prowaaqasyonan li dijî gelê Kurd derxin, bila gel hiþyar bê, prawaqatorên dewletê bi lez di xebitin.

Buyera Alê ne eþkera bû, lê Polîsê ko li Ala Tirk bi xwedî derket bi 24 mûça hate perukirin. Kesên ko di ekranên televîzyonan re baþ meyzekiribê, Al destik kirîbû. Ev jî nîþan didê ko Al di destê Polîsên organîzekirîn de bû. Wan Polîsan zarok xistibûn xefka xwe û zarok ji bo armancên xwe bi karanîn.

Dewleta Tirk careke dî PKK, HADEP û DTH bi hevre ji bo armaca xwe dan xebitandin. Bi leyîstoka Ala Tirk careke dî berçokkirin. Kirin ko dehbare bikin ko PKK, HADEP û DTH ji mîsakê millî re, ji Ala Tirk re û ji dewleta ünîter re bi rêzin û rêzdigrin bibêjin.

Li rojhilatê Kurdistan û baþûrê rojavayê Kurdistan hestê neteweyî xwe dabû pêþ, hesab bi dagirkeran re dikirin. Perspektîfên sîyasî û demoqratîk bi dengê bilind di kolanên bajarê Kurdistan û kolanên bajarê metropolên dagirkeran de di qîran, perda tirsê çirandin. Dagirkerên Kurdistan ketin êþa zirav.

25. 03. 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=358