NÎJAD PERESTÊN TÝKO Û TÝRKOMANA WÊNEYÊ BERZANÎ LÝ KÝZÝLAYÊ ÞEWÝTANDÝN !

M. Þerif MÜÞTAK


NÎJAD PERESTÊN TÝKO Û TÝRKOMANA WÊNEYÊ BERZANÎ LÝ KÝZÝLAYÊ ÞEWÝTANDÝN !


Kurd hêja razayîne, li benda xwidayê er§ane ji ezmana bê ko bela Tirko ji Ba§ûrê Kurdistanê vekê. Bêhna xwida a teng temenê wê hezar sale.

Ma xwida ev bêhna fereh tenê daye gelê Kurd û Kurdistan? Tirko di wexta dewleta Elî Osman ko Yavuz Siltan Selîm padîþahê Osmanli bû, sala 1515 de di ser Heleb re daxilî Ba§ûrê Kurdistanê bûye.Tê maneya ko berî 491 sala Tirk ji alîyê Maweraunehir ve ber bi rojhilat ve qestî ser §ahê Eyran kirine û daxilî ser axa Kurdistan bûne û ev 490 salin ko Tirko cara yekemîn ketibû Ba§ûrê Kurdistanê. Hêja destên me ber bi ezmana ve hildayî ye û em dia di xwazin ko em ji zilma Tirko bên xilaskirin.

Li hercar percên Kurdistanê Kurdên misilman dicin Mizgevta û bi îmamê ko dewletên dagirker wezîfedar kirîn re dest li ezmana bi dagirkeran re ji bo jîya dewletên dagirker dirêj bibê, em dia ji xwidayê bê §irîk û bê heval re di xwazin. Ser halê me gelê Kurdistan re heroj rew§a me ji alîyê dagirkeran ve xirapti re. Zor zilm roj bi roj ber bi jor e.

Ez bi xwe ne dîndarim lê di jîya mi de bi bûyera ko îro mi seet di 01.00 de di tv kanal B de mi dî, belengazîya gelê Kurd û dilpaqijîya wî di serê mi re borî.Bila ji bo xwidayê ezmana Tirko jî hema cend sala ji bo damezrandina dewletekê ji mere hin dia bikirna.

491 salin ko em dicin Mizgeftan bi dagirkeran re ji dagirkeran re dia dikin û xûdayê alemê nerehet dikin ko jîya dewletên wa ji dirêj bê, lê ev ne temenekê dirêje ko gelê Kurdistan li ba§ûrê Kurdistanê bûwe xwedî yê hindek azadî û hêja serbixwe ne bûwe. Lê belê ji roja ko gelê Kurdistan hinek rê lê vebûwe ko ber bi azadî û serxwebûnê dicê, hemû dagirker bi sîyasî, ne sîyasî û bi melayê xwe ve di kevin mizgevta, ji bo gelê Kurdistanê bi ser ne kevê, destên wa li ezmana ye û diayên ne xêrê ji Kurda re di xwazin.

Vêca niha derketine kolana û meydana ji bo Tikomana Tirkîye bûye biheþt.

Dijûna dikin gelê Kurdistan û cara yekemîne ko Tirkoman wêneyê serok Mesut Berzanî li meydana li ber cavên xelkê di§ewitînin.Tirko vekirî dijmintîyê dikê sînorên navneteweyî nasnakê û di xwazê Ba§ûrê Kurdistanê bi hênceta Tikomana dagir bikê. Hesabê li hemberî Emerîqan dikir êdî roj bi roj li nav linga didê.

Em Kurd û gelê Kurdistanî bê hereketin, bê dengin, razayîne û westayî di xwîyin. Hereke kirin ji wextê xwe bûrî ye. Di vê þewtandina wêneyê Meshud Berznî em gelê Kurd û Kurdistan li serxwe qebûl nekin. Serokê Tirko Kemal bi ereqê û têkilîyên ne paqij kete êþa zirav. Serokê me gelê Kurdistan Berzanî û ronîya me Meshud li ber tevayê kevir,girik,niwal û ber cîya de hem raza ne û hem li gel le§kerên xwe li dijî dijminê gelê Kurdistanê §erkirine, di ber gelê xwe de bi le§kerên xwe re bê razan û bicî mane.

Em ji îro û pêde kolana û meydana tejî bikin. dewleta Tirko sîyasetê êdî serat nakê, ji kurda hingî bi hêrs û bi hidetb bûwe, xwe hi§tî ye bê sitar û derpê ketî ye ser gozekê, hayji xwe nîne Di dîplomasîyê de bila sîyasî xwe bêhtir amade bikê, kesên serbixwe û ronakbir kê li ko bê wextê xwe qanalîzeyî tevgera xebata derveyî welat bikê.

Bila kes di bin xwe re li kesê ne nêrê û xwe þevekorî nekê. Dengê kîtla Kurdewrar û Kurdistanî bi coþî dernekevê, Tirko ketîye êþa harîyê, kengê ci dikê kifþ nabê. Kîtla Kurdewar û Kurdistanî lingê azadî û serxwebûnê ye.

Dengê bi coþî ko derkevê di bê moral ji sîyaseta dostê gelê Kurd Emerîqan re. Erîþên Tirko wê vale bi mînin.

13. 02. 2005

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=349