ÞÊRWAN HACÎ BERKO DÝ BÊJÊ “NÎÞANA PDK Ê NE NÎÞANA KURDISTANÊ YE”

M. Þerif MÜÞTAK


ÞÊRWAN HACÎ BERKO DÝ BÊJÊ “NÎÞANA PDK Ê NE NÎÞANA KURDISTANÊ YE”


Þîrwan Hacî Berko ev demeke dirêje bi navê malpera xwe “Amude” sîyasetek e bi germî û bê þermî di meþînê. û hin kesên din jî bi wî re dikevin nav nîqaþan. Mi malpera „Amude“ baþ di þopand, roj a ko mi ev malper li hev ne quliban di ban, mi bêrî yê di kir. Mi digot ka îro ci raman, §îrove….Û nûce hene di malperê de? Ji ber ko rûmetek e mi bi taybet ji Kurdên binxetê re ji xwe heye. Wa arîkarîya mi û ya bav û kalên mi jî kirine.

Niha ko tê bîra min berya li malpera “Amude” û “Tîrêj binêrim,picekî vedisekinim ji nûka malperan vedikim. Ez di fikirim û di bêjim, gelo îro jî malpera “Amude” û “Tîrêj” bejn û bala xwe nî§anî xwendevanan dikin? Mixabin ko malpera “Amude” û malpera “Tîrêj” bûne cihê nîqa§a §exsî, sixêf û dijûnan. Niha jî xwe hêdî hêdî ber bi êrîþên sîyasî ko giranîya gelê kurd li dij bê û jê nefret bikê dest pê kirîye. Mînakek heye di bêjin “Qocxane gindirî devkê xwe peydakir” þîrwan Hacî Berko xwedî yê malpera “Amude” û yek ji wayên xwedîyê malpera “Tîrêj” Qado þêrîn cawa bûwe, hevdo peyda kirine. Bê rûmet bi sixêf û dijûn êrî§î ser hev dikin. Xwîya dikê ko ji xwendevanên rûpelan þerm nakin. Di xwazin xwendevan jî bibin teref û wan bi xwe ve mijûl bikin. Xwendevan jî li hemberî hev bê rûmet bibin. Exlaqê nîqaþê di navbeyna xwe de bê hempa bikin.

Þîrwan Hacî Berko ( xwedîyê malpera Amude ) ji bo Qado þêrîn ( xwedîyê malpera Tîrêj ) di bê jê “Qeþmer” û Qado þêrîn ji bo þîrwan Hacî Berko dibêjê “Bavê Qeþmerok”. Ez bi xwe di fikirim ko xwendevan ne bi gotina “Qeþmer” û ne bi gotina “Bavêqeþmerok” îyê rene. Wê bi karibin xwe ji vê kultura bêhne xirrî jî bi parêzin. Lê hun ketine nav §ermîyekê, ji kerema xwe bila nîqaþa hewe ne bi vî rengî bê û devoka nîqaþa di capemenîyê de jî ne eve. Nîqaþa hewe ji kultura nîqaþê dure. Hun bi germî nêzî mesela dibin, germîyên xwe li hev dikin. Bejn û bala xwe nî§anî hev dikin. Rumeta xwendevanên malperan nagirin û na hesibênin.

Xwîya dikê Þîrwan Hacî Berko bi þerê Qado þêrîn têr ne bûye. Qado þêrîn berdilka wî nagrê û bilind tirî xwe þerekê dî di xwazê derxê. Roja didoyê cilêpêþîn ( Bercile ) de mi malper a “Amude“ li hevda, ko Þêrwan Hacî Berko wê rimek dî bilindkirî û tîrek dî bê armanc avêtî. Ko bi sernivîsekê di bêjê “Nîþana PDK ne nîþana Kurdistanê ye” û her wiha naveroka nivîsê di domînê “Bi xêr bên bo Kurdistana Iraqê” Dîsa berdewam dikê di bêjê “Ev gotin li jora dergehê Ibrahîm El-Xelîl hatîye nivîsandin. Ew dergehê giring di nav bera Kurdistana Tirkîyê û Kurdistana Iraqê de hatîye cêkirin. Balkêþ e ku li ser alîyê cepê yê dergehî nîþana PDK-Iraq hatîye neqiþkirin”.

Dîsa dikê pirs û dibêjê “Gelo Kurdistana Iraqê tenê welatê PDK-Iraq e, ku nî§ana xwe danîye ser dergehê derbasbûna Kurdistanê?

Þ. H. Berko þîrove dikê û dibêjê “Eger her partîyek nî§ana xwe deynê ser dergehên Kurdistanê, wê caxê Kurdistan dibê milkê partîyan û ne yê ne yê tevaya kurdan. Hingê divê ew li þuna navê Kurdistan, navên xwe bi nivîsînin. Nîþana Kurdistanê ala wê ya kesk û sor û zer e, ne nîþana partîyan e !

Nivîsa §îrwan Hacî Berko weke ewî nivîsî herf bi herf û bê guhortin mi rêzkir.

Balkêþe ko Þ.H.Berko armanca wî hema nivîs bê. Di serê wîde ci xeyal derbas bibin hema xwe tavê jê nivîsê û rêz dikê. Ev ne raste. Bê goman û bê nîqaþ ez dibêjim ew rengê zerê di ber “Vil comen in Kurdistan” de pir balkêþe û raste. Rengê zer ji rengên ala rengînin. Ew reng temsîlkarîya bi dehê sala karê ber xwedanê û Þerê azadîyê ye. Xwîna bi sedhezaran Kurd temsîl dikê.

Berpirsîyarê PDK-Iraq îro hêvîya gelê Kurdistan yê alîgirên parastina dewleta federel, di gava werê de azadî û serxwebûne ye. Ew þîara ko li pêþîya deryê Xabur nivîsî di bêjê “hun bi xêr bên bo Kurdistan” sewta PDK ne. §îara wê ye. Ew §îar ( Slogan ) xencera di cavên hemu dijminên kurda, Tirkên dagirker û nîjadperestan deye. Her kurdekê ko wê pankertê li wêderê daleqandî dîtibê, bi wî re coþî bûn cêbuye û hestên neteweyî bi wîre bilindtir bûne. Ji bo wê nivîsê hêstir ketin e cavên gelek Kurd da de, xewnên wayên þeva ji bo wan bûne rastî. Hestên netewe yî ji bo wan bilind bûn e !

Xwîya dikê Þ.H.Berko wexta ew tabela bi rengê zer dîtî ko li ser di nivîsê “Will comen in kurdistan”, bi wî re ti coþî cêne bû ye, di serê wîde tevlî hevîyek derketîye. Xwe ji Þerê PDK-Iraq re daye amadekirin. Kengê gihaye ber mase ya Internetê tilîyê wî ketine ser qûmcên nivîsê û dest bi gazindan kirîye. Lê ez pê bawerim Berko bê armanc hema ji xwe re nivîsî ye ko ji bo nivîsek bê. Cavlêketina rengê zer, weke hatî serê gelek camêran ew jî þaþomaþo kirîye.

Þ.H.Berko ma þîar û sloganên partîyan jî divê alarengîn lê pêcan dî bin ? Ma alarengîn û alên partîyan kengê tên bi kar anîn ti nizanî ? Ji kerema xwe li hestên xweyê neteweyî vegere û wê coþî û heyecan a netewe di xwe de bi vê sloganê nû bike. Ez hevîdarim ko nivîsa mi ji bo hewe bibê arîkar, em hevdo ji vir û pêda bêhtir karibin bi argumentên rast razî bikin.

03 Desember 2004.

M. Þerif MÜÞTAK

Serif.muestak@gmx.de






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=331