REWÞENBÎR E Û FERMANA XWE DIDE KU EZ DEVÊ XWE BIGIRIM !!!



REWÞENBÎR E Û FERMANA XWE DÝDE KU EZ DEVÊ XWE BÝGÝRÝM !!!


VOLTÊR dibêje : “ dibe ku nerîna min û te ne wek hev bin lê ez amade me xwe bi kuþtin bidim ji bo ku tu nerîna xwe bîne ziman “ !!!!!!!!

Xewzî birêz Hoþeng Osê berî ku ji min bixwesta ku ez zimanê xwe jêkim û bêdeng bim gotara min a bi sernavê ÇANDA FAÞÎST Û DEVGEMÝRNÊ a ku di Malpera Kurdistana Binxetê û Malpera Xoyb‏ûn‏ê de weþ‏‏‏‏‏‏‏ya ye bixwenda û bi hêviya ku ew zanibe bi Kurdî bixwîne !

H.Osê berî çend rojan di Malpera Amûdê-Afaq Kurdistan de bi gotarekê bersiva gotara min ” kujeran kujerek ku‏‏‏‏‏þt ”da !!!Yan rasttire mirov b‏êje sixêf ji min û wê re da !!!!!!!!

Gotara min berî sê heftan ku di AFAQ -KURDÝSTAN de derkeve ew bi zimanê Kurdî di Malperên Kurdî de derketibû û bi þûn de ew wergerî zimanê Erebî bi bû û di Afaq Kurdistan de weþya bû,yanî gotara min di bingehê xwe de bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin !!!

Ê ku min ji nêz ve nas dike dizane ku ez bi zimanê Erebî nanivîsim û jê bêtir ez nivîsandina bi Erebî mîna þermekê dibînim nexasim di warê afiranidina wêjeyî de !

Tev ku min biryara xwe da bû ku ez bersiva ”rewþenbîrekî” ku ji ”Kurdekî” re dibêje LALBÝB nedim lê piþtî bersiva birêz NÎZAR AGRÎ ku li gor min bes bû lê dîsan min dît ku gereke ez çend gotinan binivîsim !!! Lê ezê hewil bidim gotinên birêz N.AGRÎ dubare nekim !

Ji sedî sed ez‏ê tu carî ne ji H.Osê re û ne ji xeynî wî re nebêjim LABÝBÝN Û DEVÊ XWE BÝGÝRÝN , lê ezê ji wî re û ji her Kurdekî re bêjim : ne mafê tu kesî ye ku ji we re bêje devê xwe bigrin ! Û ezê bêjim : tu kes ne di ser rexnê re ye ji ”XWEDÊ” ta bi pîroztirîn keseyatî û serokên Kurdan !

Ezê pir kêfxweþ‏ bibûma ger H.Osê ez derewîn derxistma û li cem min û xwendevana baweriyek çêkra ku ez ‏þaiþm û ev tewanbariya ku ez li PKK' ê û APO dikim bêbextî ye !!!

H.Os‏ê di bersiva xwe de hevokeke balkê‏þ / dibe ku bêhemdî wî be yan bala wî nekiþandibe / aniye ziman dema li ser gotara min dibêje ” WÊ TÝÞTEK NÛ NE ANIYE ” heger mirov li ser pisîkolojiya vê hevokê raweste li gor min dê mirov bigihê wê wateye ku H.Osê di piþt hiþê xwe de bawere ku PKK E Û APO kujer in lê di hiþyariya xwe de naxwaze yan ditirse vê rastiyê destnîþan bike !!!!!

Ma gelo erka ” REÞENBÎRAN ” ne ewe ku li ” rastiyê ” bigerin û bêjin ?

Me gelo ku mirov ne rewþenbîr be mafê mirov tune ku mirov nerîna xew bîne ziman ?

Ma gelo ku mirov ne ziman zanê Erebî yan Kurdî be mafê mirov tune ku mirov nerîna xwe pêþkêþ bike ?

Ma gelo di nivîs‏ên siyasî de raman girîne an form ?

Heger li gor te em tenê ” nîvê” rastiyê dibêjin fermo tu ”nêviyê” din bêj û ew jî mafê te ye !

Kujerek bi gotina min û te nabe nekujer û nekujerek bi gotina min û te nabe kujer em nerînbêjin ne biryardarin !

Ez APO wek kujer dibînim û ez berpirsiyarê nerîna xwe me heger tu rehmetî Melle Mustefa Berzanî yan kîjan rêberê din kujer dibîne fermo bêj û ezê tu carî maf nedim xwe ku ez ji te re bêjim zimanê xwe jêk û devê xwe bigir tev ku Nemir M.M.BERZANÎ li cem min Kurdekî pîroz e lê ne di ser rexnê re ye !

Tu ji ku min nas dikî ku tu wan biryara li ser min bidî ?

Ta kengî emê sixêfan ji hev re bidin tenê ji bo ku nerînên me dûrî hevin?

Di dawî de ji te re dibêjim berî ku tu ji min bixwaze ku ez devê xwe bigirim HEVALÊN te tehdîdên kuþtinê ji min re þandin !!! Îca bila tu bizane ku kujer karê xwe jibîr nakin û ê ku kujeran biparêze ma gelo ne hevbeþê karê wan e ?

Ta keng‏‏î ” hûnê ” bi sixêfan û geflêxwarinê / çi bi zanebûn û çi bi nezanî / tirsê di civata me de biçînin ?

Berê min di gotareke xwe de gotibû ku bila her kes nerîna xwe b‏ê tirs bîne ziman û bila dîrok bibêje bê kî rast bû û kî þaþ bû û bê kî kujer bû û kî welatavekar bû !!!!!

Û berê Kurdan gotiye ”silav li sifra hazir e ” îca li pirêza APO binere ”cemhoriya demoqrat” û kuþtina SÎPAN û KEMALÊ SOR bi þêweyên ZRQAWÝYAN çi ji hevre dibêjin ?????

* * * * * *

TÊBÎNÎ : Ev gotar bersiva gotara H.Osê a bi sernavê ” Ma ev in asoyên Kurdistan ” e a ku bi zimanê Erebî hetiye nivîsîn !


* * * * * *

ÝNGÝLÝSTAN , 21. 03. 2005

Birayê we : Mervanê KELEÞ

mervan111@hotmail.com

mervan112@yahoo.com







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=322