LEHENGÊN KURD YÊN EFSANEWÎ - YÊN DURIST Û YÊN SEXTE -II-

FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

LEHENGÊN KURD YÊN EFSANEWÎ - YÊN DURIST Û YÊN SEXTE

-II-


Almanya, 16.01.2005 - Beriya ku ez vegerim ser mijarê, hêjayî gotinê ye, ku li ser derew û îftirayên Apociyan çend gotinan bêjim, bila rewþ baþ zelal bibe da ku Apocî û ti kes êdî nikaribin angaþt(îdîa) bikin, ev tiþtên bi îspat û bi çavkanî (ew çavkanî, ne tenê çavkaniyên biyaniyan e û herwiha çavkaniyên PKKê bixwe ne jî) li ser Abdullah Öcalan têne nivîsandin wek antîpropoganda û an jî derew bêne rayêdan. Apocî her dem lê dixebitin, ku Kurdên rojhilat, Baþûr, Baþûrê Biçûk, Kurdên Rûsiyayê, yên Erîvanê û Kurdên Bakur yên cahîl, ku haya wan ji dinyayê tine ye û Kurdên bi zimanê Tirkî nizanin bixwînin û binivîsînin bi van gotinên vala – ku ezê li jêrê li ser Ahdullah Öcalan bidim – bixapînin.

1. Apocî ji Kurdên ku bi Tirkî nizanin re û derfetên wan tine ye, siyaseta Apo baþ biþopînin, ew hemû gotinên wî yên xerab li ser Kurdan ji carekî ve red dikin û wek antîpropoganda didin xuyakirin.

2. Ji hinekan re jî dibêjin, goya serokê wan Abdullah Öcalan taktîkan çêdike, ku Tirkan bixapîne, loma tewþomeyþo diaxive.

3. Ji hinekan re jî raste rast dibêjin, ku ger ew (Abdullah Öcalan) di îxanetê de be, dê ew jî (Apocî jî) têkevin îxanetê.

4. Û ji hinekan re jî dibêjin, ku Apo bibe serokê MHPê partiya Tirkan ya faþîst jî, dê bi wî re bin. Çimkî hebûn û tinebûna wan bi Apo re girêdayî ye.

Yanê bi kurtayî Abocî gorî kesan þerbetê didin ber devê wan û di seriyan de tevliheviyê çêdikin. Loma jî ewqas tevlihevî heye, ku pir kes jî êdî nizanin çi bikin.

Ezê di vê nivîsê de li ser gotinên Abdullah Öcalan mînakeke din jî bidim. Îfada ku min di gotara yekem de behsa wê kiribû, ku Abdullah Öcalan di 03.04.1994an de dabû sawciyên Tirkan, ku ew di dawî de li ser þewitandina ala Tirkan di Kongra HADEPê de ji aliyê endamekî HADEPê ve pêk hatibû, hêrs dibe, don ji Tirkan re dihelîne û wiha dibêje:

Yakalandýðýmda da Türk bayraðýna saygýmý öperek gösterdim. ''Dema ez hatime girtin, min ala Tirkan maç kir ji ber ku ez jêre bi rêz im/rêzê digrim'' . çavkanî Belge: 4 ji dosya parêzerên Abdullah Öcalan

Ji ber ku Abdullah Öcalan roja dîl kete destê Tirkan, ji 15 sibatê heta dawiya meha Nîsanê 1999an (û hêjî) wek bilbilan ji sawciyên komara Tirk û ji generalên Tirkan re hemû gotinên ku kêfa Tirkan jêre dihat, ku bi pirensîpên Kurdan dilîst, wîçiya. Loma ji aliyê Konseya serokatiya PKKê di dawiya meha nîsanê 1999an de daxuyaniyek hate belavkirin, ku ew êdî bi gotinên serokê xwe îtîbar nakin, ji ber ku ew di esaretê de ye, loma dê êdî tenê lê xwedî derên, lê dê guh nedin gotinên wî.

Dema ku ez van rojana di Înternetê de di malpera ÖP de li daxuyaniya ku Konseya serokatiya PKKê li ser Abdullah Öcalan belav kiribû geriyam, ez li rastî matmayiyek din jî hatim, ku Özgür Politika ev daxuyanî û hemû gotinên di wan rojan de, ku êdî Konseya serokatiya PKKê guh nade gotinên Abdullah Öcalan ji malpera xwe ya Înternetê derxistiye. Loma ez mecbûr mam, ku orjînaliya rojnamê peyda bikim, ku wek çavkanî bidim. Ew tiþtên di rojnama ÖP de der mafê Abdullah Öcalan de, ku serokatiya konseya PKKê dê êdî guh nede gotinên wî hatine nivîsandin û mirov niha nikare li ser malpera wan ya Înternetê bixwîne, di van rojan de hatine nivîsandin. 26,27,28,29 û 30ê nîsênê 1999.

Ezê hewl bidim, ku di nivîsa xwe ya dawî de him belgeyên li ser îfada Abdullah Öcalan, ku di Kovara Serbestî de di sala 1999an de li Stenbolê ji aliyê parêzerê (Avûkat) Apo yê berê birêz Ahmet Zeki Okçuoðlu ve hatibû weþandin, him daxuyaniya konseya PKKê di meha nîsanê 1999an de, ku ew êdî guh nadin gotinên wî û him jî hin belgên din, ku ji dijberên (muxalefetên) PKKê di malperên xwe yên înternetê de belav kirine bidim.

Leyla Zana

Leyla Zana jî wek Abdullah Öcalan ne Qehreman e û ne jî Efsanewiya Kurdî ye. Bê guman Leyla Zana jineke pir derdkêþ e. Çimkî mêrê wê Mehdî Zana ji bo tevgera Kurd û Kurdistanê 10 salan di zîndana Diyarbekirê de îþkence xwar û wê jî zarokên xwe bi serê xwe mezin kirin û jiyana wê her roj bi zilm, zordarî, îþkence û çûyîn û hatina hepsa Diyarbekir derbas bû. Bi hezaran jinên leheng yên Kurdan hene, ku ew derdkêþiya Leyla Zana dît, hêjî dibînin. Mirov dikare bêje, ku Leyla Zana bi saya mêrê xwe Mehdî Zana gihîþte vê merhelê.

Bi rastî ger Qehremanên Efsanewî bêne bi rêz kirin, mêrê Leyla Zana, Medî Zana jî ji wan Qehremanan yeke ku bi mêrxasî di hepsa Diyarbekir de li berxwe da û serê xwe li ber dijmin xwar nekir. Loma her kes baþ dizane, ku Mehdî Zana mirovekî Qehreman e û jêre rêzê digire. Lê hingiya Leyla Zana ji hepsê derketiye û rolek pir pîs dilîze, ewî heta niha qet dengê xwe nekiriye û rewþenbîr û welatparêzên Kurdistan ji vê bêdengiya wî birîndar in. Hêviya min û hêviya hemû Kurdên welatperwer ew e, ku Mehdî Zana dengê xwe bike û vê rewþa tarî zelal bike, ku xwe jî ji bin hin tawanbarî û tohmetan xelas bike.

Leyla Zana bar û mîsiyoneke wisa giran daye ser milên xwe, yan jî dane ser milên wê, ku ew nikare ji binê vî barê giran derê. Leyla Zana niha ketiye cohek wisa xerab, ku di dawiyê de ji wêrê jî silametiyek bi xêr nîne. Her çiqas navê Leyla Zana di nav navên rewþenbîrên Kurd de hatibe naskirin jî, dîsa bi bîr û baweriya min li ser kirinên wê yên xerab ew layîqî vî navê hanê jî nîne.

Him Tirk û him jî gelek Kurd hêjî li ser Leyla Zana dinivîsînin û dibêjin, ku goya wê di parlamena Tirkan de bi Kurdî sond xwariye. Rastî wisa nîne. Leyla Zana di sala 1991an de di parlamena Tirkan de destê xwe da ser Zagona bingehî ya Tirkan û bi Tirkî sonda Zagona bingehîn ji bo mepûsiya xwe ya parlamenteriyê xwar û di dawî de bi Kurdî wiha got, “Ez ji bo biratiya gelê Kurd û Tirk vê sondê dixum” Mesele ewqas e, ne kêm û ne jî zêde ye. Leyla Zana ji bo van yanzdeh gotinên Kurdî 10 salan di zîndana Tirkan de ma.

Leyla Zana û hevalên wê ne ku Qehremanên Efsanewî bûn, ku wan bi vê cesaretê reaksiyon di parlamena Tirkan de rayê dan. Leyla Zana û hevalên wê baþ dizanîbûn, ku him bi mîlyonan Kurd û him jî raya giþtî bi wan re bûn, loma Leyla Zana ev cesareta di xwe de dîtin, ku di parlamena Tirkan de bi rengê kesk, sor û zer li ser eniya xwe û bi yanzdeh gotinên xwe yên Kurdî reaksiyon rayê bide.

Ka binêrn li van sosretan û gosirmetan, ku tiþtên Leyla Zana dibêje

Dinya-Alem dizane û dibêje, ku li Tirkiyê îþkence heye û Mehkema Ewropa ya mafê mirovan heta niha bi sedan biryar Tirkiye di warê îþkencê û warê mafê mirovan de mehkûm kiriye, lê Leyla Zana ji bo ku xelata Saxarov ya aþtiyê, ku di sala 1995an de dabûn wê di 14.10.2004an de ji parlamena Ewropa bi destê xwe bistîne û di axaftina xwe de bi zimanê xwe yê lewitî ji Ewrûpiyan re got, ku li Tirkiyê îþkence tine ye. Di pêyî standina xwelata Saxarov re Konferansek ji bo çapemeniyê bi serokê parlamena Ewropa birêz Borrel re hate li darxistin, rojnamegerekî li ser îþkencê ji Leyla Zana pirs kir û wê jî wiha bersiv da :

Ýþkence geçmiþte vardý. ( Îþkence berê hebû )
http://www.milliyet.com.tr/2004/10/14/index.html
( Çavkanî rojnama Tirk Milliyet )

Û li ser pirseke ku îçkence li Tirkiyê bi sîstematîk e an na? Leyla Zana wiha bersiv dide :

Li Tirkiyê bi awayek sîstematîk îþkence çênabe.
http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2004/42/123.ht
( Çavkanî rojnama Alman Frankfurter Rundschau )

Leyla Zana ji bo serokê Parlamena Ewropa Josef Borrel li Stenbolê di 05.12.2004an de xwarinek pêþkêþ kir û di axarftina xwe de wiha dibêje:

Biz Türkler çok misafirperveriz ( Em tirk, gelekî mêvanperwer in )
http://www.milliyet.com.tr/2004/12/05/siyaset/siy04.html
( Çavkanî rojnama Tirk Milliyet )

Ê baþ e, Leyla xanim di kû re bû Tirk û di kû re jî bû mêvanperwera Tirkan? Lê Leyla Zana di rojên dawî de bi tewþomewþo (bi Tirkî dibêjin, zýrlamaya devam ediyor) berdewam dike û li dev û dora xwe direþîne.
Û Leyla Zana li ser îmze-þûnde-kiþandina xwe û hevalên xwe, ku ji aliyê Enstîtûta Kurdî li Parîsê ji bo daxwazên Kurdan û hwd. de di çapemeniya Ewropa de, yên wek The International Herald Tribune û Le Monde de hatibû weþandin û ji bo demgirtina Tirkan, ku muzakerê ji YE bête standin, bi taybetî li ser daxwazên Kurdan di çapemeniya Tirka de wiha dibêje:

"Bazý Kürtler Türkiye’de Kürt sorununun çözümü için Ýspanya’yý, Ýrlanda’yý, Ýtalya’yý hatta Kýbrýs’ý referans ya da örnek model olarak gösterebilir. Fakat Türkiye Kürtleri’nin ezici bir çoðunluðu ve temsil ettiðimiz siyasi misyon, Türkiye’de Kürt sorunun çözümünde, otonomi-özerklik içeren federatif çözümlerin çaðýmýz ve günümüz koþullarýna uygun olmadýðýný düþünmektedir"

Belkî hin Kurd dikarin li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, Îspanyayê, Îrlandayê, Îtalayayê û herwiha Qibrisê wek referans an jî wek modelek rayê bidin. Lê belê ji bo piraniya Kurdên Tirkiyê û mîsiyona siyasî ya ku em temsîl dikin, di çareserkirina pirsa Kurdî de li Tirkiyê, otonomî û daxwazên federatîv li gorî þertên îro nakevin.

Û wek mînak ji malpera Avesta Kurd.
"Belkî hinek kurd bixwazin ji bo çareserkirina problema kurdên Tirkiyeyê modeleke mîna ya Îspanya, Îrlenda, Îtalya di cih de bibînin, û ji Tirkiyê bixwazin weke ku ew mafê Qibrisiyên Tirk dixwaze, bide Kurdan jî, lê belê piraniya Kurdên Tirkiyeyê ku em wan temsîl dikin, ew federalîzmeke otonomî li gora þertên îro naxwazin...”

http://www.avestakurd.net/Avesta%2075/rewsenbiren%20kurd%20ilan.htm

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2004-12-10-m@nvid~508657,00.asp

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~1@tarih~2004-12-11-m@nvid~508864,00.asp

http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2004-12-12-m@nvid~509309,00.asp
Çavkanî rojnama Tirk Hürriyet.

Leyla Zana û hevalên wê di her firsetê de Komara Demokratîk ya Tirkan diparêzin. Ramana komara Demokratîk daxwaza generalên Tirkan e, ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve li girava Îmralî hate avêtin û apociyên ku bendeyên(qûlên) wî ne, dixwezin vê mantiqa gemar bi Kurdan bigerînin.

De ka binêrin, ev karê Qehremanên Efsanewî yên Kurdan e? Bê þik û þûbhe na. Ev tofan e, ku hatiye serê Kurdan. Ev tofana wek tofana Tsûnamî ye. Mirovên bi pirensîpên gelê xwe bilîzin, nikarin bibin Qehremanên Efsanewî. Kesên wek Abdullah Öcalan û Leyla Zana yên xwe wek Qehremanên Efsanewî yên Kurd îlan kirine, dest, dev û lingê xwe li ber Tirkan girêdane, li ber wan bûne wek pepûk û mêþan û ji Tirkan re xizmetê dikin, nikarin bibin serok û rêberên gelê Kurd.

Û mirov tenê bi xelat û melatên xelkê jî nabe Qehremanê Efsanewî. Xelata herî mezin ew e, ku mirov heta hetayê di dilê gelê xwe de wek Qehremanê Efsanewî bimîne.

Leyla Zana li halê xwe û belengaziya xwe nanêre, di ser da rewþenbîrên Kurdan rexne dike û dibêje, ku her yek li Ewropa li têlekê dixe. Eger rewþenbîrên Kurd û saziyên wan yên bi salan (herçiqas kêmasî, þaþî û xerabiyên wan hebin jî) kar û xebat li Ewropa nekirana, ne Leyla Zana dibû xwedî xelat û ne jî niha dikarîbû bihata Ewropa cirîtan bavêje û bi pozê lingê xwe derê Ewropiyan vebike.

http://www.milliyet.com.tr/2004/12/14/index.html
( Çavkanî rojnama Tirk Milliyet )

Nivîskarê Kurd Mahmud Önder jî nivîsek gelek balkêþ bi zimanê Kurdî li ser Leyla Zana di malpera Kurdistan Post de weþandiye û ez wê nivîsê û 2 nivîsên Selim Ferat ku bi zimanê Tirkî di rojnama ÖP de di 15 û 22.12.2004an de hatine weþandin jî wek çavkanî li jêr didim.

http://kurdistan-post.com/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=159

http://www.ozgurpolitika.org/2004/12/15/hab47.html

http://www.ozgurpolitika.org/2004/12/22/hab54.html

Wekî din min di gotara xwe ya ku di 13.06.2004 de li ser serbestberdanna Leyla Zana û hevalên wê belav kiribû wiha got :

Hêvîdar im, ku serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê di xizmeta doza gelê Kurd de berdewam be. Eger Leyla Zana û hevalên wê þaþiyan nekin û di xeta Îmralî de nemeþin, dê bikaribin di siyaseta Kurdan de him li Tirkiyê, him li Ewropa û him jî di cîhanê de rolên pir mezin bilîzin. Lê pir mixabin, ku rewþ wisa nayê xuyakirin, ku Leyla û hevalên wê serbixwe tevbigerin. Ger ew bi gotina Adullah Öcalan ve siyasetê bikin, dê dawiya qehremaniya xwe bînin. Çumkî rêxistina Apociyan ne rêxistineke demokratîk e, hên jî rêxistineke bi metodên Stalîn û Kemalîzimê kar dike ye. Loma ew qehremanên ku Apocî ji nav xwe derdixin, qehremanên ji bo demekê ne. Çumkî dema qehremanên wan ji xeta wan dertên û ji wan re ne loyal bin (sedî sed sadiq), wê hingê Apocî pir bi hêsanî dikarin serê qehremanên xwe berjêr bikin û karê wan di nav gel de biqedînin. Bi hezaran mînakên wiha hene. Wek Þemo, Osman Öcalan û yên din.


http://www.yekiti.de/INDEX-Dateien/k6.htm


16.01.2005


FÛAD SÎPAN ( AKPINAR )

fuadsipan@yahoo.de








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=301