PROSESA 17 DESEMBÝR Û KURDÊN BAKUR

  • Swêd, 02 / 12 / 2004


  • PROSESA 17 DESEMBÝR Û KURDÊN BAKUR


    Pishtî rapora komisyona YE a 6 oktobir ko di derbara Turkiyê di pozîtîv hatibû nivîsandin, wextek ji bo muzakeran jî, di17 desembir di ji turkîyê ri veqetandin. Ev wext prosesek ji bo ko turkî xwe paktir û chaktir bikê. Divê Turkî xwe di alîyê hiqûqê di, di alîyê siyasetê di, di alîyê ekonomî di û di alîyê naskirin û qebûl kirina Netew û mînorîtetên ko li ser cografya wî welatî dijîn, xwe caktir, paktir û demokratîktir bikê.. Ev tist jî, di charchewa kirîterên Kope nhangê denin. Turkî ji dervî kirîterên Kopenhangê nikarê têkevê civataYE.

    Du rê li ber Turkî henin. Yek jê ko bi timamên kirîterên Kopenhangê razî bibê û bibê welatekî demokratîk. A duduwan ko awantaja NATO bi kar bînê û di deverê di, bibê welatekî dîktator wek Surî û Iranê. Ev herdû rê jî ji bo Turkî ne hesanin.Lê bi bahwerîya min Turkî ji alternatîva yekê ri bêtir hazir û amade yi. Alternatîva duduwan, di wextekî dirêj di, ji Turkî ri tehlûkeyek mezintir i û Turkî jî vêna zanê û pêhisîya yi.

    Em divê wek kurdên Bakur dev ji shopa chepîtîya kevin berdin û berî her tishtî berjewendîya netewî biparêzin. Bê doh chilo Ewrûpa û Amerîka ji bo fêda kurdan gelekî girîng bûn, îro hîn girîngtirin. Heger ko kurdên bakur jî wek kurdên bashûr, hem bi bahwerîyên xwe û hem di piraktîka xwe di, xwe nêzîkî van herdû hêzan nekin tucarî bisernakevin. Ger mirov bixwazê xwe ji shashîyan dûr bixê û nêzî rastîyê bibê, divê merev bi ceger û bi yek carê dev ji a nerast berdê û xwe bigihînê a rast.

    Di roja îro di rola FN li gor rol fonksiyona Amerîka û YE gelekî kêm i. Li gor rêbaza FN û têgihijtina ( naveroka ) folkrätt ( rêgirên neqeba dewletan ) sînor û tixûbên ko ji bo her dewletê hatinin danîn gerek xera nebin. Û ji derve tu dewlet destên xwe bi taybetî di alîyê leshkerî di dirêjî axa dewletek din nekê. Heger problemek di nav wê dewletê di hebê, problem ê wê dewletê yi û ew dwelet bixwe divê nexweshîya xwe chareser bikê. Bi gishtî em wek kurd û bi taybetî wek kurdên Bakurî Kurdistanê heger em li bendî rêbaza FN û ”rêgirên neqeba dewletan” bin, em tucarî mafên xwe yên netewî nikarin bi dest xwe xin.

    Turkî chiqasî nêzîkî YE bibê wilqasî ji kurdan ri qenc i. Ji ber ko Turkî bi hesanî nikarê nêzîkî vê yekîtîyê bibê û di nav di cihê xwe bigrê. Daxwazên YE ji Turkî ne yek û ne dudo nin. Di nav van daxwazan di hinek mafên kurdan yên netewî jî henin. Lê form û formîlekirina van daxwazan bi partî û organîzasyonên kurdên bakur vi girêdayî yi. Ka em chiqasî ji bo daxwazên xwe yên mumkun hazir û amadenin ? Tirafîka sîyasî û dîplomasî di neqeba me kurdan û komîsyonên YE di chiqasî heyi ?

    Divê em wek kurd xwe bi hevxin, organîzekirîbin û wek hevalbendê YE, Amerîka û demokrasî di prosesa 17desembir di xwedî hinek goti bin.


    01.12. 2004 - Swêd

    Felemez Akad







    Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo vê nûçeyê navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=288