DÎCLE Û FIRAT

DÎCLE Û FIRAT

Dîcle û firat day e heyat
Mêrg û cîmen kirî ye xelat
Kirî ye bihist Mezra Botan
Þewqa rojê jê ve hilat

Mirovatî û medenîyet
Kist û kalî û bereket
Fêkî û horîyên cunnet
Bi herka wan re derdiket

Ew xakê tovê genim e
Ava Dicle xum e xum e
Firat bi kêferat û gum e gum e
Mezra botan him e him e

Cîhê jînê û evînê
Warê Xanê, Mem û Zînê
Medresa kultura jînê
Bazara hindê û cînê

Newal û dest û zozanin
Dahil, zevî û grmîyanin
Li ser þênga Dîcle û Firatin
Hewraman, Bitlîs û Wanin

Bax û bostan û rezin
Avgerm û cîyayên berzin
Newal û Xurþin pir xweþin
Nîþanên Rustem û Guhderzin

Milkê Medya û Keya nin
Derya ola zerdeþtanin
Warê dêr û mizgeftanin
Bi mishef û bi quranin

Bexceyên gulên reng bi reng
Bi Laleþ û dêr û mizgeft
Ji bo hema bû ye cennet
Bi parêzin ji dil û bi dest

Di ava Dîcle de masî
Ji Firatê gelek razî
Mebesta Gulavdûn her wisa
Aþîtî, azadî û demokrasî


07. 11. 2004 Swêd

Felemez Akad






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=268