Li Parîsê Îsal Xelata Osman Sebrî Diyarî û Pêþkêþî Dayika Kurdan Ya Hêja '' Daniyel Mîtêran'' Bû.

Apo Osman Sebrî


Li Parîsê Îsal Xelata Osman Sebrî Diyarî û Pêþkêþî Dayika Kurdan Ya Hêja '' Daniyel Mîtêran'' Bû.


Abdulbasit Hemo Almanya 31. 10. 2004 - Di rûpelên dîrokêde hindek nav tên kolandin, ew kesên ku jiyan û ramanên xwe bi xêzên zêrîn diber xebat û tekoþînê de buhurandina ji bo nirxê mirovatîyê û azadîyê, wekhevîyê. Bê guman yek ji wan kesan ewa tekoþerê mezin Apo Osman Sebrî ya, ku cihekî giranbuha di dîroka xebata gelê Kurdistanê de girtîye, bi taybet di nav gelê baþurê rojavay Kurdistan. ( Suriyê de) . Apo Osman Sebrî bi hêrz û bi berxwedan di ber doza gelê xweda xebat dikir, qet jê dûr nediket û serê xwe neroxand li ber zor û sitemê, tevî gelek asteng û zordarî li pêþiya raman û xwestekên wî derdiketin, lê tim û tim bê omîd ne dima, tevî ku merc û þertên wê demê gelek dijwarbûn.

Jiber ku peymanên giran hatibûn imzakirin di navbera kolonyalîzma Fransî û Faþîstên Tirk û barbarên Surîyê de ku bi hevra dixwestin hêvî û doza gelê Kud winda bikin. Ji ber vê yekê hemî sînor li xebatê hatibûn dorpêçkirin. Dema Apo Osman Sebrî û hevalê wî Dr. Nuredîn Zaza, Partiya Demokratî Kurdistan - Sûriyê, avakirin di 14. 6. 1957 de digel hevalên wan, rejîma Suriyê êrîþên dijwar avêtin ser gelê Kurd, bi hezaran kirin bin çavan û bi sedan kadro û rêberên partiyê xistin zîndanan.

Apo Osman Sebrî, hijdêh caran ketibu zîndanê ! û koçberê welatê Efrîqa kirin ''Girava Medaxeþqer''. Lê tevî hemî pîlana nikarîbun wî ji dîlana azadîyê bigirin û dûrxînin. Herweha roj bi roj pirtir nêzîkî êþ û azarê gelê xwe dibû bi hêvîya Kurdistaneke azad. Apo Osman, hiþ û ramanên xwe çi di warê helbest, wêjêyê de diyar dikir, û çi di warê praktikêde, karê wî û gotinên wî hevdû digirt. Hêviyên wî tim geþ bûn, temaþe dikir li pêþerojeke geþ û xweþ bibîne, Apo Osman, di dawiya jiyana xwede digot : Pir xweþe ku merov herê gorê bi serfirazî li hemberî sitem û zorê, her wiha tim tanî ziman ji mêhvanê xwera li mala wî li taxa Kurda li bajarê Þamê ta ku koçber kir. Di 11. 10. 1993 de çû ser dilovaniya xwedê.

Ji ber ku Apo Osman, cîhekî bi nirx û giranbuha di dilê gelê Kurde hiþtiye û dimîne, tê dîyarkirin wek simbola berxwedan û xebata radîkal di warê rêzanî û wejeyî de. Lewra jî her sal tê danîn û nîþankirin xelata vî tekoþerî ji hêla komîtekê û hevalbendên wî tê þopandin û pejirandin. Berîya niha ev xelat hatibu diyarkirin ji bo nivîskarê Turk Ismaîk Bêþîkçî. Û îsal 20. 10. 2004 da ev xelat li Parîsê paytexta Fransa hate pêþkeþkirin ji bo dayika kurdan Xanima Mîteran, di rîya ''Diya Ciwan'' helbestvana Kurd ya bi nav û deng ku bu jiyane xwe bi salana ji bo doza gelê xwe xebat dike, lewra jî ew ji paytexta Sûriyê ji Þamê ber bi Parîsê va dabû rê. Cîhê liwîs Aragon, Can Cakroso, Vîktor Hîgo... , da ku derd û heviyên gelê baþurê rojavay Kurdistan ( Sûriyê ) û berxwedana serhildana 12 ê avdarê bi wêneyekî zêrîn yê Apo Osman diyarî dayika Kurdan bike. Ta ku mizgîniyê ragîhîne guhê dayika Kurdan û bibêjê wê, îro omîd û ramanên Apo Osman Sebrî dîsa xwe nûdikin û dengê azadîyê û berxwedanê li hemberî zordestên Þamê geþ û bilind dibe, çawa ku berê li Mihabadê, Amedê, Hewlêr bû, îro jî nevîyên Apo Osman Sebrî serê xwe li kolanên Qamiþlo, Kobanî, Efrîn û li metrepolên, Þamê û Helebê serî hildidin, disa çerxa felekê û aþên mirinê pencên xwe digerînin li ser gund û bajarên baþurê rojavay Kurdistan ( Sûriyê ).

Ev xelat hate pêþkeþkirin ji bo dayikan Kurdan ji destê ''Diya Ciwan'' bi dilekê geþ û xweþ di gel helbesteke kurt û kûr, bi çek û xemlên Kurdî pîra dayika Kurdan Xanim Mîteran hate hembêzkirin, piþtî ku serokê Înstuta Kurdî li Parîsê, birêz Kendal Nezan gotinek bi zimanê Fransî li ser xebata Xanim Mîteran ronahî kir di ber doza gelê Kurde li her pênç parçan, di gel gelek gotin hatin xwendin mîna gotina Mamoste Mihamed Mela Ahmed ku yek ji hevalên Apo Osman yên berê bû, û gotinek ji birêz Heyder Omer û gotinek bi zimanê Erebî ji hêla Nîzar Neyûf de ku ew dostê gelê Kurde.

Li vê þevê ya ku li avahîya Înstuta Kurdî li Parîsê hatibû li darxistin gelek sîyasetmedar, nivîskar û dostên gelên Kurd yên Fransî beþdar bûn. Ji wana nunerê Hukumeta baþurê Kurdistan birêz Sêrwan Barzanî û nunerên Partiya Demokratê Kurdistana - Îran û nunerên Partiya Sosyalîstê bakurê Kurdistan, nunerê Partîya Yekîtîya Kurd li Surîye û amadebûna nivîskar û sîyasetmedarên Kurd, Cewad Mela, Can Kurd, Ferîd Mela, Kemal Seydo, Avîn Çîçek, Hêvî Osman Sebrî, Dr. Muhamed Zeyno û xanima wî, Abdulbasit Hemo û gelekên din ...... . Ku ji welatê Almanya, Engîltire, Swêd, Swîsre, Holanda hatibûn.

Her wiha hêjayê gotinêye ku Apo Osman Sebrî bê bîr anîn hersal di meha çirîya peþî da ku di vê mehêda di sala 1993 de ji nav me koçbarkir, lê hiþ û ramanên wî, wê neyê berdan, ji bo doza azadî û serfirazîya Kurdistan.



Abdulbasit Hemo







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=263