Helbesta, Ciwanê Abdal : Rojana Jînê


Rojana Jînê

Rojana jînê , çendî te piþt li min xûzkir
Serî li min danî ber pûta û min yûzkir
Çend pelopel xamam bi tarî þev rist xêzkir
Lê tenê mehder li dû bimrim temen dûzkir

Xweþ dizanim min ji vê jînê negirt tu dox
Pir min xwar û daqurtandî tal û zivr û zox
Çend pel - sipî nivîsîm b’ keser û ah û ox
Mehder tenê bawerim wan riwê min boz kir

Bimrim kêm zêde mefer tune ,ruhek bê guþt
Wêne kalekî ciwan , navêm herem bihuþt
Bim Nersîs an Xanê an ew Gurî yê rûþuþt
Pûtek li bin çend gotin: Ez dimînim sozkir

Piþt bimrim belbî serîk kevir çêke ji rox
Li gasînek tenha þipya dimîne l’ dûm qox
Þînahî , dêmên bedew , av û xuþîna box
Mehder , ezê bimînim latek kevir pozker

Poz bilind û anî beþ , ziq dinêre gerdûn
Pir perî û sîpên ciwan .. ew tên û diçûn
Hey felek biçek deyax: Kî ji me serxwebûn
Çerxa te çendî hêra -mehder ristam foz kir

Hey lê jîna þêrîn .. çendek aram û deyax
Dijwar buhirt her xwarin bêjimar key ûdax
Bi xêra van çend got û rist-xêzan mame sax
Abdal bi xêza avê nivîst çend rûpel þozkir

Xewþ dibêjim ku çerxa felek dizîvire
Geh li jore geh li binî, bi xwe difire
Ne xweþî dimîne ne êþî.. her ew vire
Bi hest û raman û wênek ez-bûme qozkir

Li jîn, nakim jî te sûd , ta dem bizîvire
Gihayê hundur tale.. çawa bê b’guhere
Pêxember li nîv gelê xwe ew bê bawere
Çend derewe ta daxî ro û hîv ger dozkir
Mixabin dilo.. ger derew derketin cîhan
Çawa li xwe deynim vê bêjim: em ne gihan
ji xwer bêjim. li dû xwe bêjim yek ji dehan
ABDAL ser rûwê axê lîst-nivîst xwe tozkir.

-2000 - Ciw@nê ABDAL

Ciwanê Abdal

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=250