JI RAYA KURDISTANÊ RE

FÛAD SÎPAN
(FUAT AKPINAR)

Almanya, 01.01.2004



Kurdistaniyên hêja!


Agahiyên ku digihîjin me, dîsa wek her dem bi mij û dûman li ser Kurdistanê girtine û dilê me diêþînin. Hêviya min hên jî ewe e, ku tiþtên em jê ditirsin neyên serê me Kurdan. Hêvîdar im dê sala 2004an ji bo me Kurdan ji salên din baþtir be û daxwazên gelên me yên rewa bihêne qebûlkirin, da ku gelê me jî li ser axa bav û kalên xwe di jiyaneke aþtî û demokratîk de bijî.

Daxwazên ku Kurd dikin ji kesî qenciyê naxwazin, ew mafên ku di cîhanê de ji her gelî û her milletî re hene Kurd wan daxwazan tenê ji xwe re dikin, ne kêm û ne jî zêde.

Loma mafê tu dewletekê, mafê tu rêxistinekê û mafê tu kesî nîne, ku ji daxwazên Kurdan yên rewa re bêjin na. Yanê bi kurtayî ne mafê DYA ye, ne mafê Ewropa ye û ne jî mafê Tirk û Ereban e, ku li dijî mafê gelê Kurd derên.

Lê mafê serokên partiyên Kurdan jî nîne, ku li ser qedera Kurdan bi siyaseteke erzan peymanan îmza bikin û paþê bi daxuyaniyan bêjin, min wiha kir te wiha ne kir û hevdû sûcdar bikin û hwd., kes êdî vî tiþtî qebûl nake.

Sînorê sebra gelê Kurd êdî nemaye. Kesên nizanin û nikarin ji Kurdan re rêberiyê bikin, bila xwe bidin aliyekî, da ku xort û ciwanên Kurdan dest û milên xwe bidin jor û ji bo Kurdistan kar û xebat bikin û gelê me derxînin silametiyê. Siyaseta bi bazara Ereban namþe, dê herdem mahkum be. Tu dibêjî qey serokên partiyên Kurdan xwe ji bo Kurdan heta hetayê wek serok îlan kirine û bi kursiya serokatiyê ve xwe zeliqandine. Lê, bila ew jî baþ bizanibin, ku gelê Kurd êdî baþ dizane ji wan jî hêsab bixweze. Kîjan serokê partiyên Kurdan þaþiyan bike, dibê cesareta wî ya medenî jî hebe û di heman demê de ji serokatiyê îstîfa bike.

Loma ez bangî kek Mesût Barzanî û mam Celal Talabanî dikin, ku ew ji serokatiya partiyên xwe îstîfa bikin. Çumkî wan þaþiyên mezin kirine, divê hêsabê van þaþiyan jî bidin. Û rê ji kesên zana re vebe, da ku ew daxwazên gelê Kurd bi siyaseteke hostatî biparêzin. Gelê Kurd êdî ji wan aciz e, bila herdû serokên partiyên baþûrê Kurdistanê kerem bikin ji serokatiyê biqetin û herin di mala xwe rûnin.

Ev ji salekê zêdetir e, ku parlamena Kurdistanê biryar girtiye, herdû hukumetên herêmê bibin yek û hilbijartin çêbibin, da ku parlamena Kurdistanê bi raya gel kar û xebata xwe bike; da ku dinya-alem jî bibîne, partiyên Kurdan bi hilbijartineke demokratîk hatine ser text û daxwazên gelê xwe diparêzin. Lê pir mixabin ku ji ber sedemên nakokî di nabera herdû serokên partiyên mezin de hene, van daxwazên gel hên jî nehatine cih. Çumkî serokên partiyên baþûrê Kurdistanê xwe ji gelê Kurd mezintir dibînin, loma daxwazên gelê Kurd nayên cih.

Banga min ji gelê me yê Baþûr re ew e, ku bila qedera xwe bidin destê xwe û derên kolanên Kurdistanê û dengê serxwebûna Kurdistanê bilind bikin. Çumkî ger ew li hêviya serokên partiyên Kurdan bisekinin, ku ew ji Kurdistanê re çareserî bikin, dê hên demek dirêj, ku dawiya wê ne xuyaye bisekin in.

Ew serokên partiyan, ku nakokiyên navbera xwe bi salan e çareser nekirine, nikarin pirs û qedera Kurdistanê jî çareser bikin.

Dibê gelê Kurd li Baþûr qedera xwe bide destê xwe, ala serxwebûna Kurdistanê bilind bike û daxwazên xwe ji cîhanê re bêje, ku ew ji bo Kurdistanê çi? Dixwazin.


Bijî Kurdistan


JI SERXWEBÛN Û AZADIYÊ BI RÛMETTIR TIÞTEK NÎNE







Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sektions&op=viewarticle&artid=119