Serok û têkoþerên serîhildana 1925-an di dilê kurdan de dijîn…


Serok û têkoþerên serîhildana 1925-an di dilê kurdan de dijîn…

Gelê Kurd, di Împeratoriya Osmanî de xwediyê statuyeke siyasî bû. Dema ku Împeratoriya Osmanî di Þerê Cîhanî yê 2-emîn de wenda kir û bi peymana Mondrosê biryara leþker belavkirinê hat dayîn, bi Peymana Sevrê jî avakirina Kurdistanê û Ermenîstanê bû biryar. Hezar mixabin bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji holê rabû û Gelê kurd bê statu bû. Her çiqas di avakirina Komara Tirkiyeyê de berpirsiyarên dewletê piþtgiriya berpirsiyarên gelê kurd girtibûn û soz dabûn ku statuya Kurdistanê jinûve tespît bikin û mafên gelê kurd nas bikin jî, piþtî ku Komara Tirkiyeyê xwe xurt dît û alîkariya hêzên navneteweyî û bi taybetî jî piþtgiriya rojava û îngilîzan, Rusya ya Bolþewîk girt, hebûna neteweya kurd înkar kir. Ji bona ku biryar hatibû dayîn ku dewleteke milî û unîter ava bibe, neteweya tirk jî tekamûl nekiribû û diviya bû ku neteweya tirk ava bibe, biryar hat girtin ku neteweya kurd bibe tirk; ji bona vê jî siyaseta asîmîlasyonê hat pejirandin.

Ev helwest û siyaseta Komara Tirkiyeyê ji aliyê berpirsiyarên kurdan de nehat pejirandin. Ji bona vê berpirsiyarên Kurdan dest pê kirin ku rêxistinên Kurdistanî ava bikin. Tê zanîn ku di destpêka sedsala 20-an de li Stenbolê gelek rêxistinên Kurdistanî ava bibûn û ew rêxistinan vekirî û legal bûn. Lê piþtî demekê îttîhad-terakîciyan ev rêxistinan qedexe kirin û mifte li deriyê wan xistin.

Piþtî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, rêxistina bi navûdeng ya ku ava bûyî Komîteya îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî) bû. Serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibriyî bû û bi xwe di orduya Komara Tirkiyeyê de mîralay bû. Komara Tirkiyeyê demeke dirêj derbas nebû xebata Rêxistina Azadiyê tespît kir û serokên wê Xalid Beg û Yisuf Ziya Begê Betlisî derdest kirin û li Bedlîsê hepis kirin. Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg bi lezûbez hatin mehkeme kirin û hatin îdam kirin. Ev yekê pêþiya rêxistinîbûnê girt û dîsa bû sedem ku beriya wextêþ, zivistanê, di 13-ê Sibata 1925-an de encama provokasyoneke leþkerên tirk, serîhildana milî li Pîranê dest pê bike û li Kurdistanê belav bibe û hêzên kurd gelek desthilatdariyên bajaran bixin destê xwe.

Di 4-ê Adara 1925-an de Zagona Takrîrî Sukûnê hat pejirandin û piþtî vê zagonê Dadgehên Îstîklalê yê Þerqê ava bûn.

Hezar mixabin piþtî êrîþa hêzên dewletê. serokê tevgerê Þêx Seîd Efendiyê Pîranê li ser pir a Wertoyê encama planeke qirêj hat girtin.

Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyîd Evdilkadir û 12 hevalên wî jî li Stenbolê hatin girtin û li Amedê dadgeh bûn û di 27-ê Gulana 1925-an de hatin îdam kirin. Þêx Seîd Efendî û 47 hevalên xwe, ku piraniya van serokên olî þêx bûn, di Dadgeha Îstîklalê ya Þerqê de hatin mehkeme kirin û bi lezûbez di derheqê wan de ji derveyî hiqûqê biryara daleqandinê hat dayîn. Li hemberî biryarê îtîraz jî nehat pejirandin û Þêx Seîd Efendî û hevalên xwe di 28-ê Hezîrana 1925-an de li Amedê li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camiyê) hatin daleqandin û ew ketin nav þehîdên Kurdistanê.

*****

Serîhildana milî ya kurd bi zor û terora dewletê hat þikandin. Li Kurdistanê qetlîameke mezin pêk hat û bi deh hezaran kes, jin û mêr, hatin kuþtin û hatin qirqirin. Serok û têkoþerên tevgerê bi tevayî hatin kuþtin û hatin ceza kirin. Gund, bajerok, bajar hatin þewitandin, bi hezaran kes girêdayî Zagona Takrîrî Sukûnê hatin sirgun kirin. Karbidestên Kurdistanê hatin þikandin, ji siyasetê hatin bi dûr xistin. Asîmîlekirina gelê kurd bi mekanîzmayên nû û xurt hat meþandin.

Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya kurd kir sedem, hemû pêþveçûn û mixalefeta demokratîk ji holê rakir. Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, li Tirkiyeyê ji derveyî partiya dewletê CHPê, Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî hatibû damezirandin. Desthilatdariya Kemalîst, ev partiya ji bona desthilatdariya xwe ya otorîter û totalîter xeter didît. Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, desthilatdariya Kemalîst derfet dît ku vê partiyê tewanbar bike. Karbidestiya Kemalîst îddia kir ku Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî jî bi awayekî daxîlý serîhildanê bûye û ji serîhildanê re bûye alîkar. Ev jî bû sedem ku partî bê qedexe kirin û mifte li deriyê wê bikeve.

Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya Kurd ji bona jiholêrakirina mixelafeta çep û sosyalîst jî kir sedem. Karbidestên Kemalîst him li Kurdistanê û him jî Li rojavayê Tirkiyeyê zilum û zordariya xwe bi plân û bi sîstem meþand.

*****

Desthilatdariya Kemalîst, tevgera milî ya sala 1925-an, ji bona ku him xwediyê ruhê milî û him jî xwediyê ruhê olî bû, ji vê tevgerê gelek tirsiya. Komara Tirkiyeyê piþtî serîhildana milî ya sala 1925-an, xwe jinûve ava kir. Li Hemberî mixalefeta kurd ya milî tedbýrên gelek xurt û xeter girtin. Ji bona ku civata kurd û desthilatdarên kurd teslîm bigre, projeyên gelek qirêj xist jîyanê. Li ser ew malbat û eþîret, þêx û begên beþdarî serîhildanê bûne, projeyên taybetî meþandin. Ev pêvajoya di sala 1938-an de piþtî þikestina serîhildana milî ya Dersîmê, karbidestên kurd bi tevayî teslîm girt, ji bona ku li Kurdistanê burjuwaziya milî ava nebe û pêþ nekeve siyaset meþand.

Wek tê zanîn, dewletên milî bi pêþketina kapîtalîzmê derketine qada dîrokê. Desthilatdariya Kemalîst ji bona ku ev yeka dizanî, ji bona ku li Kurdistanê kapîtalýzm pêþ nekeve planên taybetî meþand, bi sinîf û tebeqeyên edetî yên dema feodalî re tîfaq pêk anî û jiyana wan dirêj kir.

*****

Komara Tirkiyeyê, ji bona tevgera milî ya kurd ya sala 1925-an biþîkine û ne rewa îlan bike, ýddia kir ku ev serîhildana ji aliyê Îngiltereyê de hatiye oraganîze kirin. Ev îdia ne rast bû û heta nûha jî ji bona vê tu belgeyek nehatiyê diyar kirin. Lewra wê demê Îngîltereyê li hemberî Rusya ya Bolþewîkan piþtgiriya M. Kemal û hevalên wan dikir û Komara Tirkiyeyê jî projeya wan bû.

Li aliyê din jî baþ tê zanîn ku serokatiya tevgera 1925-an ji aliyê teknikî de xwediyê derfet nebû, ku bi Îngiltereyê re danûstan bike.. Serokatiya tevgerê xwestiyê ku bi Yekîtîya Sovyetan re danûstandin bike û ji bona vê ji Lenîn re nameyek jî hatiye nivîsandin, hezar mixabin Lenîn bersîva nameyê jî nedaye.

Rastiyeke din jî heye ku, heger tevgera milî ya sala 1925-an bi Îngiltereyê û bi dewletên din re jî danûstandin bikira û ji wan alîkarî bigirta, ev jî rewa û xwezayî bû. Lewra tevgerên milî her demê bi dewletan re ji bona berjewendiya xwe danûstandin kirine.

*****

Komara Tirkiyeyê îdia dike ku Þêx Seîd Efendî û hevalên wî suç kirine. Ji bona vê jî her xebateke di derbarê Tevgera 1925-an û bîranîna wan de hatiye kirin, pesinandina tewanê pejirandine û doz vekirine û ceza dane. Ez jî di vê çarçeweyê de him hatime ceza kirin û him jî têm dadgeh kirin.

Tiþtekî aþkere heye ku ev nerîna Komara Tirkiyeyê, encama karaktera wê ya kolonyalîst û siyaseta wê ya li dijî neteweya kurd e. Þêx Seîd û hevalên wî serokên neteweya kurd in û wan ji bona ku neteweya kurd azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe û gelê kurd qasî gelên din xwediyê maf bibe, têkoþîn meþandin û fedekarî kirin û canê xwe fêda kirin.

Ew di dilê neteweya kurd de dijîn. Ew ji bona Komara Tirkiyeyê sedema tirsê ne. Divê em ji wan re xwedî derkevin û li hemberî wan vatiniyên xwe pêk bînin. Komara Tirkiyeyê çawa ku dixwaze neteweya kurd ji hemû hêjayiyên xwe dûr bixe, dixwazin ku ji serok û têkoþerên xwe jî dûr bixe. Divê kurd ev siyaseta qirêj ya Komara Tirkiyeyê bibîne û nepejirîne.

Bakurê Kurdistan Amed, 28. 06. 2009

Îbrahîm Gûçlû

ibrahimguclu@gmail.com

Îbrahîm GÛÇLÛ Îbrahîm GÛÇLÛ





Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=634