Helbestvanê Kurd Þêx Memdûhê Birîfkanî ( 1922 – 1976 )



Helbestvanê Kurd Þêx Memdûhê Birîfkanî ( 1922 – 1976 )

"Ez feqiyekê belengaz im ji feqiyên Dîwana Cizîrî"

Þêx M. Birîfkanî


Ji dema yekem helbestvanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî - Uryan - heta bi helbestvanên nû, qada helbesta kurdî bi hest û nest, hêvî û azwer û xwîna helbestvanan hatiye rengînkirin, xemilandin. Bi taybetî helbestvanên me yên kilasîk yên ku xweza û bedewiya kurdistanê di helbestên xwe de, pesin kirine û nemir hiþtine. Þêx Memdûhê Birîfkanî yek ji wan helbestvanên ku ji baxê helbesta kurdî ya kilasîk çêj wergirtiye û ji kaniya herikî ya Melayê Cizîrî û Feqê Teyran vexwariye. Kurdistan bi hemû bedewiya xwe di helbestên wî de, rû dide, û milletê kurd û zimanê kurdî tê pesindanê.

Jînenîgariya Þêx Memdûhê Birîfkanî ( 1911 - 1976 ) :

Þêx Memdûhê Birîfkanî di sala 1911 ê zayînî li–Badê-ya ser bi – Dihokê- hatiye ser rûyê dinyayê. Di heft saliya xwe de, dest bi xwendina Quranê kiriye. Xwendina xwe ya olî li Birîfka li ber destê Mela Ebdullahê Etrûþî sê salan xwendiye. Piþtre, li–Sipîndarê-dora salekê li ber destê Mele Ebdulxaliq Akreyî xwendina xwe berdewam kiriye. Piþtre, li – Etrûþê - li ba Þêx Ebdulrehmanê Etrûþî bicîbûye, û li ber destê Hecî Mela Ehmed xwendiye. Ji Etrûþê jî, berê xwe daye-Kemeka-û dora du salan li ba Îsayê Salihê Kemekî xwendiye. Di sala 1931ê de, xwendina xwe bidawî aniye. Piþtre, li Zaxo li ber destê Mela Ebdulxaliqê Akreyê bawernameya 12 ilman wergirtiye û vegeriyaye Birîfkayê. Piþtî ku Þêx Memdûhê Birfîkanî îcaza xwe li ber destê Mela Ehmedê Akreyî werdigire, di heman salê de îcaza Terîqeta Qadirî ji destê Þêx Mihemmed Rizwanî digire. Ji bilî vê, wî li Bexda û Necefê jê fêrên ayînî wergirtine.

Þêx Memdûh du jin ênabûn. Li Zaxoyê, sala 1938an keça Yusif paþa, xuþka Hazim Begê li xwe mehr kiriye, û di sala 1954an de jî keça Mela Mihemmedê kurê Ebdulxaliqê Akreyî mehr kiriye.Þêx Memdûh du caran çûye Heccê.

Di sala 1970ê de, Þêx Memdûh dibe endamê komîteya birêvebir ya nivîskarên Kurd. Her weha, yekem serokê êkîtiya nivîskarên kurd-tayê Dihokê. Ji bilî vê, ew endamê Korrî Zaniyarî Kurd bûye. Þêx Memdûh di hindek helbestên xwe de, xwe bi (Exlatî) nîþan dide. Û Exlatî naznavê Þêx Memdûhê Birîfkanî bû. Exlat navê bajarekî bakurê kurdistanê ye. Þêx Memdûh ji malbata Þêx Ehmedê Exlatî ye.

Helbestên Þêx Memdûh di gelek kovar û rojnameyan de hatine belavkirin, weþandinê, weke kovara Ronahî – Hawar - Birayetî, Nûserî Kurd - Kirêkaran, û di rojnameya – Bizav-.

Diyar e ku helbestvanê me yê hêja Þêx Memdûhê Birîfkanî ji zaroktiya xwe ve, hez ji edeb, wêje û helbestvaniya kurdî kir. Bandora kilasîkên Kurd–Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî..htd, ser þî`ira wî berz û diyar e. Þêx Memdûh xwe mîna "feqeyekî belengaz ji feqeyên Dîwana Melayê Cizîrî" dihijmart.

Þêx Memdûh di nîsana sala 1976an de, çû ser heqiya xwe û li bajarê Dihokê hate veþartin.

Gencîneya þî`ir û helbestên Þêx Memdûhê Birîfkanî mezin û berfireh e. Bi evîn û hezkirin, kurdewarî û ruhê niþtiman perweriyê û eþq û heza kurdistanê xemilandî ye. Þêx Memdûh kurdperwer bûye û ew sitemkariya ku hatiye serê milletê wî, nepijirandiye.Zimanê Þêx rewan e û mîna çem û robarên Kurdistanê, wisa zelal, wisa paqij, diherike. Lê, her çawa be jî, ruhê netewayetî li nik ewî dabû ser aliyên dinê jiyanê. Þêx bibû fida û girêdayî doza gel û welatê xwe, û helbestên xwe terxan dikirin ji bo ax û xwezaya kurdistanê di gel helbestên ku di nava xwe de nêrîn û felsefeya wî vedihewînin. Her weha, wekî zanayekî Kurd hiþtin û parastina ziman û edeba kurdî jî weke erkeke xwe didît, û di vî warî de ferhengeke Kurdî - Kurdî di gel helbestên xwe di dîwanê de, dide çêkirinê.

Þêx dibêje ku : "pêdivî ye em li edebiyata xwe miqate bin, her dem di hizra me da bit, wê ji hindabûnê biparêzîn". Hilbet, ev nayê wê wateyê ku, Þêx Memdûh dûrî ol û dînê xwe ketibû, lêbelê wî hezkirina ol û netewayetiyê bi hev re fêrî feqe û mirîdên xwe, dikir. Belê, Þêx Memdûhê Birîfkanî mirovekî hestyar û nefisbiçûk bû. Cîhana wî ya helbestvaniyê bi dostanî, hezkirin, ayîn û niþtiman perweriyê dagirtî bû, ji bilî þahîkiya zimanê wî yê kurdî. Bê guman, ev hestên Þêx Memdûh yên neteweyî û welatparêziyê bûne sedema zindankirina wî û derengketina çapkirina helbestên wî yên ku bi kêmî di hindek kovar û rojnameyan de li Iraqê hatibûne weþandin, weke rojnameya ( Welat ) û kovara ( Nûdem ) –Karwan – Beyan - Rewþenbîrî.

Þêx Memdûh mirovekî aqilmend û bîrwer bû. Mirov, bi zimanê xwe yê xweþ û rûyê xwe yê geþ êsîrê kesatiya xwe dikirin, nexasime ku malbata wî – Birîfkanî - li deverê bi tundî tê hezkirin û qedirgirtin. Þêx Memdûhê Birîfkanî lêkolînên giþtî ser edeba Kurdî - zaravê behdînî - dikir û di wêjeya erebî de jî, xwedî zanayî bû.

Weke berê jî hate gotin, Þêx Memdûhê Birîfkanî, li ser þopa helbestvanên kurd yên kevin – kilasîk - bi taybetî M.Cizîrî û Feqîyê Teyran, helbesta xwe di hûnand. Þêx Memdûh bi þêwaza nivîsandina xwe gelek ji wan ve nêzîk bû, û her di warê ayînê de jî wekî wan olperest bû, û bi navê olê li piraniya dever û parçeyên kurdistanê geriyaye. Her weha, Þêx gelek gotinên kurdî yên kevin sax û zindî kirine û di helbetsên xwe de bikar anîne, di gel ku wî þî ir û helbestên gelek helbestvanên kurd yên kevin komkirine û ji windabûnê parastine tevî ku gelek ji wan hîn nehatine weþandin, ne ketine ber ronahiyê de.

Di derbarê Þêx Memdûhê Birîfkanî de, Sebrî Botanî wiha dinvîsîne: "Þêx Memdûhê Birîfkanî di edebiyata me ya kilasîk de navekê girîng e".

Bê guman gera Þêx li piraniya bajar û gund û deverên kurdistanê bû alîkar ku zimanê wî yê kurdî xurt û bihêz bibe, û gelek zaravên kurdî di helbestên xwe de bikar bîne, û peyivên kurdî yên resen ji gencîneya ku dabû hev, derdixistin, û dikirin rist û hozan di pesindana xweza, xurista kurdistanê de. Reþîd Findî behsa hunera helbestê ya Þêx Memdûh

Birîfkanî dike û dibêje: "Hozanêt Þêx Memdûh Birîfkanî di ter û nazik û ciwan in, û rehwaniyeka hunerê hozanê û þarezayiya zimanî lê diyar dibît".

- Berhemên Þêx Memdûhê Birîfkanî :
1- Laleþîn:beþê yekê ya dîwana wî - 1997, Stockholm, çapxaneya APEC.
2 - Ferhenga Birîfkanî:di sala 1950 î de hatiye nivîsandin. Kurdî - Erebî ye. Kurdiya wê bi herdû tîpên erebî û latînî ji aliyê Þêx Memdûh ve hatiye nivîsandin.
3 - Berhevkirina dîwana Þêx Nûreddînê Birîfkanî ( 1940 – 1966 ).
4 - Berhevkirina dîwana Þêx Þemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî ( 1940 – 1966 ).
5 - ( El Heqîqe wel Beyan fî tercumet sadat Birîfkan ) bi zimanê Erebî. 1961.
6 - Pêncî û yek helbestvanên kurd.
7 - Lîsteya dara malbata Birîfkaniyan.
8 - Gelek gotar û çîrok û metelok û lêkolînên ser dîroka milletê kurd.

Helbest :


Welalatê me

Þax û daxên di wilatê me pir e ji þengebiya
Çîçek û alal û beybûn qul bi qul ketine çiya

Nêrgizên ser di giran þermendê xemla te ne
Li çîmenên nazik û ter simbil diden aweriya

Sorgulên sîmayê rengîn l`terzina girtî xunav
Daxedar im bo binefþên xurmeî l`ber keviya

Çar kinarê keviya sosin û simbil xemilîn
Mêrg û baxên di beheþtê didine ber çikiya

Heçî coma tu binê bexçeyê rizwan e wilat
Baxê Îrem te hebît dê bideye mizgîniya

M`irîya bînî lê danî sê þevan dê jêne ve
Her dema binêrî bihare kanî nûjdare giya

Ax ji zêr e li çiya binêre dur û almas in hemî
Çendî cewher cumla yekser wê ji nikme çûn ciya

Rez û bax û çîmenan þalîl û balîl dixwînin
Deng û awazê þirîn kefte nihal û geliya

Kan û gencên di wilatê me pir in mil dane yek
Sed hizar in tev bijar in makê kîmya ye giya

Serwerê çendî cihan heq bêguman erdê me ye
Bi qurçeka avê ji dola sax diken bêvariya

Heçî vî erdî bibînît paþî jê bene derê
Þêt dibît hadir di gavê dîn û har kefte riya

Bes bibêje kêm birêje Exlatî nas î ji mêje
Cih biheþt e çiya û deþt e av heyat e li kaniya

Hilo Rabin

Hilo rabin gelî Kurda bi can û mal bi ehd û soz
Binêrin faris û tirka l`me napirsin Ereb û Rûs

Ji tirka ya me bû erd û hemî rêze hemî Tersûs
Hekarî û Tuncelî û Mereþ Kemîþxane heta Toros

Hinek Qeyserî û Sêwas û hinek Toqat hinek Mêrsîn
Exne û Dêrsim û Entab, Qerehisar û Artwîn

Bîngol û Þirnex û Cizîrê û Exlat û Mafarqîn
Sêwreg û Wêranþehir û Batman û Dara û Nisêbîn

Melatya, El ezîz, Xerpût, Giresun û Adîyeman
Qerekose û Trebzon û Bazîd û Qers û Erdûxan

Urfa û Sêrt û Erzerom, Bidlîs û Mûþ û Erzincan
Îslahiye û Îskenderûn, Diyarbekir, Mêrdîn û Wan

Eve hemî kurd bûn xurî zarî di kirmancî dixwand
Man bêxudan û bêxweyî lewra ku tirka ji me revand

Exlatî hindî ba dikir trika cihê me ji xu kirand
Kesê çi pisyar lê nekir derd û xema dil peritand

* * *

Jêder :
- Dîwana Þêx Memdûhê Birîfkanî, berhevkirin û amadekirina Zahid Birîfkanî, çapa didiwan, dezgeha Aras - 2002.
Dîwana Kurmancî, Ebdulreqîb Yûsiv.


Hewlêr, 14. 07. 2007
Besam Mistefa
Kurdê Rojavayê Kurdistan ê.


Besam Mistefa

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !






Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=539