PALO Rabe


PALO Rabe

Palo, ez gorî, rabe...
Xewa þêrîn ji hozanên weke te re nabe. Govend gera ye, dîlan mezin e, qet ranabe. Bi wî rengê te nivîsî, "Civîna Nemiran " timam nabe. De rabe qurban, serî ji gorê rake û li firokxaneya Hewlêrê, li Kurdistana azad, li pêþwaziya Cengawerên "anfalan", li lehengên govenda jiyanê, li Barzaniyên nemir temaþa ke. Rake, serî rake û ristên berdewamiya " Civîna Nemiran " li ba ke. Ristik dirêj e, pel têrê nake... Çarakê ji xwe re peyda ke.Aso bê kenar e,lê têra derd, kul , jan û azariyên gelê me nake.

Palo, ez gorî, rabe...
Çiyayên me bi fermîsk in, Zozanên me îske îsk in,deþtên me, li ser gorbuhuþtan, bi talîþk in. De rabe qurban, serî ji gorê rake û li xaka xemgîn temaþa ke.Serî nextekî li ber xwîna gorbuhuþtan daxe, þaþika xwe, ji serî veke, li ber wan raxe, lê li min jî ha be. Erê, gewdê min jî, pêþî biþo, tahir bike, di bin linga ke, da 512 carî gewdê min û þaþika te bi ala rengîn þa bin... De rabe, da govenda nemiran ji nû ve rabe.

Palo, ez gorî, rabe...
Çem û cobarên me miþemiþ in, dar û deviyên me xuþexuþ in, kewên zozanên me, li hêlînên xwe digerin, na melisin. Belê, hedana Pezkoviyan nayê, li zinaran bi karîn in, bi marîn in, hespên mafparêzan bi hîrîn in ... De rabe, berê te fereh e, xew ji hozanên weke te re nabe.

Rabe, bake : "va penaberên me hatin, karexezalên me bi xelat in ...". Rabe , bikeve pêþiya cemawerê pêþewaz de û sirûda " kes nelê Kurd mirdiwe ..." bibilîne. Rabe, bila zinar û çiyayên Barzan sirûda " Ey reqîb...." li hev vegerînin,da xumîn û gumînê bi felekê bixin,wê bihejînin.

Palo, ez gorî, rabe...
Kurihên çavên me ji girî kul in, perdên guhên me ji gumînan ker in, hestên me ji perçiqandinê mas in, dêmên me û welatê me ji êþ, kul û derdan bewî ne, zimanên me di gewriyên me de lal in, hêriz di cergên me de pûç in, xelat û mizgînî li ba me bê wate ne, demên salê li ba me weke hev in... de rabe, rabe dengekî bi ser Leyla Qasim de bijenîne, bila desmala destê xwe sivik bihejîne, da govenda Nemiran, li pêþiya "Civîna Nemiran" bigerîne ... bila bi madgeþî û xwînþêrînî, dengekî, bi pêþewazî, ji mêvanên Çiyayê Barzan re, bilîlîne ... Erê, dengê lîlandinê, ji me re, hem hêriz e, hem mizgîn e, hem jî xwîna nû, di rehan de, digerîne, dikelîne.

Bila bake : " va anfalkirên me hatin, va firêliyên karexezalên Çiyayê Barzan hatin ... Ez di qurbaniya xwe de bi qurban bim, di nemiriya xwe de bi heyran bim ... Werin, mal mala we ye, çiya çiyayên we ne, azman azmanê we ye, xak xaka we ye... bi xêr hatin, li ser çavan hatin... xaka azad we hembêz dike, hatina we pîroz dike. Belê, serê þehîdan natewe, lê ez serê xwe li ber we ditewînim, ez ji we re hem xelat im, hem mizgîn im, hem jî xwîþka bi birîn im.. De werin, bi delalî, li civîna me, bihêwirin û li asoyê welatê xwe bibin ronî, bibin keskesora hêviyên çilmisî, da hûn welatê xwe geþ bikin,biçîsînin...". ( - 1 – )

Palo, ez gorî, rabe...
Gêra "Civîa Nemiran" teng e, bi sînor e, þahsiwarê vê civînê, Barzaniyê nemir, bi nehtor e, textê mîrniþîna Kurdezadan dor bi dor e,... De rabe, sînorên bedbextiyê biþikîne, nehtorên sexteþiyanê ji meydanê rahilîne, mîrniþîna padîþahan bi zêravê bikeþxîne... Rabe, rabe mizgîniya vê hatinê bigihîne, bila xaka azad xwe,vê payîzê, hilweþîne û gurzek gulên rengîn pêþkêþî mêvanên çiyayê Barzan bike û wan li xwe vehewîne... Reng e, dilê wan bi kul be, kula wan ji dil be û ji beyabanên biyaniyê ferehtir be, ji libên sîlaka wê ziwatir û gelektir be.... kula lênepirsîn û dûrketina penaberiyê be, kula bêrîkirina xaka þil be ... Bi wan bide zanîn, ko xaka welatê wan rêzgir û dilnermîn e, di payîzê de gulan ji wan re difûrîne, ava þêrîn ji tehtê diderîne û bayê jiyanê, li her derê, dilivîne.....

Palo, ez gorî, rabe...
Va payîz e, payizok e ... dewkeyênan meþk çirandin, bêrîvanan þîr rijandin, bilûrvanan va bilûrên xwe hilandin, zirnevanan va ne zirne li kirasan vegerandin, rojîgiran bang û bendên xwe dirandin... De rabe, darê þivantiyê bihejîne, kehnîkên çiyayê xemgîn bilivîne, biteqîne, perdê ji ser dar û deviyan, deþt û zeviyan bide alî û roja asîmanê bilind dagerîne.. bila serê xwe li ber Cengawerên me bitewîne....,

Bila bêje : "Ev mêrxasên rojhilat in,ev gernasên bêtebat in... berz û bala in,mam û xal in,ev rastiya vê þûnê ne,ev xwedanê cih û war in...".

Palo, ez gorî, rabe...
Ji xwe ha be, rewþa berçav bi coþe û hêriz nabe, li ser pêkan biqelize, xwe hêdîka bilivîne, bayê " Civîna Nemiran " ne þikîne, li civînê melikê Kurdistanê Þêx Mehmûd û qehremanê çiyê Barzanî ne, wa bi hev re,rûniþtî ne, Qadî Mihemed li Mehabad wa bo wilo Çwarçira vêdixîne, Þêx Saîd jî va sûriha kevnedêrîn li Amedê dixumîne, Nûreddîn jî, bi goyînî, zîz dixwîne. Civîn giran e, bi dawî nayê, tu çarakê ji vê rewþê re xweþ bibîne, bi dizîka, bi hêdîka vê bûyerê bigihîne, bibilîne.... qet nebêje min nizanî, Cengawer û serkanên me ji hev ha ne, ev giyanên bêguneh in, bi rewanî li dera ne ... ji hev ha ne, ji hev ha ne...

Palo, ez gorî, rabe...
Bila îro ev pêþwazî li bîra be , li bala be...va him him e,va gurrîn e,va serkanên vê civînê li herderî rûniþtî ne,bendewarê cengawerên nemirî ne..Belê Palo,ew bi xwe jî timî sax in, bi jiyî ne , bendewar in,bi hêvî ne...Va dibînin,alên rengîn rêz bi rêz in,li hêlînê vehewî ne , xaka azad kurdezadan dicivî ne,gul û reyhan bo mêvanan difûrîne...Va serkanên mîrniþînê ji civînê derketî ne,ew dizanin,ne li benda tukesî ne,ew dizanin ev çi rewþ e,çi birîn e , giyanên wan berî niha hevdû dîne , bi þêranî lev civîne,ji hev ha ne,xwexwedî ne,hemî sax in,ne mirî ne,soza wan jî ev civîn e. ( - 2 - )

Palo, ez gorî, rabe....
Va te dît û tu dibînî, ev çend sal in dilbirîn î, lê birînên me axivîn, gul û beybûn, li welatê me, piþkivîn ... Va Nemirên vê civînê, mil li mil in, bi þîranî, pêþewaz in, ne bi kul in... Ew dendika heskirinê, ko çandibûn, va teqiya, bû bi þax û her weha jî ber girtiye. Rabe Palo, dilê min jî dilodîn e, ew bi xwe jî wek Nemiran, rikgîriyê nahebîne ... Va serkanên vê civînê ji civînê derketî ne, ew dibînin Kurdewarên çarkenaran lev civî ne...

Rabe Palo, mizgîniyê bigihîne : " Miletê me, bi sayiya we navdaran, wê hevgirtî tim bimîne ". Tu jî Palo, çavnegirtî, pênûsa xwe veriþîne û, ji nû ve, vê civînê bidomîne....

Qamiþlo, 17 û 20. 10. 2005

Palo : - Mele Ehmedê Palo ( 1920 - 09. 05. 1991 ) helbestvanekî Kurd e. Li bajarê Qamiþlo, herêma Cirnikê bi cî dibû. Poyêmek, ji deh hezar / 10 000 / malik, bi navê "Civîna Nemiran" hûnabû.

Zîlana poyêmê wisa bû : Palo dimire û,li wê dunyayê, Mela Ehmedê Xanî dibîne. Palo dixwaze, di riya Mela Ehmedê Xanî re, navdarên Kurd û goriyên kurdewariyê binase. Wilo , Mela Ehmedê Xanî ji Palo re dibe rêber û navdaran bi wî dide nasîn . Wilo, wî dibe civîna navdaran, ko navê "Civîna Nemiran " lê dike. Palo, ji dûr ve, govendeke mezin dibîne. Sergovend jî keçeke spehî, ciwan, naz, cansivik û çeleng e. Ew keç, di sergovendê de, desmalekê bi destan dihejîne û govendê, bi xwe re, dilivîne. Palo, ji Mela Ehmedê Xanî dinase , ko ev keç Leyla Qasim e. Bi vî awayî, her navdarekî Kurd ji Palo re dibe sernavek û poyêma xwe dihûne. ( - 3 - )

Qamiþlo, 17 û 20. 10. 2005


Rezoyê Osê

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=512