Pêþketina Weþangeriya Kurdî Li Binxetê ! Bi Qedexebûna Ziman Ve Girêdayî ye.



Pêþketina Weþangeriya Kurdî Li Binxetê ! Bi Qedexebûna Ziman Ve Girêdayî ye.

Bi helkeftina ku di 22ê nisanê de 108 sal,di ser deçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê ( Kurdistan ) derbas be, kêfxweþ dibim ku ez vê panoramayê li dor weþangeriya kurdên Binxetê ji xwendevanan re berhev bikim, di gel ku cejna wan pîroz bikim.

Bê guman di wiha xepartin de li dor weþangeriya kurdî di Binxetê de, mirov nikare çavê xwe ji çalakiyên weþangeriya destxetî ya ku þêx û melayên kurdan di binxetê de pê radibûn bigire. Bi saya destnivîsên wan,gelek berhemên helbestvanên navdar, ji windabûnê hatin parastin, mîna dîwana melayê Cizîrî, Nehcelenama Mele Xelîlê Sêrtî, helbestên Feqehê Teyran, Mem û Zîna Ehmedê Xanî..hwd

Hem jî em nikarin çapxaneya ku Bihiþtî Hisên Hiznî mukiryanî di sala 1915 an de li Helebê damezirandibû di ser guhên xwe re bavêjin..û ya herî giring, em nikarin di ser kovara Hawarê ( 1932-1943 ) û weþanên wê re biqevêzin ( Ev weþana ku yekemîn û dawîtirîn kovara kurdî ye di nav kurdên Binxetê de ku bi destûr hatiye weþandin, di pey re ziman û weþanên kurdî bûne qedexeye ta roja îro..) - Hem jî em nikarin di ser kovara Ronahî ( 1943-1945 ) re derbas bin.. Bi saya Mîr Celadet Bedir - Xan weþana kurdî destpêkiriye û wiha kerwanê weþangeriya kurdî dûrêzî hev bûye ta roja îro.. Belê gelek kelem û asteng di pêþiyê de hatine danîn, nexasim piþtî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de, ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye ta hu nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêþeya kurdî qedexe ye.. û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja îro.. lê tevî van qedexeyên dijwar rewþenbîrên kurdan li ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî weþandine, di sala 1956 an de dîwana Apo Osman Sebrî ( Bahoz ) hem jî ( Derdên me ), di navbera salên 1954 û 1956 an de û ( Çend rûpel ji wêjeya kurdî ) ya rehmetiya Rewþen xanim Bedir Xan, hem ji di wan salan de bîranînên Dr. Nûrî Dêrsimî li Helebê hatin capkirin û di heman kat de hatin qedexe kirin,di gel dîwana Cegerxwîn ya didiwan..û wiha heyamekî bê dengiyê di wan çend salan re di ser weþangeriya kurdî re derbas bû, ji bilî belavokên rêxistinan yên bi dizî.. Ta ku di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara ( Gulistan ) belav kir û di sala 1973 an de dîwana xwe ya sisiyan ( Kîme Ez ) li Beyrûtê çap û belav kir... Di sal 1979 an de kovara Gelawêj hat weþandin,di sala 1983 an de kovara Stêr, di sala 1983an de Xunav û her wiha Gurzek Gul di sala 1989 an de, Zanîn di 1991ê de, Aso do 1992 an de, Pirs di 1993 an de, Bihar di 1994 an de û di pey wan re Rojda, Deng, Newroz, Delav, Xwendevan, Jîn.. hwd .

Ji sala 1990 û bi virde, hinekî çavgirtin ji çapkirina pirtûkên bi zimanê kurdî hat girtin. Di wan salan de gelek dîwan, kovar, pirtûk hatin weþandin, ew jî bi dizî û heger bi hatina girtin cezayê wê mezin bû, lê ji berî çend salan ve, nexasim piþtî yasayên çapemeniyê di sûriyê de derket, ew rêka çûk jî ji ber me hat girtin, tevî ku di wan salan de me li Þamê çapdikir û me li ser datanî li Beyrûtê çap bûye, xwediyên çapxaneyan jî gelek pere ji me distandin, bi behana ku ew tiþtekî qedexe ji me re dike..
Vêca em ji neçarî çavê xwe berdidin kurdistana baþûr û dervî welat ( Eurûpa û Stenbolê ) ku em li wîr berhemên xwe çap bikin, hem ji ber qedexbûna ziman û hem ji ber buhayê çapkirinê...

Di baweriya min de evin asteng û arîþeyên ku di pêþ weþangeriya kurdî de li Binxetê hene, ango weþangeriya me bi qedexebûna zimanê me ve girêdayî ye, çendî qedexebûna ziman rabe wiha wê weþangeriya me bi pêþ keve. Em li hêviya wê rojê ne. Ew roj nêzîk dibe.

Qamiþlo, Konê Reþ

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=508