ÞENS Û BÊÞENSÎ




ÞENS Û BÊÞENSÎ

Çîrokên Rojdîtî - 5 -

Di sala 1984 an de li Almanya, bajarê Berlinê bûm.

Komela Ronakbîr û hunermendên Almanan resepsiyonek ( dawet ) dan .Di wê demê de ez li ser navê Komela Amojgarî û Navenda Çanda Kurdî li wêderê amade bûm. Lê ne bi tenê, min Dr. Zilfi Selcan jî bi xwe re bir wê dawetê..

Ew resepsiyonek gelek dewlemend bû. Ji gelek welatan ji qonsolos bigir heya hunermendên nav û deng jî amade bûn.
Serokê komelê jibo xêrhatinek germ axaftinek kir û îskana meyê ji bo noþbûnê bilind kir. Gelek jin û zilam jibo hevûdu naskirinê li ser piyan digeriyan û bi hevdu re diaxivîn.

Bêhemdî em rasti qonsolos û hunermendên Tirk hatin.Zilfi gelek aciz bû û gote min :
“Çavên xwe bigre û derbaz be em biçin ba Almanan”. Mixabin ne mimkun bû.Me hevdu gelek baþ dinasî, ji xeynî qonsolos..

Di wê encamê de nivîskar û rejisorê film û þano yê herî bi nav û deng Orhan Murat Ariburnu destê xwe avêt ser milê min û got :
- Tu bixêr hatî herdu rohniya çavên min.. Tu zimanê almanî baþ dizanî, divê piçek alîkariya min bikî.
- Serçavan mamoste.. Lê hewalê min Zilfi zimanzaniyê dixwîne ew çêtir dikare alîkariyê bike.

Zilfi ji ber acizbûna xwe bi Kurdî gote min :
- Lawo min di dostên teniyo ! Bêje wî ew Kurdê Îranê ye Tirkî nizane.

Min hustiyê xwe xwar kir û got :
- Mamoste min efû bike.. Hevalê min Tirkî nizane, ew Kurdê Îranê ye...

Mamoste Orhan lotik avêt û bi dengekî bilind.
- Weeuo ! Gelek baþe.. Ez Tirkî bêjim te tu wergerîne Kurdî bila ew jî Almanî bêje..

Dema ku Orhan M.Ariburnu lotik da xwe u qêriya, bala gelek kesan kiþand ser xwe û xelk û alem li havîrdora me kom bû. Zilfî jî dît ku tu mecal tune, þertên me qebûl kir. Di nav koma hunermendan de Dîdî ( Dieter Hallervorden. ) jî amade bû.

Bala hemuyan li ser me bû. Mamoste dest bi serpêhatiyên xwe kir.
- Ez demekê jibo çêkirina filmekî çûbûm gundekî Anatoliyê.. Cara yekemîn bû ku min li wê derê Kurd naskirin. Þevekê nexweþ ketim. Li wî gundi nexweþxane ango Doxtor tune bû. Gundiyekî ez piþt kirim û li ser piþta xwe heya þeþ saetan ez anim bajêr. Îro mame ecêb ku ker be, ker jî xwe li ber nagre.. Min Kurd wisa naskirin...

Çav li Zilfi sor bûn, awirên wi tehl bû, lê bê çare wergerand. Piþtî wan gotinan Tirk keniyan. Alman û biyaniyên din matmayî man û li wan temaþe kirin. Bêdengiyek çêbu.. Di nav wê bêdengiyê de min dît ku Zilfi destên xwe dan hev û ew haziriyê xwe dike ku mamoste bide ber kulman ( buksan ).

Min destên wi xist nav destê xwe û gote wi :
- Bi sebir be..

Di wê encamê de Dîdî Got :
- Wiesen sie Was ist Glück und unglück ? ( ma hûn dizanin þens û bêþensî çiye ? )

Wê carê bala herkesi li ser Di îdî bu û . :
- Pênc hezar Tirk li Almanya li keþtiyekê siwarbûne û bi rê ketine. Ew þanseki mezine ji bo me Almanan. Bêþansî jî ewe ku keþtî di behra spî de noq bûye, yek Tirkek jê azad bûye...

Piþtî wê gotinê pirqînî li Almanan ket û yekdevî gotin :
- Dîdî dev ji henekên wisan bêtoþe berde lo !
Wê carê Orhan Murat Ariburnu hat rex min û pirs kir:
- Ma wi çi got ? Tu dikarî ji min ra wergerînî !
- Belê. ( û min wergerand.. awirên wi tehl bû û gote min )
- Bê edep ! Vaya nîjadperestiye.. Ez bi tundi li dij derdikevim.. bêje wî..

Zilfi bi Tirkî gote wî :
- Sen kendi hayatini tehlikeye atarak seni sirtinda taþiyan Kürdü eþek yerine koy.. Baþkasi da þaka yaptimi kiçini yirtarcasina karþi çik oldu mu yani.. ne ekersen onu biçersin..
- ( Kurd jiyana xwe dike tehlukê û te li ser piþta xwe dibe nexweþxanê, tu wi dikî dewsa kerê.. Dema ku yek henakan li we dike hûn qûna xwe diçirînin.. mirov çi ajot wî diçine... )

Adil Duran

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=436