BAJÊRÊN HERÎ KEVÝN

BAJÊRÊN HERÎ KEVÝN

Navenda bajêrvanîyetê di Rojhelata Naverast ya kevin da, li Mezabotamîya û geliyê Îndus û pêkhata êkemîn û mestirîn ya þaristanîyeta cîhanê.

Bajêr hîngê di þîyan ( di karin ), bi pêþkevin, damê mirovan zanî, ka ew dê çewa li cihekî akincî bin. Eve ya hatîye rûdan berî 10.000 ta 12.000 salan. Eve jî li wî warî hate rûdan ewê di gotê warê berhemdar ( Mezabotamîya ).

Ew mirovên li vêrê di jîyan herdem nêçîrvan û xirveker bûn. Lê belê ew mirov hêdî, hêdî beref peydabûna kiþt û kalî û akincî bûnê ve di çun û xwe di nav civakên piçik da ( piçuk da ) akinci di kir. Li gel çandina kiþt û kalî, terþ û tewal jî di hatê xodan kirin. Lê belê mirov di þêt bêjît ( dikare bêje ) ko ev civakên henê ne bibûn xudan bajêr. Komelek yan civakek hîngê di bo xudan bajêr dema mezin tir ba ji gundekî û herwesa eger ne gelek cotyar, lê belê evên gelek karên destxetî ( karên destî ) dikir. Bazirgan, rayedarên ayînî, serbaz û fermanber têda jîya ban. Vêca bajêr hîngê di þîyan ( di karin ) bi pêþkevin, dema ko cotyaran bermayî ya qûtî heba û eve ketiba di berhemî da, da ko tex û çînên civakî pê jîya ban. Þarezayîya xirvekirinê gelek ya giring bu, ji bo pêkhatina wê ewa em bi þaristanîyetê nav dikeyin. Her di qonaxeka nû da warên lê bicih bûnê, yên mezin peyda bûn. Bo nimone Jericho ( bi zimanê Erebî Eriha ya ko di kevîte welatê Israîlê ) êk ji wan bajêrên herî kevnar bu. Yê ku 8000 salan berî zaînê mirov têda berdewam akincî bûn. Çatal Hûyûk li li Roavayê Bakurê Kurdistan ê û li nîzikê bajarê Konya yê hate vedîtin. Ev bajêrke berî 6500 ta 5500salan berî zaînê hatibû avakirin. Zanîna me di derbarey van bajêrkan da gelek ya bertenge. Çunkî çi pêtvîyên nivêsînê di derbarey wan da ne mayîne. Nivêsîn gelek piþtî hîngê ya peyda buy, nêzîkî 3000 salan berî zaînê, eve jî ya li devera Somerîyan ( eva bi Iraqa nuke tête navkirin ) peyda bi bu.

SUMERÎ

Berawurdî li gel deverên jorî yên bakûrî, deverên Somerîyan di destpêkê da ne deverên herî baþ yên kiþt û kalî bûn. Ax têra xwe dewlemend bû, ko berhemekê baþ jê derkevît. Lê belê eve piþtî ku ew deverên avîn hiþk kir bana û av bu avdana kiþt û kalî li wan deveran bi kar înaba. Ev proje bi rengekê herî rêk û pêk di hate encam dan, ji ber ko xelkê vê deverê, hemî bi vêrê ve girêday bûn. Þîyanên wekî wana pêdvî bûn ko ev sîsteme berdewamî yê bi karê xo bidet. Berhemdarî û geþbûna welatê Sumerî' yan bu egera parçebûnê di navbera bajêrên serbixwe da. Wekî : Or, Orok Kiþ, Lagaþ û Nîpor.

Her bajêrkek ji vana bi karê xwe rat bu, wekî paytextên gund û deverên dewrûberan. Ji bilî kel pelên xarinê herwesa Sumerî rastî kêmasîyên jêderên hebûna jîyanê ji di bûn. Herwesa ji ber kêmasîyên dar û beran jî , gelek xanî bi berên axê di hatine avakirin. Ev berên axê li ber germaîya Tava Rojê di hatine hiþk kirin, yan jî di hatine qelandin di kûrha da. Dîtna mukum bûna vî kerestey di bu hinêr, ji berku bi dirêjahîya çendîn salan van beran hebûna xwe bi van avahîyan ve derbas dikir. Ev avahîye jî hindek pîramîdên mezin bûn ku hemî rexên ( alên - alîyên ) wan ji pêstiran ( derecan ) pêk hati bûn. Ji bo çuna serê avahî ji bo peyama xwe bigehînin xudayê xwe ( xo ) . Her bajêrekî xudayê xwe ( xo ) hebu û li dewr û berên van avahîyan wekî peykerên mezin hatibûn avakirin. Bê guman rayedarên ayînî di welatê Sumerîyan da xudan hêz bûn û êkemîn car bu mîrniþîn li wêrê peyda buyîn. Kevintirîn pertûka yasayê ya navdar jî li serdemî deshelatdarîya Mîr Ornamo ( nêzîkî 2100 berî zayînê hatîye çêkirin ) li bajêrê Or. Ew piþikdarî yan harîkarî yên ku Sumerîyan di dan pêþketina mirovayetî yê jî ew bu ku êkemîn car Tirimbêlên bi xirxal ( Totik ) û nivêsîn hatine çêkirin. Dumahîyê dest bi lîstên sade yên nivêsînê li ser peykeran kirin. Ta dumahîyê wesa bi pêþket ku bi bîte egera nivêsîna Bizmarî ( Mizmarî ). Ev nivêsîne jî bi rengekê sê goþe bu, ew di hate çapkirin li ser parçeka teqnê ya þil ( axa þil ) û paþî di hate zuha kirin, ta bibaye dukumênt. Êkemîn car nivêsîna Bizmarî bû wêje ( Edeb ) pê hatîye parastin, eve bi bu bingehek bo çîrok û serhatîyên gelêrî yên Sumerî' yan.

GELÎYÊ ÎNDUS

Þaristanîyeta Sumerîyan çend sed ( 100 ) saleka berî ewa ku li Misra kevin bi pêþketi bu. Þaristanîyeka dî ya ku 2000 berî zayînê pêþketin bi xwe ve dîtî ew bu ewa li gelîyê Îndus ( Welatê Pakistanê yê nûke ), lê belê ew çanda ( kuturê ) bajêrî ya nedyar bu. Li ser paþmayên bajêrên Mohenjo - Daro û Harapa ev þaristanîyeta kartêker ( bi bandor ) gelek kêm tête dîyarkirin. Ji ber ku em neþîyayn wan çend nimunên nivêsînê rohn bikeyn, em nizanîn ka ev mirovên li vêrê di jîyan ji kîve hatibûn. Bajêrên wana gelek yêt balkêþ bûn ji berku nexþên bajêrên wana bi þêweyekê toreyî ( þebek, net ) bun û cadên wana rastane êk û du di birîn. Ew hatibûn avakirin berî merov li wêrê jîyaban. Ev þaristanîyete nêzîkî 1700 salan berî zayînê hilweþîya bu. Belê nedîyare çewa û boçî. Welatê Sumerîyan ji berze ( wenda ) bu. Gelek ji bajêrên Sumerîyan pevçun têda çêbu û ceng di navbera wan da çêbu, belku eve bu egera dexesîya ( hesûdîya ) bîyanîyan û ev bajêre hatine dagirkirin. Babikê 3 yê yên dashelatdarîya bajêrê Or, ewa ku bi destên Ornamo hatîye damezirandin, êk ji wan xalên herî bilind yên þaristanîya wan bûn. Lê belê ku piþtî bi destên Amorita hatîne helweþandin ( nêzîkî 1900 berî zayînê ), êdî Sumerî ne þîyan dirêjîyê bi deshelata serxwebûna hebûna xwe ( xo ) biden û mêju ya wan derket bu Babilîya.


Holanda, 09. 10. 2006


Hekîm Hirorî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=317