Ev Çi Heyame ? !


Ev Çi Heyame ? !

Di nav kavlên vî heyamî de tu li çi digerî...?! Te jî divê tu li kêleka min daniþtî bî û bi min re destan bilind bikî û bikî hawar: Ev çi heyame ..?!

Lê tu nikarî..Ji ber ku bejna te, ji bejna vê bêdengiya wek mirinê biçûktire.. Ev bêdengiya ku konê xwe di ser cih û demê re vegirtiye...?!

Gelo ! Te divê tu bi tena xwe, vê bêdengiya bi tirs, li serad, bêjing û moxilê xînî.. ?!

Ez bawerim, tu ji vê yekê jî bi çîktirî..! Em tev nikarin bersivên ku di nav axê de veþartîne, vexepêrin.. Vêca bes bike hawar... Û bes bipirse... Dest li bejna çiyê nagihêjin hev...

Zanim te çi divê ! Tu li milekî digerî ku serê xwe yê westyayî deyne ser û xwe rehet bikî... An tu bi hêviye ku sîngek te hembêz bike, û tu li ser wê sîngê bê tirs û bi azadî têr bigirî.. Lê girî, çekê qelis û têkçûya ye.. Wiha dibêjin.. Ez bi vê gotina dawîn ne bawerim. Dibe ku mirov navê vî girî, vê rewþê an vê heyecanê bike; protestoya ku mirov bi girî dibêje: Na na..

Raste, ziman dikare bibêje na na, lê ya herî giring ku hêjî em karibin bigirîn û ne bin mîna lat û zinarên bê his û deng... Û çendî bedewe, ku mirov karibe bi rondik û hêsran xwe biþo...

Ne xeme bigirî..Tu dikarî girîkî bê deng bikî.. Piþta xwe bidî her tiþtî û têra xwe bigirî... Bawer bike hay û bayê kesekî ji te nîne .. Wê tev di ber te re derbas bibin bê ku te bibînin an dengê giriyê te seh bikin...ji bil yên ku heyranên berjewendiyên xwe ne.. û kengî karê wan bi te xelas bibe, wê piþta xwe bidine te...!! Tev bi kar û barê xwe mijûlin..Vêca þerm û fedî neke .. Kes riya xwe bi mala te naxîne û ji dil û can pirsa rewþa te, an kul û derdên te nake ..?

Kul û derd, kul û derdên te tenê ne. Sergêjekî a te tenê ye. Gurên li dor te, Xwedê te ji wan biparêze, gurên serketina te ne, yên te tenê ne. Yan tê bi tena xwe wan biqewirîne û zoriya wan bibe û yan tê þiyar be û ji lez û beza xwe kêm neke ... Bilive pêþ û li dor xwe mêze neke. Heger te li destê xwe yê rastê, dengê reyandina sehan kir, ewên ku girêz ji devê wan tê xwarê, li wan ne zîvire...Ew seh wiha fêr bûne, tiþtek ji wan nayê ji bil reyandinê pêve .. Û heger te li destê te yê çepê, jinek di nav kul û xeman de dît û ji te hat tu alîkariyê pêre bike, texsîr neke û dile xwe bi alîkariya wê rehet bike ... Erê heyam rehmê nake, te bi dûv xwe de dikiþkiþîne û tu nizanî rêka çûk di kû re ye...

Li dor te dengê qîrewîr û qerebalixeke bê dawî ye... û tu ti þiroveyan ji vê qîreqîrê re nabîne...giregira otomobîlan, dengê banga mele, ringeringa naqûsa dêrê, xirecira Rojhilat û Rojava tevlî hev dibe ... Tu ji xwe dipirse; gelo ev çi qir û qiyameta bê guhdane..?!

Tevî tu li kêlîkeke bê deng digerî ku têr razê û bêhna xwe berde...an ku tu ji hevalekî xwe re gotinên evînê þirove bike. An tu ji dostekî xwe bixwaze ku bakur û bareþ þanî te bide..?! An tu ji rêwiyekî bipirse ; Gelo ev çi qewimî ye...?!
Lê tev bê fêde ye. Ew qir û qiyamet tev tiþtekî nadine te... Vajî danê, çendî dengê wê xirecir û qerebalixê gur bibe, wiha tenêtiya te, zîvariya te û xerîbiya te zêde dibe..

Hingê tu dixwazî her tiþtê têkeve ber destên te de, tu wan bi qetînî, bi dirînî û bi heyecan bikî hawar û bibêjî: Ev çi heyame...

08. 09. 2006

Konê Reþ

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=311