Radiyo û TV'yên Kurdî, Li Kurdan Pîroz be .. !



Dema dibînim yan dibihîsim ku kenaleka Kurdî ya telefizyonî yan radiyoyî bi taybet ya asimanî tê vekirin, ez pir dilxweþ dibim û keyfa min pir tê. Ez dikarin bêjin berfire buna ragehandina netewa kurd jî mil bi milê netewên din yên cîhanê hêdî hêdî pêþda diçe û bêtir ziman û kûltûra Kurdan bi cîhanê dide niyasî.

Bi rastî cihê dil xweþiyê ye ku me jî mîna netewên din pir kenalên ragehandinê hebin, ji bo ku em bikaribin nifþên nû fêr bikin ku dê çawa pêþde biçin û bi tekinelojiya a cîhanê re peywendiyên xwe girê bidin.

Kurdan pir zehmet kiþandine ku heya gehiþtine vê berfireyiya niha ku beþek ji perçeyên Kurdistanê rizgar kirine, û ez hêvî dikin ku beþên din jî rizgar bibin ji nav wan zehimetiyan û bin destiyê.

Kenalên Kurdî mîna : Roj TV, Kurdistan TV, Mezopotamiya, Kurdsat, Zagroz, Komele, Rojhelat, Galî Kurdistan TV, Mezopotamiya Mûzîk, ku hinek ji wana heya niha di têstê de ne û kenalên asimanî ne, û herweha pir kenalên din jî hene, ew jî navxweyî ne li Kurdistana azad.

Ez hêvî dikim ku ew kenalên niha di nava karî dane û yên ku heya niha di têstê de ne, ew jî dema têsta wan bi dawî bu, xizmeta gelê Kurd bikin bi awayekî Kurdane û kûltûr û ferhenga Kurdewarî pêþda bibin, da ku em jî mîna netewên din bibin xwedî ragehandinên xwe û em bikarbin tîtalên Kurdan baþtir bi cîhanê bidin nasîn.

20. 07. 2006



Fethî Gezneyî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg





Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=302