KEVOKA ÇîYA

Çolê me mêrga, pung û ruhena ne.
Kevanî xudî, ked û emega ne.
Rinda min hat, wek sêv û hinaran e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.

Ser çîyan bi qevþan, kereng diçin e.
Rê çêhmur e, pêþa xwa hildiçin e.
Ew, evîndara xortê dilovan e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.

Çu ji çîya, bi baran Gulik bîne.
Were, kilora Gulik dipijîn e.
Dilovan çi bik e, zarok birçîn e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.

Bi xilçan, qencelîska der dixîn e.
Ew, mendok û sîrima diqelîn e.
Hun çima, dilê xwa diqelivîn e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.

Li nav, gul û sosinê Kurdistan e.
Bi þan, þeref û rumeta merdan e.
Wekê karkera, enî lê xudan e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.

Qehreman bu pêþmerge li deþtan e.
Bi sonda azadiya Kurdistan e.
Tofanek rakir ser Beesîyan e.
Gulê kevoka çîyay e, lê Gulê.



Ali Cahit Kýraç

alicahitkirac@yahoo.de

12.11.02













Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=25