Birêz, General Mûrad Marê Rêþ, Gelo, Tu Generalê Kîye !
Wext: Tuesday, 30.April. @ 18:17:54 CEST
Mijar:
Ez bi pêvajo ya we, ya vê dawî yê, pir bi xemgînim û pir jî bi hêrsim... Demek dirê je, we, dev ji pir daxwazên xwe, ber dane û di dawîyê da, hun hatin, li ser tiro viroyan sikinîn... Navên, tiro viroyên we jî, geh Demokratîk Cumhurîyet, geh Demokratîk Konfederalîm û hwd ye..., îro jî, we dest, bi tiro viro ya, Azadî ya Demokratîk, kiriye û hun bi fetbazî yên curbecur, Gelê Kurd, dixapînin...
Ez ji canabê we, Mûrad Marê Reþ, dipirsim, gelo hun Generalê kînin... ?
Hun Generalê Komara Kur, ya Dakirkerê Bakurê Kurdistanê nin, an jî, hun Generalê Netewa Kurd û Generalê Azadî ya Kurdistanê nin...?
Bi angorê Peyamên we, hun damezirandina Komarekî Netewe ya Kurda naxwazin. Ango hun Kurdistanek Azad û Serbixwa naxwazin, ji bo vî yekê, ez, we, Generalê Netewa Kurd û Generalê Azadî ya Kurdistanê navînim...
Serbazê we, Bazê Girava Îmralî yê û destpê çîroka PKK ê, bê þik, di serê de, piroxrama Komara Kur ya Tirkaye. Gelek hevalên we, yên Kurdistanî, Bazê Girava Îmralî yê, nas kirin û dev ji hevaltî ya we, berdan... Hun bi tundî, li hemberê biryarên Tekoþerên Kurd yên Kurdistanî derketin, we navê Xayîntî û Cehþitî yê li wan kirin..., û we, ji wan kesana, hinekan, bi destên xwe, Þehîd kirin... Hunê çawa, kiryarên xwayên qirêj paxiþ bikin... ?
Netewa Kurd, pir guneye û mafên we tune ye, hun Netewa Kurd biêþînin... Hun, qaþo wekê berpisyarê Netewa Kurd, dixuyîn û Netewa Kurd di çimirînin, dêyþînin, birîndar dikin û difetisînin...
Bi sed-salane, Împaratorîyên hov û îro jî Komarên berdewama wan, Împaratorîyan zulim û zordarî, li Netewa Kurd kirine û berdewamî dikin jî... Bê þik, dema ji Netewa Kurd, heval û hevkarên, Komarên Dagirkerên Kurdistanê, tune be, Komarên Dagirkerên Kurdistan ê, bi tu hêzên xwe, nikarin, bi Netewa Kurd, bilîzin, zilim û zordarîyan bikin...
Ez, bang li rêvebirên û hemu sazî yên, PKKê, dikim, dev ji hevkarî ya, Dagirkerên Kurdistanê berdin û bivin Pêþmerge yên Netewa Kurd û Kurdistanê û bivêjin em Pêþmerge yên Azadî ya Kurdistanê nin...
Bi serê Pîrika we, Serokê we, Abdullah Öcalan, pîyayê Komara-Kur ya Tirkaye...!
Çê nabe hun bi van direwan, Netewa Kurd bixapînin : ''Ji Serokra Azadî'', ''Ji Kurdara Sitatu '', ''Demokratîk Cumhurîyet'', ''Demokratîk Konfederalîm'' û ''Azadî ya Demokratîk''...! Gelo hun hetanê kengê, refên Gundîyan, refen Jinan û refên Ciwanan û Zarokan bixapî nin... ?
Sazîya Artêþî, hebunek Netewî ye, dibê ev hebun, herdem hebe û Netew bikari be, di saya vî hebunê da, xwe biparêze... Her çiqas, em sazîya PKK ê, sazîya Tirkan bivînin jî, lê em ji bîr nakin, di nav, vî sazîyê da, kesên Kurd û Kurdistanî jî henin...
Hetanê niha, ji bo xatirê, kesên Kurd û Kurdistanî, em zêde, di ser vî sazîyê da nediçun û me nedixwast, pevçuna me, bibe, sedema Bira-Kujînê...
Birêz, General Mûrad Marê Rêþ, dema hun Çekan berdin û bizivirin Gund û Bajarên xwe, wê demê, hunê, pir bê qiymet bin..., ewê Pagir û Endamên Komara Tirk, bi Þekal û Þimikan, li we xînin û hunê, li ber êriþên wanên hovane, yên curbecur, neçar bimînin... Ewê, komên Nijad-Perestên Tirk, li bajarên curbecur, we bigirin û Ser-Kuþtî (Lînç) bikin...
Ez hêvîmim, hun dev ji hevkarî ya, Dagirkerên Kurdistanê berdin û bivin Pêþmerge yên Netewa Kurd û Kurdistanê û bivêjin em Pêþmerge yên Azadî ya Kurdistanê nin... Ez hêvîme, hun dev ji þaþitîyên xwe yên, li Roj-Avayê Kurdistanê berdin, êriþê rêxistinên Kurdên Roj-Avayê Kurdistanê, nekin û rojekê berê, tevê Artêþa baþurê Kurdistanê bin...
Di vî pêvajoyê da, wekê her demê, Bazirganên Sîyasî, yên ku, di Parlamentoya Komara Tirk da jî, berjewendîyên xwe, xurt û geþ bikin... Di destpêka, avakirina Parlamento ya Tirk da, hetanê niha, Parlamento ya Tirk, her çend salan carê, biryara Tev-Kujîna, Kurda daye... Bazirganên Sîyasî jî, wekê Parlementer, di Parlamentoya Komara Tirk da, cîh girtine û bunin Sîmsarê Dagirkerê Kurdistanê û Dilên Gelên Kurd li Dagirkerê Kurdistanê germ û nerm kirine..., ji alîyê, Dagirkerê Kurdistanê va, Zulim, Zordarî û Hovîtî ya li ser Kurdistanîyan buye, Bazirganên ango Sîmsarên, eslê xwe Kurdin, di warê Sîmsarî yê da, Rola-Sereke (Baþ Rol) lîstine...
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com