Xeyala Berzanî

Wext: Thursday, 30.January. @ 10:56:00 CET

Mijar:


Bi giranî gotina Berzanî, Enqerê bi þêweyek nû xeberda, û îddia kir ku Tirkîye, ji bo federasyona Ýraq`ê îcaze daye. Serokê PDK-Ý`ê dîyar kir ku li ser mesela Kerkuk jî êdî na axifin. Serokê PDK-Ý`ê Berzanî serdana xwe ya li Enqer`ê nirxand, û got; hem desthilatdarên û hem jî general û leþkerên Tirkîyê tozek nerm bûne. Berzanî, di derbarê leþkerê Tirkîyê ku dibêjin dê bikevin nav bajarê Musil û Kerkûk`ê, got; ew nûçe ji alîyê rojnamevanan ve hatîye mezin kirin.
Di malperekî înternetê de serokê PDK-Ý`ê axaft;
Desthilatên nû ya Tirkîyê min wek berê hiþk nedît. Di general û leþkerên Tirkan de jî nermî hebû. Danûstandinên me yên li gel wezareta derve re, di goranë berë xwesiktir û nermtir derbaz bû. Mesûlê leþkerî ya Tirkîyê di derbarê ketina Musil û Kerkûkê de gotin ku tu peywendîyên wan pê tine û nûçe ji alîyê rojnamewanan ve hatîye mezin kirin.

Îcazeta Federasyonê;

Berzanî di axaftina xwe de; Tirkan pir vekirî ji me re gotin, eger xelqê Ýraq`ê federasyonekî daxwaz bikin, emê li dij dernekevin. Federasyona Ýraq`ê ne di bingeha qewmî de, lê li ser esasê herêmî dê bê damezirandin.

Di careserkirina mesela Kurd de, pêwîst nake Tirk xwe bi êþînin. Û serokê PDK-Ý`ê gotinên xwe wiha domand; Li dij wê dibê Tirkîye bi vê yekê kêfxweþ be. Ji ber ku çareserkirina piroblemên me, avakirina îstiqrara Ýraq`ê ye. Di helkirina mesela Ýraq`ê de eger welatên herêmî gelacîyan bikin ewê bibe sebebê têkilhevîyê.

Serokê PDK-Ý`ê Berzanî di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku bi hîç þêweyekî naxwazin nîqaþ li ser Kerkûk bê kirin. Û di vê warê de em paþve gav navêjin. Di qada þer de mimkune ku pêwîstî bi me nebe ku em bikevin Kerkûk`ê, lê dibê ew kesên ku jê koçkirine -ku piranîya wan Kurdin- vegerin ser erdê xwe.

Nevzat Bingöl/Dîyarbekir
...................................................................................
Verger:Rizgarî Onlîne








Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=78