Ji alîyê rejima Baas ya kirêj, genî, gemar, xunmijê dihek û diqtator de, cara yekemîn di sala 1987 de ji adarê ha ta payîzê 100 gundên herêma behdînan û soran li xoþnewaatî û cefatî bi çekên kîmyevî hatibun bombekirin.
Berî 21 salan di roja 16.03.1988 de heta roja 17, 18.03.1988 de rejima Baas koledarê xunmij û dîqtator, bi çekên kîmyevî li baþurê Kurdistan ê bajêrê Helepce yê bi 100 bombe û roket kimyabaran kird. Di encama vî buyerê da; di demekî kurt de, ji 5,000 ê zêdetir kesen Kurd, Zarok, Jin, Kal, Civan û Pîrên li bajêrên Helepce hatin þehîdkirin. Û zêdetir 15,000 kesên Kurd jî, tati bu birîndarkirin.
Li bajêrên Helepce, milk, mal, zevî, bostan û baxên Kurda ji ber kîmyabaranê de têk çubun. Û pez dewarên Kurda telef buvun.
Li bajêrê Helepce, Kuçik, Pisik, Ker, Hesp û Teyrên li ser daran, ji ber kîmyabaranê mirivun.
Em PDK-Xoybun, her waha bang li tevaya Koma Milatan, li Yekîtîya Ewropay, li Amêrîqan û li devletên þîrîgên vî, li Organîzasyonên Parastina Mafên Mirovan ên netevî dikin. Hewceye dawî li devleten dagirkerên Kurdistanê bînin û wan welatana bikin ser sinorê Kurdistan ê. Wan bi vî away mehkum bikin.
Roj roja yekîtî ye, û roja rabunê ye.
Mistefa Barzanî : Ya Kurdistan, Ya Neman !
Mistefa Barzanî : Her Bijî, Kurd û Kurdistan !
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com