06. 03. 1975 - 06. 03. 2013, Bimire Peymana Cezayîr ê ! Her Bijî Kurdistan !
Wext: Wednesday, 06.March. @ 03:31:04 CET
Mijar:
Partiya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
PDK - XOYBUN
06. 03. 1975 - 06. 03. 2013
Barzanî, di 14'ê adara sala 1903'yan de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905'an de bi dayika xwe re, ji aliyê Osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914'an de birayê wî tê kuþtin. Barzanî di 1931'ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêþ dema beþdarî kirî di gel brayê xwe yê mezin Þêx Ahmedê Barzanî di rêberîya þoreþa kurdî da dijî rejîma badþahê Îraqê ji bo bi dest ve anîna mafên milletê kurd. Þoreþa ko li sala 1935'an hatîye vemirandin û Barzanî hatîye nefî kirin bû bajarê Silêmaniyê. Li sala 1942'an Barzanî ji cihê nefiya xwe refiya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943'an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin þer bilind kir. Piþtî 1945'an, diçe Mehabadê û beþdarî di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê diket û wek wek wezîrê çenkê tê dest nîþan kirin. Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê di be. Mistefa Barzanî, di sala 1958'ê de vedigere Baþûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970'yî, þerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewamkir.
Di 1975'an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweþiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1'ê adara sala 1979an de diçe rehmetê.
Serokê Netewî, Mistefayê Barzanî, li Barzan hat veþartin.
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deþt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber þîpa avê.
Hilanîy e dengê þîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek þevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêsimê.
Hovîtî kirin li Muþ û Amedê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîrê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baranê.
Hunandîy e vejînî û xoybunê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com