Bêjedarê bi navê hukûmeta Iraqê Elî Debbax ragihand, ku evroj li bajêrê Baxdadê, biryara dadgeha Iraqê bi cih hat û Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) hat sêdaredan.
Elî Hesen Mecîd yek ji stûnên partîya Beesa herrifîya Iraqê bû û piþtî ku bajêrê Helebçe û xelkên evî bajêrî da ber çekên kîmyayîyên qedexekirî, bi navê Elî Kîmyawî hat naskirin.
Evî tawankarî bi ewan çekên qedexekirîyên kîmyayî, bêtirî pênc hezar (5.000) Kurd kujt û bêtirî 15.000 kurd jî aware kir. Heta niha jî bandorên coraneyên (cor bi corên) bi karanîna ewan çekan, di nava xelkê ewan deveran de mane.
Jêder : PEYAMNER
25.01.2010