FT: Tirkiye êdî ne hevkarek pê bawer e.
Rojnameya navdar Financial Times li ser têkiliyên DYA û Tirkiyeyê radiweste û destnîþan dike ku êdî bi Tirkiyeyê bawerî nabe.
Rojnameya ingiliz Finnacial Times li ser têkiliyên DYA-yê û siyaseta Barack Obama di vê dema global de radiweste û bal dikþîne ser Tirkiye, Hindîstan, Afrîka Baþûr û Brezîlyayê.
Di vê gotara têkiliyên DYA û Tirkiyeyê jî tên analîzkirin, tê destnîþankirin ku êdî Tirkiye bo Rojavayê ne hevkarek pê bawer e. Gotar bal dikþîne ser pêwendiyên Tirkiye, Hindistan, Afrîka Baþûr û Brezîlyayê yên bi Çîn û Îranê re û îdîa dike ku ev welat hêdî hêdî xwe nêzî van herdu welatên otorîter dikin û ji dêvla DYA-yê dil dikin li gel Çîn û Îranê bin.
Rojname bal dikþîne ser anket li Tirkiyeyê derbarê DYA-yê hatine û têne çêkirin û dibêje ji þerê Îraqê û vir de li Tirkiyeyê dujminantiya li hemberî DYA-yê bilind bû ye.
Jêder : NETKURD
06.01.2010