Yekgirtina hêzên Pêþmerge neyarên kurd dilteng Kiriye.

Wext: Sunday, 27.December. @ 01:16:53 CET

Mijar:

Yekgirtina hêzên Pêþmerge neyarên kurd dilteng Kiriye.

Ajansa United Press a Navdewletî li jêr navnîþana Nexþeya Yekgirtina Hêzên Pêþmerge Neyarên Kurd Dilteng Kiriye raporekê belav kir.

Ajansa United Press a Navdewletî li jêr navnîþana Nexþeya Yekgirtina Hêzên Pêþmerge Neyarên Kurd Dilteng Kiriye raporekê belav kir.

  • Di raporê de amaje bi plana yekgirtina hêzên pêþmerge yên Kurdistanê û hewldana ji bo qebûlkirina hikûmeta federalî bi hêzên pêþmerge dike ku bandoreke pozîtîf dibe li ser rewþa siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê. Hevdem ew dibe sedema zêdebûna diltengiya neyarên kur ên li Mûsil û Kerkûkê.

    Wek beþeke di wê raporê de hatiye, nexþeya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo yekgirtina herdu hêzên pêþmerge yên Kurdistanê pêk tê ji amadebûna kurdan ji bo her pêþhatekî neyarên kurd ên ereb ên li Iraqê, herweha serkirdeyatiyên kurd ji ber wê yekê ku ev destpêþxerî bibe sedema çareserkirina pirsa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hêzeke zêdetir bibexþe hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berhingarbûna her êrîþekê neyarên ereb yên iraqî an jî hikûmeta Bexdayê.

    Peyama sereke ya hêzên pêþmerge yên Herêma Kurdistanê pêk tê ji parastina Herêma Kurdistanê, her çend e hertim kurd cext li ser wê rastiyê dikin ku ew xwezyarê damezrandina statuyeke serbixwe nînin. Herweha wiha tê çaverekirin ku Nûrî Malikî dê serdana Herêma Kurdistanê bike û digel Mesûd Barzanî rêketinekê mor bike û îtîraf bi hêzên pêþmerge bike, þer’îyet bi hebûna hêzên pêþmerge bike û budceya wê bixe ser hikûmeta federalî. Di hember de jî hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bacên gumrugê teslîmî Bexdayê bike.

    Di di wê raporê de hat ku Malikî pêwîstî bi piþtigiriya kurdan heye da ku giraniya siyasî ya xwe zêde bike û þansa dubare serkeftin ê bidest bixe. Herweha serokwezîrê Iraqê dizane ku amerîkî ji bo çareserkirina pirsa kurdên Iraqê bixem in ku li Iraqê bihêztirîn Hevpeymaniya Amerîkayê ne li Iraqê. Rast e gihîþtin bi rêketinek digel kurdan sûdî heye bo Malikî di prosesa hilbijartinê ya li meha adara dahatû de lê bo demeke dirêj dê rastî pirseke siyasî bibe.

    PUKMEDIA

    Jêder : NETKURD

    27.12.2009








    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



    Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





    Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





    Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





    Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !










  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7610