Endam û mahkûmê DDKO-yê Hesen ACAR î ji nav me koç kir…

Wext: Sunday, 20.December. @ 03:18:05 CET

Mijar:


Hesen ACAR î, duho (07. 12. 2009), li Stenbolê, li welatê xeribiyê çû ser dilavoniya xwe: Ji me xatirê xwest û koç kir çû cem kurdperwerên nemir. Îro jî li Êrxaniyê li bajarê xwe hat veþartin. Dema ku li mezel dihat veþartin, Diya Hesen Meta Eyþo digiriya û digot ku, “Heseno û xerîbo û tu li xeribiyê mirî.” Wê demê min dengê xwe ji Meta Eyþo re bilindkir got, ku “em hemû kurd, li derveyî welatê xwe û li welatê xwe jî xerîb in. Îro bi mîlyonan kurd, li Ewrupayê, Li Asyayê, li Kafkasyayê û li Emerîkayê koçber in. Beþekî wan nikare bê welatê xwe û beþekî wan jî, ji bêçaretî û bê derfet ji çend salan carekê tên welatê xwe.”

*****

Hesen ACAR î, di sala 1949-an de li Erxaniyê di nav malbeteke feqîr û xizan de tê dinyayê. Ew 6 xwiþk û bira ne. Ji bona ku Enstitûya Gundan li Erxaniyê çandeke xwendinê çê kiribû, Hesen ACAR jî dest bi xwendinê dike û li dibistanê dibe xwendevanekî zîrek û jêhatî. Piþtî ku bakeloriyê (lîseyê) xelas dike û raste rast li Enqereyê dikeve Dibistana Bilind ya Mamosteyetiyê.

Ew di dibistana bilind de jî xwendevanekî jêhatî û serketî bû. Hesen ACARî dema ku di dibistana bilind de xwendevan bû, di sala 1970-yî de bû endamê DDKO ya Enqereyê. Ew di DDKO-yê de beþdarî her semînereke DDKO-yê jî dibû. Di semînerekê de bi axevtineke xwe gelek bal kiþandibû. Lewra ew axevtineke ji mirovekî wek Hesen ACARî nerm nedihat payîn. Dema ku ew axevtina wî di Doza DDKO-yê de jî hat xwendin, her kes mat bibû. Wî di axevtina xwe de diyar kiribû, ku “divê em hêzên çekdar û pêþmêrgeyan ava bikin. Ev hêzan êriþî ser qereqolan bikin û qereqolan teslîm bigrin; axa Kurdistanê ji dijmin paqij bikin.”

Ew axevtina wî jî, wek axevtinên me, ji aliyê casus û ajanên dewletê de bi cîhazê hatibû tespît kirin. Dema ku ew dadgeh bû, ew axevtina wî, ji bona wî wek delîlekê hat bi kar anîn.

Ev axevtina wî di darbeya leþkerî ya 12-ê adarê de bû sedem ku ew li hepixaneya leþkerî ya Diyarbekîrê bibe girtî û dadgeh bibe.

*****

Êriþa dewletê li hemberî DDKO-yan beriya darbeya leþkerî heþt (8) mehan dest pê kir. Di destpêkê de berpirsiyar û rêvebir û damezrênerên DDKO-yan hatin girtin. Dema ku darbeya leþkerî pêk hat, hemû kurdperwer, berpirsiyar, damezrênêr, endamên DDKO-yan bi temamî hatin binçav kirin û hepis kirin. Hesen ACARî jî di navîna 1971-an de hat binçav kirin û ji aliyê dadgeha leþkerî da hat hepis kirin. Dema ku ew hat girtin, dibistana xwe nû qedandibû û dest bi mamosteyetî kiribû.
Ew jî di Doza DDKO-yan de hat dadgeh kirin. Di encama dadgehkirina DDKO-yan de wî jî 8 sal 4 meh ceze girt. Ew 2 sal 6 mehan di hepsê de ma û di sala 1974-an de encama ef a giþtî azad bû. Piþtî ku azad bû dest bi mamosteyetî kir.

*****

Di sala 1974-an de ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê qonaxeke nû û Bihara 2-emîn dest pê kiribû; ji aliyê rêxistinî û fikrî de plûralîzmek pêk hatibû; xebateke sext û dijwar dest pê kiribû. Hesen ACARî, di vê pêvajoya rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê de cîh negirt.

Ew ji hemû rêxistinên kurd re bû dost û piþtgir.

*****

Hesen ACAR î, di hepisxaneyê de kesekî rengîn bû. Ew di danûstandinên xwe de ji derveyî edetan xwediyê helwestekê bû. Henekçî bû u mirovekî pêkenok bû.

Dema ku duho di saet 22.00-an de agahdariya mirina wî gihîþte min, ku hevalê min ê hêja Hesen ACARî ji nav me koç kiriye, wê demê hevaltiya wî û jiyana me ya hepisxaneyê û endametiya DDKO-yê ya wî, min jinûve ji çav derbas kir.

Hesenê berpirsiyarê malî yê Komûna DDKOyê ya beriya, ku cudayetî pêk bê, hat bîra min. Di hemandem de jî strana wî “Hesenîko lawo” wek plakekê di serê min de tevgeriya û dengên wî yê xweþ di serê min de çû û hat. Lewra dema ku girtiyan bi dorê stran digotin, Hesen ACARî jî strana “Hesenîko Lawo” digot. Wî ji vê stranê gelek hez dikir. Dema ku wî ew strana digot, Birêz Canîp Yildirim î jî, li ser nasnameya Hesen ACAR î þiroveyên gelek balkêþ dikir.

Ew, wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, li xeribiyê mir. Wî dersek da me, ku herkesek qet nebe piþtî ku nîþtecî bû, wegere li Kurdistanê bijî.

Bila serê malbata wî û hevalên wî û gelê kurd sax be.

Îbrahîm GÛÇLÛ
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Bakurê Kurdistan ê Bajarê Amed ê.
Dema we þandina nivîsê : 18. 12. 2009
Dema weþana nivîsê : 20.12.2009


Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun





Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7607