Sîyasetmedar, Rewþembîr, Ronekbîr û Helbestvanê Kurd Cîgerxwîn ( Þêxmus Hesen ) di 22. 10. 1984 da çu ser dilovanîya xwa.

Wext: Thursday, 22.October. @ 00:46:49 CEST

Mijar:

  • Cîgerxwîn ( Þêxmus Hesen ) nivîskar, sîyasetmedar, qehreman û kedkarekî Þoreþa Kurd bu. Cîgerxwîn ( Þêxmus Hesen ) di dîrokêda îro ( 22. 10. 1984 - 22. 10. 2006 ) çu ser dilovanîya xwa. Cîgerxwîn ( Þêxmus Hesen ) nemire û di dilê netewa Kurd da dijî.. Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...
  • Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun


    P D K - XOYBUN

    1903 / 22. 10. 1984 - 22. 10. 2009

    Ey Qehremanên Kurdistan ê, Hun Herdem, Di Dilê Meda Dijîn.

    Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...




    Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistanê.




    Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistanê.

    Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa, Demokrat û Azad.


    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun





    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



    Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





    Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





    Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





    Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !




    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


    Þêxmûs Hesen ( Cegerxwîn )

    Þêxmûs Hesen, bi navê xwe ya din Cegerxwîn ( 1903 - 22.10.1984 ), yek ji helbestvanên herî mezin yên gelê kurd e.

    Jidayikbûn û Zaroktî


    Cegerxwîn bi navê Sêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê, ji ( 11 ) de xusk û bira tenê sisê mane: Sêxmûs, Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eysan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xusk û birayê xwe maye.

    Jiyan û xebata li Binxetê ( Rojava yê Kurdistan )

    Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye.

    Di sala 1927an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.

    Di sala 1928an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.

    Di sala 1936 an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin ( Çêlek û Cehenem ).

    Di sala 1937 - 1938an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.

    Di sala 1946an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamislo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin; Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...

    Di sala 1948an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950an de Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.

    Di sala 1957an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.

    Di sala 1959an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û pistî pêlakê tê berdan.

    Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî nefî ( Surgun ) dikin û disînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê pistî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.

    Di sala 1969an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979an li wir dimîne.

    Li Swêdê

    Di sala 1979an de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.

    Cegerxwîn di hewsa xaniyê xwe de li bajarê Qamislo yê hatiye vesartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe histine du kur û çar keç in : Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

    Sala bîranîna Cegerxwîn

    Ji bo 100. salvegera jidayîkbûna Cegerxwîn weþanên Avesta helbesten wî ji nû ve weþand.

    Cigerxwîn, dengê êþ û azara gelê Kurd di têkoþîna azadiyê de, di sala 2003an de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Þexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piþtî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîþka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka þerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîþka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamiþloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piþtî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Þair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Þexmûs lê hate kirin.

    Dema Cigerxwîn li gelek cihên baþûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êþ û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.

    Cigerxwîn ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piþtî têkçûna serhildana Þex Saîd, hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewþenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir.

    Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê :


    Cana xwe derîne tu ji piþta çeperê,
    Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
    Þevreþ bike ronî, tu bi loks û fenerê,
    Maçek ji du lêvan bide, ey lêv þekerê,
    Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê.
    ...


    Piþtî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paþverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êþa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn.

    Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewþa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiþtî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, þêx û mela bûn :

    ...[[
    Hawar dikim,
    Ranabî kes
    Þêx û mela
    Û pîr û qes
    Bi xaç û xiþt
    Û mizgevt û dêr
    Em xistine
    Tora neyêr.
    Hawar, hewar
    Hawar, hewar !
    Van çûçikan
    Dexlê me xwar.

    Sed camî û
    Dêr û keniþt
    Naqos û bang
    Û tîr û xiþt
    Sed lek ji
    Tîpên Lemterew
    Bi kêr me nayên
    Tev derew.

    Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piþtgêriya têkoþîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961an li baþûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beþa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî ( neteweyî û sosyalîst ) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êþ û jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweþî û þahiya evînê jî dikirin.

    Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heþt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weþandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîþaneke neteweyî bibîne.

    Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamiþlo borand, lê paþê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewþa mala xwe ya li Qamiþloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin.

    Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew neyê ji bîr kirin.

    Pirtûka bi navê Têkoþîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin.

    Helbest


    Dîwana yekem : Prîsk û Pêtî, 1945 Þam
    Dîwana diwem : Sewra Azadî, 1954 Þam
    Dîwana siyem : Kîme Ez? 1973 Beyrûd
    Dîwana çarem : Ronak, Weþanên Roja Nû, 1980 Stockholm
    Dîwana pêncem : Zend-Avista, Weþanên Roja Nû, 1981 Stockholm
    Dîwana sesem : Sefeq, Weþanên Roja Nû 1982 Stockholm
    Dîwana heftem : Hêvî, Weþanên Roja Nû 1983 Stockholm
    Dîwana hestem : Astî, Weþanxana Kurdistan, 1985 Stockholm

    Ziman û Ferheng

    Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
    Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
    Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda

    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun





    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



    Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





    Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





    Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





    Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !









    Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7585