ARÎSTOKRAT Û MÎR Û ÞÊXÊ SÝYASETA KURD A. MELÎK FÝRATÎ ÇÛ SER DÝLOVANÝYA XWE…

Wext: Thursday, 01.October. @ 23:20:03 CEST

Mijar:



Xwiþk û Birayên Delal,
Gelê me yê feqîr û belangaz û têkoþer,
Kurdperwerên fedekar û xebatkar,
Dostên mafê çarenivîsiya neteweya Kurd,
Edebiyadzane û rewþenbîrên durbîn,
Þêx, mîr, axa, karker, gundî û xwendavanên Kurdistanê,
Azadîxwaz û xebatkarên doza miletê Kurd,

Di 29. 09. 2009 da, piþtî nivro di saet 13.55-an de : Arîstokrat û mîr û þêxê Kurdistanê, edebiyathez û fîlozofê Kurd, Neviyê Serokê Tevgera Neteweyî ya sala 1925-an Þêx Seîd Efendiyê Pîranê, têkoþer û dozgerê neteweya Kurd û Kurdistanê, Girtiyê Yassiadeyê, sirgunê malbata Þêx Seîd Efendî û Tevgera Kurd, dozger û rûsîpiyê civata Kurd, damezrênêr û serokê rumetê yê HAK - PARê A. Melîk Firatî çû ser dilovaniya xwe.

Min, arîstokratê siyaseta kurd di ciwantiya xwe de dema ku ez li zanîngehê xwendevan bûm, nas kir. Dema ku em ji bona DDKO-yê hatin binçav kirin, ew wek kesekî li piþt me hat tewanbar kirin. Min bi wî re di sala 2000-an de ji bona damezirandina HAK-PARê dest bi xebatê kir. Ez û ew û hemû damezrênerê HAK-PARê, me li Kurdistanê û li metropolê bi dehan civînên giþtî lidarxistin. Piþtî ku HAK-PAR ava bû, ew bû serokê giþtî, ez jî bûm cîgirê wî.

Me dema ku ji bona damezirandina HAK-PARê dest bi xebatê kir, nexweþiya wî dest pê kiri bû. Lê wî nexweþiya xwe tu dem derî pêþ xebatê nekir. Di þertên gelek awarte de xebata kurdewarî bi fedekarî meþand.

Ew, heta ku, çû ser dilovaniya xwe, bi hest û bi bawerî, ji bo azadiya gelê Kurd, xebat kir û hewil da.

Ew di baweriyên xwe de mirovekî gelek bi cesaret bû, ji bona vê jî di minaqeþeyên telewîzyonan de her kurdek kêfxweþ dikir.

Ew kesekî mûtewazî, sekûler, demokrat, modern bû. Ew xwediyê zanyariyeke kûr û piralî bû.

Dema ku ji A. Melîk Firatî dihat qal kirin, Þêx Seîd Efendiyê Pîranê dihat bîra herkesî. Bes nevîbûna xwew ne, bi xebatên xwe jî layiqî Þêx Seîd Efendî bûn.

Her kurdekî, her kategoriyeke civata Kurd ji wî re rêz digirt û hirmet dikir.

Bila serê gelê kurd, malbata wî, dost hevalê wî sax be.

Bila ciyê wî bihêþt be.


Bakurê Kurdistan Amed,
Dema þandina nivîsê : 30. 09. 2009
Dema weþana nivîsê : 01. 10. 2009


Îbrahîm Gûçlû

ibrahimguclu@gmail.com



Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun





Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan


Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg



Sosyal, Çaðdaþ, Baðimsiz, Bîrleþîk ve Demokratîk, Kurdistan Îçîn, El Ele Vêrîn !





Avakirina Kurdistan a Mezin, Egera Aþîtî û Demokrasî ya Cîhanê ye !





Komela Bazirganên Kurd û German Ava Dibe.





Banga, piroje ya bazirganî û piroje ya Kurdistan a mezin ... !









Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

Bo ev nûçe navnîþan:
http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7575