Xalis Misewer : Helbestvanê me Rezo Osê û Mehrecanek ji Wêneyên Netewî Lêkolînek rexneyî ( Xeleka siyemîn )

Wext: Sunday, 29.July. @ 00:00:00 CEST

Mijar:

Rezo Osê carekê dibîne “Gêþek kevok ji ser xaka Helebçe radibe. û bi awakî pir bi istîtîk û hunerî, di vê babetê de sirûda xwey bi navnîþana ( Kevoka min ), weha di ezmanê xeyala xwe de dinivîse :
Kevokên gewr birek derket, bi reftarî, bi azmanan.
Dixwazin ew bixopînin, newal û deþt û sîpanan.
Binasin ew ji serdestî, çeman û gol û deryanan.
Bi serbestî bibînin ew, þikeft û kelh û beybanan.

Kevoka min ji ref ma ye, ne hate lîs û hêlînê.
“Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil ''


Nîþana vê sirûdê / Kevoka min/pir bi wate û bi zanebûn hatiyw bi cihkirin, ji ber ku helbestvanê me, bi cênavê yekem / min / serpêhatya kevoka xwey gewr, ku bi refê xwe re, bi hêlemêl li ser deþt û newal û bihara li dor bajarê Helebçe dirêsya, îro ew kevoka bê guneh ji refê xwe maye, gelo ka çi hal û hewala vê kevokêye..?.

Helbestvan vê bûyera watedar, bi ahîn û kul û keseran tîne ziman, kevoka xwe dixe dilê xwe, di ponije û di navbera xwe û canê xwe de dibêje : Yara min kevoka ber dilê min, îro – nizam çima – tû wendabûye, bi refê xwe re nevegerya lîs û hêlîna xwe, gelo.. çima..? !.

Rezo weha di rengê diramake tiracîdî de, rewþa refek kevokên gewr, ku yek ji wan kevoka wî bû, þêrîna ber dilê wî bû, dibîne çawa di ser ezmanê wan çol û çiyayên bajarê azardayî Helebçe re difire. Lê mixabin îro ev kevoka aþîtiyê ji refê xwe maye, û li lîsê xwe venegeryaye.

Weha vê kevokê helbestvanê me xistiye nav sawêr û xeyalên kûr û dûr de, û dibêje : Gelo nabe ku ev kevoka bê guneh, bi top û tengên xwînxur û faþîstan, bê dilovanî hatibe kuþtin…an dibe jî ku wê hê li min vegere…? Lê mixabin çû û venegerya…!.

Ango helbestvan dixwaze van kevokên gewr, mîna sembol ji miletê Kurd yê aþît xwaz re bide nasîn, û ewa ji refê xwe maye jî, dibe mîna sembol ji wan þehîd û pakrewanên, ku bi jehra xerdel û siyanîdê li ser xaka wî bajarê dilzar, kovan û birîndar þehîd bûne. Û heta dawî bi dilekî hêvîdar û omîd dixwaze, ku ev miletê belengaz û bêmical bi azadî û serbestî, mîna van kevokên sipî, li nav kêl û þkêr û þikeft, û çem, û gul, û çîçekên welatê xwe, bê niçîrvanên seryan û dafkan bi serbestî bigere. Weha helbestvan di vir de dide xuyakirin, ku herdem Kurd li dinê xwazgînên aþîtî û xêrxwazyêne, dixwazin bêkuþtin û zordarî, li welatê bav û kalê xwe bi rehetî rûnên. Bi vî hawî jî helbestvan dikeve nav fikar û ramanên kûr û dûr de, û xeyal û sawêrên wî bi gastîna ezmanê hefta ve hildikþin…!

Û dibêje : Ah feleka bêbext..! çare nîne nêçîrvanên seryan teqze îro serê vê kevoka bê guneh jêkirine, û bê mirad çûye dinya ebedîn, û iro bûye mêvanê gora reþî tarî..!.

Di vê sirûdê de, du tabloyên hunerî têne xuyakirin.

  • Yek jê, tabloyeke pir spehê û bi istîtîkeke helbestî, rewþa jiyana mirovên kurd li ser kevirê komkujyê dineqiþîne, ew jî dema ku neyar bihêlin bi aþîtî di welateke azad de jiyana xwe derbas bikin, çimkî ev milet bê zirar li vê dinyê bihara jiyanêye, û miletekî aþîtîxwaze, ne mîna hin ji miletên hawîrdora xwe, bê însaf, heqsiz û serhilqetêne.

  • Ya din, ew petrîþoka ku di dîrokê de, herdem bi serê Kurda de rijyaye, û afatî bi serê wan de aniye, ji xwênerê xwe re bi wêneyên xwey helbestî dide xuyakirin.

    Dîsanê helbestvanê me, bi þêwaza çîrokeke diramî û serpêhatî, ew felaketa bêhemta ku bi serê bajarê Helebçe de hatiye tîne ziman, û weha bi xeyala xwey fereh û suryalî, û bi riyalîzma xwey resen, helbestvan karîbû vê tabloya xwey sipehî, mîna wênegirekî zîrevan li ser xaka Helebçe bi afirîne, û di ezmanê xeyala xwêner re bibe û bîne, û piþt re di ber çavê wî re derbas bike. Bi vî hawî jî li vir helbestvan tabloyeke rengîn û bêhemta ji xurista Kurdistanê re di afirîne, û ji pêþî de kevoka xwe bi refê wê re, bi hosteyî li ser van diyardeyên Cuxrafiya Kurdistanê, mîna – newal – deþt – sîpan – çem – gul – derya – þikeft – keleh - beyban – digerîne.

    Lê kevoka ji refê xwe mayî, herdem diyardeyeke giriftariye di mîtolocya Kurdî de, li vir jî helbestvan ew baþ wezîfedar kiriye, çimkî Kurd di vê babetê de dibêjin : Filankeso ya filankesê, bû kevoka ji refê xwe qetyayî - ku ew jî - mîna me gotibû - ji bûyerek pir bi kul û keder re tê gotin.

    Helbestvan dibêje jî : Min ev malka dawî ku dibêje.

  • Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil - ji helbesta Seydayê Cegerxwîn girtiye, bi vî rengî mamoste Rezo Osê hestên xwe û Cegerxwîn tevlihev dike, û vê istîtîka helbestî dike nimûne, ji þewat û rivîna herdû dilên netewperest re, ango bi rengekî din, helbestvanê me ji xwênerê xwere dibêje : Ez jî mîna Seydayê Cegerxwîn li vir mame bê sebr û aram, ji ber jana evîna dil.

    Weha em dinêrin ku ev dilzariya ha, bi zêdebûn ji van peyvên manewînî germ, û þikestina giyan dertê, peyvên mîna – Nema – sebr – aram – jan – evîn – Ango ev gotinên ha, êþeke evînî, û hevdijahetiya bê hedan ku di nava helbestvan de diçê û tê derdixe wê holê.

    Dîsanê em karin bêjin : Ku Rezo xwe li vir, bi malikên xwey helbestî, mîna hunermendekî wênekêþ, zîrek û jêhatî dide nasîn. Ku karîbû xwênerê xwe, bi van wêneyên helbestî ve mijûl bike, û bala wî bikþîne ser gotina xwe. Ji ber ku ev malk bi ritim û kêþ û qafiye organîze kirine. Û tê xuyakirin jî, ku wezîfa wateyî û ritimî li vir bi hev ve hatiye girêdan, û aliyê istîtîkî di têkista sirûdê de bi zanebûn diyar kiriye. Wilo helbestvanê me Rezo Osê, karîbû nebedîbûna kevoka xwey gewr, bi hestên xwey helbestî di van malkên sirûdê de, xweþ bide nasîn, û wê rivîna þewatê ji hindirê giyanê xwe, bi helbestiyeke tenik bide xuyakirin, û pêwendiyeke xurt, di nav derve û hindur de bi afirîne.

    Careke din, helbestvan di van malikên li jor de, weha dibêje :
    Xwezî tiþtên dilan îro, bi serbestî bihata mil.
    Xwezî çavên evîndaran, þev û rokê bidîta kil.
    Ez ê pirsê bikim îro, gelo kanî Kevoka sil ?
    Kevoka min ji ref ma ye, ne hate lîs û hêlînê.


    Li vir dûbarekirina peyva / xwezî / û vêre jî dûbarekirina lazîma- kevoka min ji ref maye, ne hate lîs û hêlînê - dide xuyakirin, ku helbestvan li bendey kevoka xwe pir rawestiyaye û çavê wî qurrimîne, û li ser wê pir kovan û dilzare, lê mixabin çiqasî vê pirsa bê bersiv dike jî /Gelo kanî kevoka sil..? / lê ne kes kare bersiva wî bide, û ne kevoka wî xuyadibe. Dîsanê dûbarekirina peyva / kevokê / dibe nîþana girêdaneke giyanî, di navbera helbestvan û wateya sembola vê peyvê de peyda bûye.

    Û daye xuyakirin, ku bi van malikên bi kêþ û ritm û bi dengê qafiyeke xweþ, ku ji tîpên vê sirûda lihevhatî tê, karîbû sîmfoniyeke mozîkî û awazeke netewî ji van malikan bi afirîne. Û divabe em zanibin, ku ji alîkî din de jî, têkista sirûdê hevdijahtiyeke xurt, ku di hinav û dilê helbestvanê me de digere, xweþ derdixe wê holê. Weha û bi vê þêwaz û wêneyên helbestî, dengê peyv û naveroka malkên sirûda xwe dixe guhê xwênerê xwe de. Bi vî rengî jî helbestvan karîbû xwêner bi bûyerên welatê wî ve girê bide, û bihêle kîn û nefreta wî li ser neyar û dagerkerên welêt xurt bibe. Ev nerîna helbestvan – hatibe, nehatibe bîra wî - bi gotina þoreþgêrê cîhanî ( Ernisto Gîvara ) re mîna jevgirtinê (تناص) çêdibe, çaxa dibêje: (Ew miletê ku kîn û nefreta wî li ser dijminê wî tunebe, ew milet tucaran biser nakeve).

    Bi rastî jî em dibînin ku helbestvanê me Rezo, tucaran bi hesanî dev ji xwênerê xwe nagere, û bi van peyvên germ dihêle, li helwêsta welatê xwe guhdar bike, û evîna welêt bi þewqûþemal di dilê xwe de bi cihbike.

    Piþtî helbestvan vê lîztika diramî ji bûyera Helebçe, ya bi taybet re diafirîne, û bi dilzarî vê bûyra bi felaket dide xuyakirin, xwe bera nav pêlên derya mitale û fikaran dide. û li çol û çiya û li deþt û zozanaên Kurdistanê, li kevoka xwey gewr digere, lê dawî serê wî li heda dikeve, û polî poþman li kesayetiya xwe bitenê dizîvire, û vê kevoka xwey delal di nav refê kevokan de nabîne. Wilo serpêhatiya wendabûna kevoka helbestvan bi dawî dibe. Lê bi van wêneyên kovan ku li ser dêmên lazîma - Kevoka min ji ref ma ye, ne hate lîs û hêlînê – xuyadikin, helbestvan hêstiran ji çavê xwênerên xwe dibarîne, û wî dixe nav perçê ewrên li ezmana bazdayî, ewrên reþ û tarî, û di halekî kiriftar, û di xweneke neciryaî de, wî li ser riyeke bê veger dihêle, lê wî tucara wî bê hêvî û omîd li vê din nahêle.

    Û dîsanê di sirûda bi navê ( Min xwe nasî ) de, helbestvanê me weha dibêje :
    Dizanim ez zimanê çûk û maran
    Û zarên çîçek û gulçîn û daran
    Nizanim ez zimanê xwe bi carek
    Wilo kî me, eger tu min binasî ?


    Xwenasîn, bi xwe navnîþaneke felsefiye, ew jî ji mejîyekî dagirtî dertê, ango helbestvanê me di van malikkên helbestî de, xwe bi xwênerê xwe dide nasîn, û ji pêþgotineke felsefî hinbihin wî bal bi encamê de dikþîne, ev jî ji þêwazeke balkiþên tê hejmartin, û bi vê þêweyê pêwendiyekê di navbera mejîyê xwêner û naveroka têkista sirûdê de di afirîne, û xwêner bi wate û wêneyên malikan ve hayedar dike, ku dihêle heta dawî guhê xwe bide gotin û naveroka malikên helbestvan. Lê ?êwazeke din jî di van malikan de tê dîtin, ango þêwaza surprize yan matman li vir tîne bikaranîn ew jî da ku xwêner ji xewa xwe veciniqe, û li wateyên malikên sirûdê vegere û bêje: Gelo ev malik çi ji mere dibêjin…çi nabêjinþ. Evna jî hunereke helbestiye, bi zîrevanî di vê babetê de hatiye bikaranîn.

    Ew jî çaxa helbestvan xwênerê xwe, di navbera du firêzên) (عباراتbi wateyên berovajiyên hev, pozîtîv û nêgetîv de dibe û tîne – Dizanim ez – Nizanim ez – û bi alîkarya van herdûk karên nihok, vê têkista helbestî dixin nav lebateke xurt de.

    Lê hatina cênavê yekem / ez / bi dûv van karan de, û zîzîna dengê tîpa / z / ku zingîniyeke bi hest û mozîk li ber guhê mirov dixîne û mirov bi hêrz dike, lê ji alîkî din ve jî, ev rawestandina ji niþkave li ser vê tîpa bi deng, lebata van firêzan dicih de di bire, ango ev lebat û rawestandin bidûvhev de, tê wê manê ku helbestvan di halekî nefsî bi hêrz û lerz û endîþe de derbasdibe, û bi vê teknîka helbestî karîbû bala xwênerê xwe, bi zanebûn bikiþîne ser naveroka têkista sirûdê, û berê wî li wate û naveroka wê bi zîvirîne..!.

    Di wêneyeke helbestînî din de jî, helbestvanê me careke din bi awakî hunerî, dihêle xwênerê wî matmayî bimîne, ew jî çaxa xwe di piþt perda miletê xwe de vediþêre, û li ser zimanê wî di pêþî de dibêje : – Ez bi zimanê çûk û maran û gulçîçek û daran jî dizanim- lê bi zimanê xwe nizanim. Bi vê gotinê helbestvan ecayibên dinê dike heþt..! dema ku mirov bi her zimanî zanibe, lê bi yê xwe nizanibe, ango dema zimaê mirov yê zikmakî lê qedexebe û yasaqbe.

    Weha helbestvan karîbû li vir, xwênerê xwe bi rêz û malkên xwey helbestî ve girê bide, û dîroka qedexe kirina zimanê wî, di welatê wî de, bi awakî tiracîdî pê bide nasîn.

    Dîsanî di warê hunereke helbestî de, em karin bidin xuyakirin, ku ezmûneke jiyanî bi taybet bi xurtayî di helbesta Rezo de xwe? tê dîtin, ew jî çaxa di warê ristesaziyê û di organîzekirina firêzên xwey helbestî de, bi istîtîkeke hunerî teknîka pêþxistin û pa?xistinê) التقديم والتأخير) baþ bikartîne, ango ne bi rengekî lasayî, kara berya cênav bi cihdike – dizanim ez- nizanim ez – bi vê istîtîka helbestî, Rezo karîbû malikên xwe ji warê rapor û rasterastiyê bi dûrbixe, û vê þêweya hunerî bide malikên xwey helbestî.

    Dibe ku hin ji gotinên helbestvan bibin cihê têbîniyekê, ji xwênerê ku xwe baþ bi watayên frêzên wî ve baþ micûl nekiribe, Çimkî di vir de gotin û frêzên helbestvan bi rengekî taybet hatine organîzekirin, ew jî çaxa ji mirov werê, rengê berovajî û nedirustiyeke nasyarî di hin gotinan de peyda dibe, ew jî xuyadike dema ku em dibînin helbestvan sirûdên xwe bi Kurdî dinivîse, lê di eynê demê de jî dibêje: Ez bi zimanê xwe nizanim…!

    Ango gereke helbestvan li gorî van peyvan bi Kurdî yekcar nizanibe.

    Lê bêgûman gotinên helbestvan bi watayên xwey kûr, ji xwênerekî zîrek ve, û yê hin haya wî ji dîroka Kurda hebe, xweþ tê xuyakirin ku tu berovajî di van gotinan de nînin, bil - ekis, hunereke helbestî û kûrbûneke nasyarî di van gotinan de dibînim, ew jî gava em zanibin ku mebesta helbestvan ji van gotinan re, ew karê zordarî û stemkarya ku îroroj bi xurtayî li ser Kurda tê meþandin, ango ji me re dibêje : Gelî Kurda…, zimanê me li me qedexeye, ji ber wilo gelek ji me weke ku tê xwestin, bi zimanê xwey zikmakî baþ nizanin, û hene jî ew Kurdên ku dijminan embargoya zimanvanî û wêjeyî, li ser wan û zarokên wan çêkiriye, ta radeya ku îro bi melyonan zarokên Kurda di mitropolên miletên hawîrdorî xwe de, di dibistanên van miletan de, fêrî zimanê bav û kalê xwe nabin, û nikarin pê bixwînin, ta li hin deverên welêt nikarin pê biaxivin jî.

    Lê helbestvanê mey welatperwer di riya helbestên xwe re, nahêle tucaran xwênerên wî rehetiya xwe bistîne, û herdem wî dinav bûyerên Kurdewaryênî bi felaket de dibe û tîne, û bi teknîka þêwaza balkiþên, xwêner bi watayên malikên sirûda xwe hayedar dike û dibêje : '' Wilo kî me, eger tu min binasî ? ’’.

    Li vir ev rêza ha bi siwarkirin û ketina cênavan di navhev de mîna / pirs kî me..û bi guhertina rolan di navbera cênavê yekem û yê diwem de jî / me.. tu.. min.. binasî ( tu ) / ev teknîka siwarkirinê, endîþe û kîn û nefreteke sosret, di hinava helbestvan de dide xuyakirin.

    Ango bi dengekî bilind dibêje : Xwênerên hêja, hê me çîroka xwey tiracîdî bidawî nekirye, ezim ev helbestvanê Kurd, ku min weha belengazî û bêmicaliya xwe û miletê xwe, bi we daye naskirin, vêca gereke hûn xwe binasin, û li xwe bixwedî derkevin, hûn li aliyê din jî bizîvirin çavê xwe vekin û li min guhdar bikin, bê gelo ka birastî em Kurd kîne çikesin, çima halê me li dinê wehaye…?.

    Û weha dîsanê xwe bi we naskirin didim û dibêjim :
    Ez im dêw û ez im gernasê waran.
    Ez im hêþtir û gayê xiþir û baran.
    Ker û lal im li cîhanê bi carek.
    Qirik miþte ji derzî û ji dasî !


    Bi vê gernasiyê û bi vê hêza netewî, helbestvanê me Rezo, li ser zimanê miletê xwey Kurd, di vê sirûdê de, cudabûnê dixe navbera du beþên jiyana miletê xwey netewî de.

  • Beþê yekem ew sawêr û pirsên bê bersivin, ku di ezmanê xeyala wî de dicivin, û – mîna me berya anha gotibû - hevdijahtiyeke nefsî di hinava wî de tîne afirandin, û pirsa wî ewe ku dibêje : Gelo hê miletên cîhanê, dîroka me Kurda baþ nasnekirine…?. Eger hê nasnekiribin jî, ezê bi van helbestên xwe, ji wan re bidim naskirin.


  • Beþê diwem jî ewê, yê ku helbestvan pê miletê xwe, bi miletê cîhanê ve naskirin dide, ango dixwaze ji herkesî re bêje : Ku miletê Kurd – mîna hemû miletan - xwedî dîrok û kelepûr û zimanekî zengîne, û xwenasîneke netewî, û pêþ ketineke xurt di mejî û civak wî de çêbûye, lê tevlî wilo jî, li vê dinê ev milet hê bê mafê herî hindik û dewlet maye.

    Weha Rezo bi vê û ji bilî vê sirûda xwe jî, helbestvanekî Kurd, dilgerm û payebilind û þoreþgêr ji me ve tê xuyakirin, ji ber ku wî daye pey rûpelên dîroka Kurda ya bi felaket, û bi þêweyeke hunerî û bi zîrevanî, karîbû xwênerê xwe tixe nava bûyerên dîroka milet û welatî wî de, û bi peyvên helbesta xwey netewî karîbû wêneya raperîneke paþeroj di ezmanê xeyala xwey fereh de bi afirîne, û xwênerê xwe pê micûlbike.

    Lê careke din ev helbestvan, bi dû astan helwêsta miletê xwe dide nasîn.

  • Asta yekem ewe, ku helbestvan xwe li hember imhakirin û nicadperestiyê mîna dêw û gernasan bihêz û bihiner dibîne, ku ew jî ji peyvên mîna - dêw – gernas - hêþtir - û gayê xiþir û baran – tê naskirin. Di vir de çimkî ku mirov xwe mîna / ga / bide nasîn, di civaka Kurdî de ne hevqsî diruste jî, lê tê xuyakirin ku helbestvan bi zanebûn ev frêzên ha bikaranîne, ji ber ku hêþtir û ga jî, zindiyên di kelepûra Kurdî de pir bi hêz û bi dengin û cihê sosretêne.

    Weke vê manê jî diyardeya / ga / li bal Seydayê Keleþ bikartê, ku di sirûdeke xwe de dibêje :
    Bejna bilind li takî, xemla wê barê gakî

    Mîna van frêzan jî di kelepûra Kurdî de di warê þer û navtêdanê de pir tîne bikaranîn mîna - ez guryê qedê me -ez Teyarê dînim - ez jehra Silêmanî me…hwd. Lê dibe jî ku helbestvan em jî li vir bi xwe re, kiþandibin nava etmosfêra nehiþyaryê) ( فضاء اللاوعي. Ango di vî ezmanê nehiþyaryê de, helbestvan bi xeyala xwe, xwe bera nav pêlên derya mîtolociya miletê Arî ya herî kevin dide, ku vî miletê ha di wê çaxê de, ga heywanekî pir bi hêz û rol di efsanên xwe de didît, ku kesekî ji xwedakê Aryanan yê bi nav û deng ( Mîtra ) pêve, nikarîbû piþta wî bide erdê û pênikarîbû. Evna jî çîrokeke wê ya dûvdirêj heye, ne hewceye ku em li vir bînin ziman.

    Lê mixabin ev helbestvanê dilêr ku hevqasî bawerya wî bi nefsa wî, û welatperwerya wî tê, li vê dinê maye ker û lal û /qirik miþte ji derzî û dasî /. Ango neyaran ew di welatê wî de bêdeng hiþtiye, û nehiþtine dengê qêrîna û azarya xwe bigihîne miletê cîhanê. Tê xuyakirin jî ku peyva /ez im / di sirûdan de gelek caran dûbare dibe, ew jî tê wê manê ku helbestvan – mîna me gotibû - pir ji xwe û miletê xwe bibawere, û stemkariya neyaran li ser helbestvan, hiþtiye ku xwenasîn û berxwedana wî ya netewî, di helbesta wî de li hember dijmin bi xurtayî diyar bibe.

    Çimkî qedera wî ye, ku xwe di demeke germ ji dîroka Kurdî de dîtiye, û dîsanê ji neyaran û cîhanê re dide xuyakiein û dibêje : Em Kurd ne miletekî aloz û ji weza ketîne, lê çibkim herdem qedera me kurda ewe, ku qirika me miþtbe ji derzî û dasî.

  • Asta diwemîn jî, ew jiyana ku Kurd îro, bi hejarî û azarî û bê par tê de dijîn, vê jiyana sêfil helbestvan ji xwênerê xwe re dide xuyakirin, ku evna jî mirov kare bêje : Ku mîna lîstikek resen û bi wate di warê- hunerî – dîrokî – mîtolocî - þanogerî… helbestvanê me bi xwnerê xwe re dilîze, û wîna bi zanebûn bi bûyerên welatê wî ve hiþyardike. Lê em karin bêjin jî, ku herdûk ast bi hev re du wêneyên tiracyo – komîdî an komîdya reþ, hem ji gernasiyê hem ji kiriftarya miletê Kurd re baþ derdixe wê navê, ji ber ku ev herdû wêneyên ha ji xwêner ve têne xuyakirin, ku / gernasî - kiriftarî / di sirûdê de berovajyê hevin, lê herdûk ast ji wêneyan di tabloya dîroka Kurda de, bi rastî jî, dibin yek wêne û bi hevve tîne grêdan, ango helbestvan taybetiyek dîrûka Kurda, li ser dêmê sicada tabloya helbesta xwe di neqiþîne, û xwênerê xwe bi watayên vê tabloyê hayedardike.

    Careke din dibêjim, ku helbestvanê mey þahreza, hesta xwe û miletî xwe herdem tevlihev dike, û xwe mîna mirovekî Kurd gernas û pozbilind dibîne, û careke din navê lehengên dîroka Kurda tîne ziman û dibêje :
    Weku þêr û pilingan ez li bax im.
    Bi hêz û himmet û salox û dax im.

    Ez im Xani, ez im Bêkes û Behrem.
    Ez im Guhderz, ez im Qadî û Restem.

    Çiqas bêjim, kelêj im, jar û mest im.
    Gelo ez jî mirov im, can û hest im ?
    Bese bavo, ji min kême hewarek.
    Ev ê halo ez im, va min xwe nasî.


    Helbestvan Rezo Osê livir careke din xweyîtiya xwe tev li ya civaka Kurdî dike, û xwe mîna þêr û pilingan bi hêz û hinr dibînê, û bi teknîka filaþbagê) الخطف خلفاً) ve, xwe nevyê van sembolên dîroka welatê Kurdistanê mîna – Xani – Bêkes – Guhderz – Qadî - Restem - û Behrem- dibîne.

    Weha helbestvan bi du wêneyên têvel ve malikên xwe organîze dike, û bi van astên narrative) (المستويات السردية, rewþa xwe [ miletê xwe baþ dide nasîn, û dide xuyakirin ku ji qêrîn û hewarê pêve, tu tiþt jêre nemaye, û careke din pêlên endîþe û gûmanan li hinav û xeyala wî bi giranî dibine mêvan, û mîna leyistikvanê þanoyeke tiracyo – komîdî - ango geh bi gernaseî geh bi melûleî, xwe bi temaþevanên vê þanoyê dide nasîn..!.

    Dawiya vê sirûdê bi þêwaza dîscours ) (الخطابيةû bi peyvên mîna / Bese – va – hewar - xwênerê xwe radike ser tapanan û wî ser û binî hevdike, jêre dide zanîn ku ew ev helbestvanê li vê cîhana bê bext, bûye delîl ji halê xwe û miletê xwe re, ku ew û tevlî miletê xwey Kurd jî, nema li ser vê hejarî û kiriftarya bêhemta dirawestin, û mizgîniyê bi raperînên nîzîk dide..!.

    Di sirûdeke din de jî, ku bi navnîþanana ( Newroza gundê me ) hatiye nîþandan, weha rezo hestên xwe derdixe wê holê û dibêje :
    Hawîrdorê gundê me, hemî kaþ in, kendal in.
    Dora çemê me, yê zil, þînebest in, newal in.
    Birek derket bi þahî, hemî xifþ in, heval in.
    De gava ko dirabin, weku pêlan dinalin.

    De gava ko bi ger bin, sazên me her xelxal in.

    Êvar - reþê ko dihat, bo Kawa sore-al in.


    Livir jî helbestvan vê sirûda xwe bi ritm û kêþ û qafiyeke bi awaz lidardixe, û bi kahniya xwey helbestî tabloyên gulistana xurista welatê bi wêneyên binêran ) صوربصرية) mîna – birek derket bi þahî - û yên dengane) صورسمعية) jî mîna - sazên me xelxalin – di afirîne, û rewþa fînemînakên spehî mîna, zerî, û xort, û kal, û xelk, û bihara xurista gundê xwe re diyardike.

    Van diyardeyan bigiþtî bi hesteke pir rewan û zelal, bihev re di sirûda xwe de dicivîne, û tabloheke bedew ji vê bihara wêneyan re radixe, û kevin û nuh bihevve girêde.

  • Nuh ewe ya ku ev gulîstana bihara gund pê hatiye xemilandin
  • Kevin jî ewe ya ku ala Kawa, li ser xaka Kurdistana azad, bi hêlemîl dike firefir.

    Weha me dît, bê çawa helbestvan xurist û kelepûr û dîroka kurdanî ecêb, bi hostayî di sirûda xwe de, bi hev re wezîfedarbike. Û ev pesnên spehî herdem kahniya hest û ihsasên helbestvan dipijiqin, û her dilopek ji vê pijiqandinê nifþên gulên Kurdistanê li ber þîn tên. Ji loma vê sirûdê hevqasî newroz bi me xweþ kiriye, tu dibê qey cara yekemîne em newrozê bi vî rengê bedew dibînin û dibihîzin. Evna jî – Bêgûman - ji zîrevaniyeke helbestî tê.

    Lê dibêjim jî : Wênwyeke pir spehî di firêza – weku pêlan donalin – de xweþ xuyadibe, ango helbestvan li vir pêlên derya mîna lebateke mirovan teþxîs dike, ku ew jî wêneyeke ji helbesta nûjen tê hejmartin, ango helbestvan bi rengekî nerasterast, vê wêneya spehî bi xiþxiþa xelxalên lingê zeryên gundê xwe, vê gulîstana xwey rengîn dixemilîne.

    Ew jî tê wê manê ku helbestvan ji mere dibêje : Vaye keçên gundê me, ku ew jî kurtebirekin di vê tabloya xuristî de, bi van xelxalên lingên xwe simfoniyeke mozîkî ji vê bihara rengîn û bê kêmasî re di afirînin. Dîsanê li vir awaz û nalîneke mozîkî, ji bêvila mirov, bi tîpa dawiya rêzan / N / ve dertê, ev nalîna mozîkî bêhtir ji dawya malika didiwa û ya sisyan dertê mîna – þînbest in – newal in - xifþ in – heval in – Weha di riya þêwaza jêavêtinê ) (الحذف de, helbestvan tabloyên sirûda xwe bi ritim û bi mozîk lihev tîne.

    Bêgûman – mîna ji me ve xuyaye - ne bi tenê xeyaleke fereh di van malikan de têxuyakirin, lê helbestvan me hayedar dike jî, ku ew dikare bi hostayî, destlatdarya xwe li ser peyv û firêzên helbesta xwe baþ kontrol bike.

    Lê ji alîkî din ve jî dibêjim ku peyva / ko / di firêza - De gava ko – de hatiye, hinekî rengê þêwaza netriyet û raporê dide herdû rêzên sirûdê, û her bi ritim û mozîka rêzan dilîzê.

    Ji ber wilo, û li gorî nerîna xwe jî, ez karim vê têbîniya ha bidim : Ku çaxa helbestvanekî Kurd bixwaze peyva / ko – ku / di sirûda xwe de bikarbîne, di bawerya min de, divabe ev peyv pirê caran di serê malik û rêzan de bê, lê ku di orta malik û rêzan de hat, wê çaxê - pirê caran - rengê gotinên rojane û ne helbestî dide malik û rêzan, û bi awakî nexweþ bi mozîka hevok, û firêz, û malik, û rêzên helbestî dilîze.

    Lê ji bilî wilo jî, ji me baþ têxuyakirin, ku ritm û mozîkek pir delal di van herdûk firêzên sirûdê de peydadibin – dirabin–bi gerbin - ji ber wilo me baþ dît, ku li bal helbestvan Rezo gencîneyeke zimanvanî zengîn û dagirtî heye, û li ser kêfa xwe û di cihê minasib de, peyvên zimanvanî di rêzên helbesta xwe de, û bi awakî standard û lihevhatî organîze dike.

    Dîsanê di van rêzên li jêr de, helbestvanê me weha dibêje :
    Çiya… Deþt… û zevî
    Li ber barê me
    Ranebûn…
    Me
    Xwe,
    Di kuna keftêr de,
    Veþart…!
    Dema roj li me hilat,
    Em bûne dêwên heft serî…!
    Hinga
    Me dev li xwe kir
    ?
    Xwe,
    Di xwîna xwe de,
    Gevast…!


    Rezo Osê careke din di van malikên xwe de, bi helbesteke diramî - ku ew jî ji hokarên helbesta nûjen têjimartin- dîroka Kurda li vê dinê tîne ziman, û karîbû bi zanebûn bi þêweya sê wêneyên Kurdewaryê, rewþa vê dîrokê bi tefna helbesta xwey reng îdyolocî ve bi hevve bihûne, û wêneyeke dariþtî, ji tiracîdiya vê dîroka Kurda re bi afirîne.

  • wêneyê yekem, ew sêfilî û rebenya ku di dirêjya dîrokê de herdem Kurda jiyana xwe têre derbaskiriye, ew jî dema dibêje : Ku ji ber stemkarya dijmin bi çol û çiya dikevin, û ta di qulên keftaran de jî xwe vediþêrin.

    Lê ew çiyayên ku Kurda herdem di meteloka xwe de digotin : Ji çiyan pêde dostên me Kurda nînin. Em li vir temaþe dikin ku wataya vê metelokê, bi rengekî berovajî ji wataya wênî kevin hatiye, ew jî çaxa di demêm teng de, nema çiya bikêrî Kurda hatine.

    Ango bi vî rengî helbesrvan bi þêwaza wergerandinê ) ( العدول ve, vê meteloka kelepûrî, bi zîrevanî ser û binî hev dike, û wê ji wateya wê ya resen werdigerîne, û watayeke nû jêre datîne, ku hê kesekî bi vê wataya ha negotiye, ew jî ji bo ji xwênerê xwe re bêje : De binêre birako, îro ta bi van çiyayên bilind jî, nema karin wê dostanya xwey dîrokî, ji Kurda re berdewam bikin.

  • wêneyê diwem jî ewe, yê ku wê gernasiya Kurda di dîrokeke bi felaket de, dide xuyakirin.

  • Wêneyê sisyan jî, ew þerê xwebixwetiyêye, ku herdem bi xwîn û bi felaket dinav Kurda de destpîdike.


    Lê bi gotina : Çiya li ber barê me ranebûn…?.

    Bi vî karê buhêrk û bi van hersîk niqutên di dawiya malikê de hatine, helbestvan dikarîbû, xwênerê xwe dinav etmosfêra raman û fikaran de bibe û bîne, û bihêle pirsbike dîrokî ji xwe bike û bêje : Gelo çima ev çiyayên me, li ber barê me Kurda ranebûn…?. Ew jî tê wê manê ku helbestvan bixwe dinav endîþe û sergêjiyek mezin de dijî, û hevdijahtiyeke mezin di hinava wî de peydadibe. Bêgûman dîsanê helbestvan li vir, dîroka Kurdanî dirêj û kriftar baþ dikole û lêkolîn dike, zordarî û stemkariya ku li ser Kurda di dîrokê de hatiye me?andin nîþan dide. ta ji ber vê stemkaryê Kurda xwe di qulên keftaran de jî veþartin.

    Çimkî em dizanin ku kevtar lawirekî bêbexte jî, û bê dilovanî mirovan dixwe û bi diranê xwe wan zîvazîvarî dike, lê wehaye jî ku herdem van Kurdên belengaz di nav dijminan de, ji vî lawirî dilovantir nedîtine, lê kiriftarya ji wilo mestir jî ewe, ya ku çaxa Kurd ji qula Keftêr derdikevin û roja ferecê li wan hiltê, wê çaxê ji dêvla ku destê biratiyê bidne hev û birînên xwe derman bikin, ew dibine mîna dêwên hevt serî, dev li xwe dikin û bi hovîtî hevdû dinav xwîna hev de vedigizgizînin. Careke din helbestvan bi firêzên – me dev li xwe kir - xwe di xwîna xwe de gevast – û bi cênavê yekem û giþtî ve / Me / hesta xwe û miletê xwe tevlihev dirêse, û bi wêneyekî helbestî pir bi wate, bi keser û hesret þerê xwebixwetiya Kurdanî ebedîn û heyman þermezar dike.

    Nayê veþartin jî, ku van firêzên helbestî, bi istîtîkeke hunerî, û bi xeyalek fereh û naverokeke nasyarî û îdyolocî jî hatine rêzkirin.

    Weha me li vir Rezo helbestvanê Kurdperwer, xwedî helbesteke bi istîtîk û huner, û xeyaleke fereh, û wêneyên li ser dil neqiþandî, û leyîztekvanekî jêhatî di warê helbesta çîroka diramî de dît, û careke din bi hostayî peyvên xwe di tabloya evîniya welatperweryê de wezîfedar dike, û dikarî bû xwe mîna helbestvanekî tekoþer û payebilind, bi derd û kul û êþên netewî ve bide nasîn. Ango bi zîrevanî helbesta xwe dixe xizmeta welat û miletê xwe de, û xwe dide nasîn jî, ku ew wênekêþê jêhatiye di warê mehrecana wêneyên dîrok û kelepûr û wêjeya Kurdî de. Û helbestvanekî netewperest ku tucaran çavê xae ji dijmin naqurmiçîne, û xweþ siware di warê ?êwaza xwey helbestî de, ku xeyal û riyalîzmê tevlihev dirêse (يمزج بين الواقعية والخيال), û bi hostayî bûyerên wê dîroka tiracîdî, bi mij û moran û tarî, li ber çavên mirov datîne, û dawî bi vê helbesta xwey þanogerî wêneyê raperîneke paþeroj, di mejyê xwênerê Kurd de di afirîne.


    29. 07. 2007
    Rojavayê Kurdistan
    Xalis Misewer

    xalis@myway.com


    Xalis Misewer

    xalis@myway.com

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_02.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg


    Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !





    Fermo, li vir mizeke !

    Piroje ya Kurdistan a Mezin !




  • Navnîþana ev nûçe jê hatî: PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com

    Bo ev nûçe navnîþan:
    http://www.pdk-xoybun.com - www.xoybun.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7399